Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê rastî eleqeyeke mezin tê

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê rastî eleqeyeke mezin tê

Li Moskowê Festîvala Filmên Kurdî birêve diçe ku Rûdaw hevkar e û ji her çar perçên Kurdistanê Kurd di festîvalê de beşdar in û festîval rastî eleqeyeke mezin tê.

Ev yekemîn car e ku li Rûsyayê Festîvala Filmên Kurdî birêve diçe û li cem Kurdên li wê herêmê jî, kelecaneke mezin çê kiriye.

Wezareta Rewşenbîrî ya Rûsyayê jî, bi awayekî fermî rê da Festîvala Filmên Kurdî û li gel wergirtina tedbîrên li dijî Coronayê, ew festîval birêve diçe.

Ev du sal bûn ku Moskowa paytexta Rûsyayê li benda Yekemîn Festîvala Navnetewî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê bû.

Festîval ji aliya Berfîn Design Group ve hatiye rêkxistin, ji aliya Wezareta Kulturî ya Rûsyayê ve hatiye pesendkirin û Tora Medyayî ya Rûdawê hevkara wê ya fermî ye. Biryar bû festîval sala 2020ê bê lidarxistin, lê ji ber pandemiyê salekê paş ket.

Gulîzer Gerdenzerî, Seroka Berfîn Design Group û Rêkxera Festîvalê, dibêje, “Mixabin ne hemû mêvanên me dikarîn bên. Me name ji wezaretên çand û derve û konsulxaneyên li Rûsya û Hewlêrê re şandin ku mêvanên me bên. Di bernameya me de 35 fîlm hene ku 20 kurt û 15 dirêj in. Fîlmên çîroksazî (fiction) û belgefîlm jî di nav de hene.”

Derhêner û akterên 15 fîlmên dirêj ên sînemayî yên ji Başûr û Rojavayê  Kurdistanê û ji Ewropayê  jî ketine ber astengiya pandemiyê.

Danar Mistefa, Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê, dibêje, “Mixabin, wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber rewşa zehmet a aborî, me nekarî wek pêwîst alîkariya festîvalê bikin. Li gor biryareke Encûmena Wezîran tenê ji bo rewşên nexweşî û gelek fermî dikare… lê ev festîvaleke kulturî ye, lewma me nekarî alîkariya wan heval û derhênaran bikin bo ku beşdarî festîvalê bibin.”

Festîval, bê guman, ji bo diyasporaya kurd ciyê şanazîyê ye, ji ber ku Moskow yek ji navendên kulturî ya cîhanê tê zanîn.

Kerem Gerdenzerî, Hunermend, Solîstê Koma Wetan, dibêje, “Em bi vê festîvalê kultura me nîşanî Rûsan û miletên din didin ku kultura me nas bikin.”

Derhêner û akterên ji Bakûrê Kurdistanê eleqeyeke mezin dîtin ji aliyê nûnerên diyaspora ve. Bi taybetî jî, derhênera jin.

Mizgîn Mujde Arslan. Derhêner, dibêje: “Fîlma min jî dê li vir bê nîşandan ku fîlmekî kurt e. Navê fîlm Arîn e û li ser windabûnê ye.”

Piştî axaftina xêrhatinê ya rêkxera Festîvalê, Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê jî, ku hevkariyeke berfireh bo rêkxistina festîvalê daye,  pîrozbahî li beşdar û mêvanan kir.

Festîval 21 Tîrmehê li hola Sinemayê Karo Oktyabr bi fîlma “Keçên Rojê” ya derhênera jin ya fransî Eva Hasson hat vekirin û roja 25 Tîrmehê jî bi fîlma “Xaniyê bê ban” ya derênera jin Solîn Yûsif tê girtin.

https://www.rudaw.net/kurmanci/culture-art/22072021

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev