Berhemên kurdzanên me – 249

Berhemên kurdzanên me – 249

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Nivîs ha tê binavkirinê: ”Pirsa kurdan di dawîya şerê hemcihanê yê dudan da”. Îro em beşa wê a şeşan çap dikin. 

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin ji alîyê weşanxaneya Roja Nû da çap bûne, ya 3an Weşanxaneya Weqfa Riya Azadî li Anqerê çap kirîye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl  

Pirsa kurdan di dawîya şerê hemcihanê yê dudan da -6 

Bi vî awahî, hukumê Sovyet zêde li beşa navbendî ya herêma kurdan li Îranê – li Kurdistana Mukrîyê hebû. Li vira di nava nasyonalîstên bi nav û deng yên bi serokatîya Qadî Muhemmed, ku li herêmê tevaya desthilatê girtibû destê xwe, û ew desthilat ne bin hukumê Tehranê da bû, ji hemû waran zêdetir xwe li xeta Sovyet digirtin. Mihacirên ji Îraqê hatî yên bi serokatîya Barzanî jî (jimara wan digihîşte heta 10 hezar kesî, di nav wan da jin û zaro jî, ji wana 3 hezar kes çekdar bûn, lê 1200 diketine nava gvardîya Melle Mustefa) xwe li wê xetê girtibûn. Di nav kesên bi Mustefa Barzanî ra hatibûne Mehabadê, zureta çend serekên eşîretên bi nav û deng jî hebûn (du kurên seyid Taha, seyid Ahmed û Şêx Ceto, ku ji Tirkîyê bûn), herwiha çend zabit jî, ku di tevgera kurdên Îraqê ya miletîyê da roleke berbiçav lîstibûn (Mîr Hec, Mustefa Xoşnav, Xeyrulle, Izzet Ebdul Ezîz, çawîş Ebdul Ezîz Geylanî, ku xwendina xwe ya bilind li Yekîtîya Sovyet sitendibû, û yên din)110. Sovyetê dikaribû hêvîya xwe danîya ser wana wek referdarên xwe, lê dîsa jî li ser hin kesên, ku ji zonayên Îngilîs yên li Îranê û Îraqê hatibûn, di nav wan da li ser Mustefa Barzanî bi xwe jî, şika cesûsîyê hebû, ku wan deman li her deran belav bûbû. Şikberîyên here mezin li ser Hema Reşîd hebûn, ku bi 200 şervanên xwe va hatibû Mehabadê û amade bû bikeve bin alaya Melle Mustefa111.

Lê Sovyetê hêvîya xwe ya sereke danîbûn ne li ser serekên, ku bawerî bi wan nayê û nasyonalîstên leşkerî, lê li ser serokatîya sîyasî ya Mehabadê, ku Qadî Muhemmedê di çavên Moskvayê da serekê bêhempa serkarî dikir. Aminaya xwe bi wî dianîn û pê ra hesab rûdiniştin.

Ji bo wê yekê hêvîya xwe danîbûne li ser Mehabadê, ku tesîr li ser tevaya rewşa hundursîyasî ya Kurdistana Îranê bikin, ku ne pir aram bû. Di nîveka sala 1945an, xwesma nîvê dudan yê wê salê da serttîya li wê herêmê êpêceyî zêde bû. Tevgera Barzanîyan ya li Îraqa cînar û zêdebûna tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê li tevaya cihanê piştî têkbirina bloka dewletên faşîstîyê tesîr li ser wê yekê kirin.

Li gelek navçeyên Kurdistana Îranê gel rabû dijî hukumetê, lê ew tevger xwesma li Merîwanê xurt bû (di navbera Sekkizê û Senendecê), ku di havîna sala 1945an li wir pevçûnên mezin bûn di navbera gundîyên kurdan yên serîhildayî û leşkerên hukumetê da. Îngilîsan, ku ew pevçûn di zona wan ya dagîrkirî da dibûn, bi çavên dijminahîyê li şerê kurdan dinihêrîn û alîkarî didane cezakaran. Cesûsîya Îngilîs kar û emelên dijî komikên JK (“Komala”) kirin li navçeyên Kurdistana Îranê yên başûr û navbendî da, nerazîbûn dikire di navbera komikên partîyê, yên ku xwe li rêyên çep û rast girtibûn, û her tişt dikir, ku di partîyê da dubendî saz bibe112.

Lê Moskvayê piştgirîya xeta “Komalê” ya bi mêlgirtina Sovyet dikir û wisa xuya ye, ku destê wê di nava wê yekê da jî heye, ku li ser bingeha “Komalê” Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îranê hate damezirandinê. Piranîya kesên bi bawerîyên çep yên ketibûne nava tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê li tevaya Îranê (lê ne tenê ew) bûne endamên wê. Bi wî awahî “Komala”-JK dawî li karê xwe anî. Ew bûyera di nav dîroka nasyonalîzma kurdan da giring di tebaxa (an jî çirîya paşin?) sala 1945an da li Mehabadê qewimî113. Serekê Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îranê Qadî Muhemmed hate hilbijartin.

Ji Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îranê, ku heta îro jî heye, zêde bîna partîyê tê, ne ku ji JKê. Gelek welatparêzên kurd ketine nava wê, ku bi rewşa xwe ya sosîalî va ji her çînên civaka kurdan bûn. Di serokatîya partîyê da piranî merivên xwendî bûn, di nav wan da gelek ronakbîr û bazirgan hebûn. Eva yeka di hêlekê va jî ne dihîşt, ku platforma sîyasî ya hevgirtî ya rêxistina nû amade bikin, ji ber ku kadroyên partîyê bi prînsîpa miletîyê-welatparêzîyê hatibûne bal hev. Di bernameya wê ya destpêkî da xalên bingehîn ev bûn:

1.Xweîdarîya kurdên Îranê di karên ser axa xwe da.

2.Zimanê kurdî wek fermî bê qebûlkirin û ew bê xwendin.

3.Şêwra herêmî li Kurdistanê gerekê gorî zagûna Îranê ya Destûrî bê pêkanînê.

4.Di admînîstrasyonên herêmê da gerekê karmendên kurd jî kar bikin.

5.Pereyên ji bacê û ardimîyan hatî her tenê ser rewacên binecîyên herêmê bêne xerckirinê.

6.Bi azirîyan û miletên kêmjimar yên Îranê yên mayîn ra dostanîyê bikin.

7.Aborî, tundurustî, bazirganî û malhebûna gund ya herêmê pêş bixin114.

Bi vî awahî, bername otonomîyeke sînorkirî ya bi statûyeke ne dîyar raber dikir. Di wê da xetên kompromîsê hebûn di navbera komên sosîalî yên cuda-cuda da û di wê da tu gotin tunebû derheqa guhartinên bingehîn di nava çiqilên sosîal-aborî û sîyasî da. W. Eagleton ev bi wê yekê va şirove dike, ku li Kurdistanê tesîra Sovyet ya rastene tunebû (li Azirbêcana Îranê hebû), (di hêleke din va jî li Kurdistanê gelek cesûsên Sovyet karê xwe dimeşandin), lema jî serokatîya Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îranê daxwazeke tu pirseke derheqa şorişa sosîalîyê, rêforma agrarîyê û h.w.d da ne dikir115. Rast e, di karê Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îranê da pêşî sistîyên berbiçav hebûn jî, lê dîyarbûna wê li erafê sîyasî ya Kurdistanê dihate wê maneyê, ku di tevgera kurdan ya miletîyê da dewraneke nû dest pê bûye.

Bi carekê va sertbûna pirsa kurdan li Îranê di sala 1945an da berî gişkî tesîr li ser pêwendîyên Sovyet-Îranê kir. Her kesî zanibû, ku tevgera kurdên Îranê xwe li xeta Sovyet girtîye û ew yek bi motîvên gêopolîtîkî (Kurdistan ser sînorê Sovyet bû) û îdêatîyê (îdêologîya piştgirîkirina tevgerên miletîyê-azadarîyê) va tê şirovekirinê. Ev yek bi kêmanî ne bi dilê Tehranê bû, ne jî bi dilê paytextên hevalbendên Yekîtîya Sovyet yên di dema şêr da bûn. Li dêpartamênta dewletê ya Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî di zû da bi tirs û xof li pêwendîyên kurdên Îranê bi kurdên Pişkavkazê û Kurdistanê ra dinihêrîn116. Nûnerên Brîtanîyayê li Îranê li her deran digotin, ku tevgera kurdên Îranê ji bo serxwebûnê ji alîyê rûsan da hatîye helandayîn117. Belgenameyên bi îzbat û xerîteya ”Kurdistana serbixwe”, ku piranîya axên Tirkîyê, Îraqê û Îranê kiribûne navê, ketine destê serokatîya Îranê118.

London û Waşîngton wan deman ne dixwestin tu gaveke dîplomatîyê yên wisa bavêjin, ku zirar bidaya berjewendîyên Yekîtîya Sovyet li Îranê. Li wir ser wê bawerîyê bûn, ku her tişt gerekê bi riya xwe bimeşe û li bendê bûn, ku gorî peymana dema şêr leşkerên Sovyet, Îngilîs û Amêrîkayê ji axa Îranê derkevin. Tehran di rûyê pevçûnên kurdan yên berdewam di nav xemgînîyê da bû û hîvî ji hevalbendên Roavayê kir navbeynkarîyê an jî alîkarîyê bidinê. Piştî du pevçûnên mezin li başûrê çemê Rizayê, dema serleşkerîya Sovyet ne xwest gema kurdan bikişîne, û digot, ku naxweze tevî karên hundur yên Îranê bibe, daxweznameyeke ji navê Şah bi riya nûnerê baylozxaneya Bêlgîyayê ji baylozxaneyên Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî û Brîtanîya Mezin ra hate şandin û tê da hîvîkirin hebû, ku bihêlin leşkerên Îranê bikevine zona leşkerên Sovyet (li navçeya wan pevçûnan leşkerên Sovyet tunebûn). Amêrîkanî dij derneketin, lê gotin, ku lazim e desthilatdarîya Sovyet bidine agahdarkirinê, ango, razîbûna wan bistînin119.

Hevalbendên Yekîtîya Sovyet bala xwe didane rewşa heyî û ew rewş wisa bû, ku Ordîya Sovyet Îrana Bakur-Roavayê tam kontrol dikir û ewana ser wê bawerîyê bûn, ku hewce nake ji bo pirsa Îranê, ku ji bo dêmokratîya Roavayê pirsa ser dereceya duyemîn bû, pêwendîyên xwe bi Sovyet ra xirab bikin. Hêza Sovyet ya leşkerî wek berê kurdan ji destdirêjayên hukumetê diparast, di zona xwe da rewş di bin kontrola wê da bû. Ji bo nimûne, serleşkerîya Sovyet destûr da taxbûreke leşkerên Îranê yên peya ji Tewrêzê here Mehabadê, lê ne hîşt, ku ji wir herin warekî din. Emirî ser desteya leşkerên Sekkizê yên bi çekên sivik qedexe kirin nêzîkî Mehabadê bibin. Astengên din jî datanîn ber leşkerên Îranê. Bi gotina baylozê Amêrîkayê L. Morrîs, Yekîtîya Sovyet hewil dida şertan saz bike bona kurd di hindava leşkerên Îranê yên ne pirjimar da bi ser kevin, bona nîşan bidin, ku fariz nikarin li welatê xwe qeyde û qanûnan testîq bikin120. Di pêwendîyên navbera Sovyet û hukumeta Îranê da bona pirsa derheqa leşkeran û cendirmeyan bişînine dijî kurdan dilsarîyek peyda bû. Tehran wek berê digot, ku ew mafê wê ye. Kurd, femdarî ye, dij bûn, nûnerên Sovyet piştgirîya wan dikirin û digotin, ku hewce nake hêrsa kurdan rakin. Serokatîya Îranê ji kurdan ditirsîya. Qumandarê leşkerên Îranê li Tewrêzê gênêral Derakşanî ser wê bawerîyê bû, ku kurdên Mehabadê (6 hezar şervanên çekdar) wê bi hêsanî ji heq û hesabên hemû leşkerên hukumetê bêne der, ku bişînine dijî wan121. Bi vî awahî, bi saya serê hizûra leşkerên Sovyet li Bakur-Roava Îranê û sîyaseta hukumeta Sovyet li herêmê, rewşeke wisa saz bû, ku alî firehkirin û kûrkirina tevgera kurdan ya ji bo rizgarîyê kir.

 

(dûmayîk heye)

 

110 Dîsa li wir, rûpel 56.

111 Dîsa li wir, rûpel 67-68.

112 Derheqa tevgerên gelî li Kurdistana Îranê di salên 1942-1945an da bi hûrgilî bixûne: Jîgalîna O. Î. Tevgera gelêrî ya kurdên Îranê, rûpel 116-132; Farîzov Î. Tevgera kurdan ya miletîyê li Îranê, rûpel 127-130.

113 Bi bawerîya O. Î. Jîgalînayê, ew yek di meha tebaxê da qewimî (Tevgera kurdan ya miletîyê li Îranê, rûpel 128), lê gorî malûmatîyên W. Eagleton – di meha çirîya paşin (The Kurdish Republic, rûpel 57). Belgenameyên derheqa vê yekê da ne hatine dîtin. Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îranê carna bi awahê berê – wek ”Komala” bi nav dikin.

114 Eagleton (Jr.) W. The Kurdish Republic, rûpel 57.

115 Dîsa li wir, rûpel 64-67.

116 FR. 1943, vol. 4, rûpel 333.

117 Dîsa li wir. 1945, vol. 8, rûpel 400.

118 Dîsa li wir, rûpel 400. Mêmorandûma serekê dêpartamênta alîyê pirsên Rohilata Nêzîk û pirsên Afrîkayê L. Henderson ji bo sêkrêtarê dewletê 23.08.1945 – ”Sîyaseta Dewletên Yekbûyî li Îranê”.

119 Dîsa li wir, rûpel 361-362. Baylozê Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî li Îranê L. Morrîs ji bo sêkrêtarê dewletê 22.02.1945; rûpel 363-364. Nivîsa cîgirê sêkrêtarê dewletê Kryu ji bo L. Morrîs 27.07.1945.

120 Dîsa li wir, rûpel 366. Nivîsa L. Morrîs ji bo sêkrêtarê dewletê Ê. R. Stettinius, 17.03.1945.

121 Dîsa li wir, rûpel 368. Nivîsa L. Morrîs ji bo sêkrêtarê dewletê Ê. R. Stettinius, 05.05.1945. Derheqa opêrasyonên leşkerên Îranê dijî kurdan di sala 1945an da û pêwendîyên qumandarîya Îranê bi qumandarîya Sovyet ra bi hûrgilî di bîranînên Hesen Arfa da hatîye nivîsar, ku wan deman serekê barêgeha sereke ya Îranê bû. Ew dinivîse, ku Qadî Muhemmed û terefdarên wî di bin hukumê “propaganda sêparatîstîyê da bûn, ku ji Sovyetan dihat”. Arfa hewil dida Qadî Muhmmed bide bawerkirinê, ku paşeroja kurdan di ”Împêratorîya Îranê da ne” û ku kurd ”çiqilekî miletê îranî ne”, lê bi ser ne ket (Arfa H. Under Five Shahs, rûpel 333-339).

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev