RÊWÎYÊN DÊRSIMÊ: ŞÊX EBDURREHÎM

RÊWÎYÊN DÊRSIMÊ: ŞÊX EBDURREHÎM

Mihemed Erzurum

 

Wesîqe û belgeya ku em îro bi we re parvedikin, li ser çend lehengên Kurd, ên ku ji bo piştgirî û hewara Serhildana Dêrsimê çûbûn li ser wan cangoriyan e.

 

Ew bûyer, di serê havîna 1938 de, nêzî Bismîl’a Amedê û Batmanê qewimîye.

Çekdarên Kurd, pîştî derbasbûna ji sînor, di nav zeviyeke genim da, ji bo bêhnvedanê disekinin. Li gor hinek dîrokzana, di nav qefla wan de du hev sîxurên Romê hebûne. Xwe bi xwarin anînê dixapînin, diçin gilî dikin, leşker çemberê dor li wana digirin, şerekî bê eman dest pê dikê.

 

Lê mixabin, wek dengbêjan jî di kilamên xwe de destnîşan kirine, cîhê şervana ji bo xwe parastinê ne cîhekî ewle bûye. Dîsa jî leşkerên tirk dikin nakin serî bi wan re dernaxin, bi çar alî ve zeviya seridî agir berdidinê….

 

LEHENGÊN KU ŞEHÎD DİKEVİN

1- Şêx Ebdurrehîm (Birayê Şêx Seîd)

2 – Cemîl’ê Seyda

3 – Şêx Misbeh

4 – Sulhedîn’ê Seyîdxan’ê Ûsivê Seydo

5 – Hecî Teyîb’ê Licî

6 – Xalid Şerîf’ê Licî

7 – Evdusemed’ê Licî

8 – Mihemed’ê Xatê

9 – Mele Hemdullahê Licî

10 – Huseyîn Begê Sawurê

11 – Mistefa Begê Sawurê

12 – Elî Begê Sawurê

13 – Hesen Axayê Palo

14 – Silê Solikî

15 – Serreş Baxistanî

16 – Hilmî Begê Muşê.

 

STRANEKE LI SER ŞERÊ WAN

“…Axao li rasta Perîşanê Çola Sertila diketim li hember e

Eskerê nafîamê giran e

Bi top û mîtralyoza, bi kamyon û cîpa hate ser e

Tivinga destê Sulhedîn berxê mala Ûsivê Seydo

Malê Romê ye bazinzer e(….)

Eva rasta Resûla nîn e

Ne dar e, ne devî ye

Berxê Mala Ûsivê Seydo

Devê tivingê çar tiliya bilind ke bide ser e..”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev