“Teyrê ser milê qîz û bûkan”: Dengbêj Ferzê

“Teyrê ser milê qîz û bûkan”: Dengbêj Ferzê

Îkram Oguz

Hinek pesin hene, ku mirov bixwaze jî nikare bi wan pesnê herkesî bide.

Kesê ku pesnê wî tê dayîn, divê pesnê xwe heq bike. Ger ku heq neke gotin tu car cîhê xwe nagre û erzan dibe.

Wek mînak: Teyrê ser mile qîz û bûkan!

Gelo kî naxwaze bibe teyr û li ser mile qîz û bûkan cîhê xwe bigre, bi wan ra bibe heval, bibe hevparê ken û henekên wan û bi wan ra bijî…

Ya jî dengbêjek mîna Şakiro li ser merîya kilamek derbixwe, pesnê merîya bide û herwiha wek Kewê Gozel û Şahê Dengbêjan bi nav bike.

Qasî ku mirov pesnan heq bike, ew pesin ji alî kî û kê va hatibe kirin jî, ewqas tiştekî maqûl û girîng e.

Di civaka Kurd da qasî ku tê zanîn, “Teyrê ser milê qîz û bûkan” tenê ji bo Dengbêj Ferzê hatîye bi kar anîn.

Ew kesê ku pesnê Ferzê daye û wî li ser milê qîz û bûkan bicîh kirîye, ew jî, şagirtek ji şagirtên Ferzê, Dengbêj Şakiro bi xwe ye.

Herçiqas di civatên ku Ferzê tê da rûniştîye û straye da cîh negirtibe jî, Şakiro xwe şagirtek ji şagirtên Ferzê bi nav kirîye.

Qasî ku tê zanîn Ferzê di sala 1952yan da hatîye kuştin, Şakiro jî d sala 1936an da hatîye dinyayê. Di dema kuştina Ferzê da Şakiro hê xortekî 16 salî ye.

Çawa ku Reso xwe wek şagirtê Ferzê bi nav kiribe, Şakiro jî xwe wek şagirtê Reso dibîne. Ji alî Reso va sewt û dengbêjîya Ferzê nas dike û di rêçâ wî da diçe.

Mirin ya jî kuştina Dengbêj Ferzê, bûyerek trajedîk e. JIber ku ew bi dengbêjîya xwe beşdarî dawetek Şewêşîyan dibe û di dawetê da distirê. Mixabin di şahîya dawetê da bi guleyek tê kuştin.

Min di gelek nivîsên xwe da anîye ziman û ez dixwazim div ê nivîsê da jî careke din dubare bikim.

Qedere hemû dengbêjên kurdan yek e.

Di jîyana wan da feqîrî û koçberî kêm nebûye.

Kilam û stranên wan wenda nebûne û nehatine jibîrkirin.
Lêbelê jînenîgarîya wan, hetta dema jidayîkbûn û mirina wan jî nayê zanîn.

Jîyana Ferzê jî zêde nayê zanîn…

Ahagîyên ku tên zanîn jî, ya kêm ya jî ji binî va çewt û bêbingeh in.

Wek mînak:

Mansur Ekmekçi di di pirtûka xwe ya bi navê Çanda Gelêrî ya Mûşê (Muş Halk Kültürü) da dinivîse, ku Ferzê di sala 1850yî da ji dayîk bûye, di sala 1930yî da jî hatîye kuştin (1).

Lêkolîner Ahmet Aras jî dibêje, Ferzê di sala 1952an da hatîye kuştin, wê demê kêm zêde 50 salî bûye(2). Ev yek jî tê wê wateyê, ku Ferzê di destpêka 1900î da ji dayîk bûye.

Di van herdu çavkanîyan da dema jidayîkbûn û mirina Ferzê bi dehan salan ji hev cûdaye, lêbelê cîh û bi çi awayî hatîye kuştinê yek e.

Lêkolîner Îbrahîm Şahîn û Ömer Güneş jî stranek Miheme Salih, ku lawê Fezê ye, di Youtubê da parvekirine û di binê stranê de nivîsîne, Ferzê di sala 1950yî da hatîye kuştin û lawê wî Miheme Salih di wê demê de hê 6-7 salî bûye (3).

Herçiqas dema jidayîkbûn û kuştina wî sedîsed nayê zanîn jî, tê pêşbînîkirin, ku Ferzê di destpêka salên 1900î da ji dayîk bûye, di destpêka salên 1952an da jî hatîye kuştin û kêm zêde 50 sal jîya ye.

Di jîyana Ferzê da jî xizanî û koçberî kêm nebûye.

Ew li gundekî Milazgirê tê dinê, di zarokatîya xwe da malbata wî koçber, zarokatîya wî di nav kuçe û kolanên Amedê da derbas dibe. Di 10-12 salîya xwe da vedigere û tê li Gundê Xellê, ku girêdayî navçe ya Kopê ye, bi cîh dibe. Di xortanîya xwe da dest bi stranbêjîyê dike û di herêmê da bi nav û dengê xwe tê naskirin.

Ferzê, qasî ku şagirt û dengbêjek ji ekola Evdalê Zeynikê, ewqas jî hostayê Dengbêj Reso tê zanîn, ku Ferzê, Reso û Şakiro dengbêjên ji ekola Evdalê Zeynikê yên herî bi nav û deng in.

Ferzê di dengbêjîya xwe da ppirranî stranên Evdalê Zeynikê straye, lê gelk kilam û stran jî jiber xwe derxistine…

Di çavkanîyan da dem ji hev cûda cîh bigre jî, mirin ya jî kuştına wî ya trajîk, wekhev e. Tê gotin, ku ew li gundê Kevir/Milazgir beşdarî dawetek Şewêşîyan dibe û distirê. Di dawetê da guleyek li sere wî dikeve û di heman deme da dimire.

Tê îddia kirin, ku ew bi destê fîrarek bi nave Zekîyê Lawê Mîralî hatîye kuştin. Lê di derbarê kuştina wî da tu zelalîyek cîh nagre.

Mirina wî bi du awahî hatîye şirovekirin.

Ji wan yek, wek parçeyek ji şahîya dawetê, gule hatine avêtin û ji guleyan yek wek bi qeza li serê wî ketîye.

Ya din jî, di kuştina wî da destê dewletê hebûye. Jiber ku, piştî bûyerê Zekiyê Lawê Mîralî wek kujer tê girtin, mixabin di demek kin da ji alî dewletê va tê efûkirin.

Li ser kuştina Ferzê ya trajîk, gelek dengbêjan kilam û stran derxistine, ku ji wan dengbêjan yek jî Şakiro ye.

Şakiro di wê strana xwe da Ferzê wek Kewê Gozel, Şahê Dengbêjan, bavê Miheme Salih û Teyrê li ser milê qîz û bûkan bi nav dike.

Strana bi pesn û gotinên Şakiro hatîye xemilandin, straneke dirêj û hêjayî guhdarîkirinê ye…

 

Ferzê…

Gulnazê hê hê hê, digo lê lê lê Beyazê
Lê dayê rebenê sibe bû ezê li diwarê Gundê Kevir diketim
ji dilê min û te ra marûmê hêlîna di kewê
rabe dawetekî li Gundê Kevir çêbûye
şandine dû Kekê Miheme Salih Şahê Dengbêja,
ji malê siwar bû, kêlekê ketîye Silhedînê birazî, Mihemedê Elîkê,
ez nemînim ji kêfê ra bi donzdeh terza dixemilî
berê xwe dabû kêfê bi dawetê
lê lê dayê Zekîyê Mêralî xêrê neke wayê qet nebîne
derbekî bi dest berda bedena kekê min gulîbirê
birîna wî kûr e, pir xedar e, birîna bêxwedîya manhêrê
doxtor û sertebîb qomîsyonê ejnebî civîyan li şevîtîya Enqerê
agirê kulê bikeve mala qaymeqamê Milazgirê, Mudurê di Karê
têl li ser têl didanê şewitîya Enqerê
gerîyan negerîyan ji birîna kekê Miheme Salih Kewê Gozel ra
nabînin vê sibengê tu mîlê reben ez im tu kewê
ca Gulnazê go lê lê Beyazê kurrkirîbe kezîya serê me herdûyan bi tevahî
tu rabe emê fen acara bi bangê baweşîn kin
bira kekê Miheme Salih dîsa ji kêfê ra bikeve xewê birîndaro 

Gulnazê hê hê hê, digo lê lê lê Beyazê
lê dayê rebenê sibe bû ezê li diwarê Gundê Kevir diketim
şewitîyo bişewite ji dilê min û te ra wa bi kereng e
ca tu ra be şal û şapikê li Kekê Miheme Salih,
Kewê Gozel, Şahê Dengbêja qumaşê qehwereng e
tu sêr bike vê sibengê Xaliqê Alemê dûrkê hazira bi reş bigerîne
dawetekî li gundê Kevir çêbû
şandine du Kekê Miheme Salih Şahê Dengbêja ji malê siwar bû
kêlekê ketîye Silghedînê birazî, Mihemedê Elîkê mirîdê Şêx Evdila bû
fenanî cara îjar min nedi dabû serê xwe terablûsa donzdeh reng e
Zekîyê Mêralî xêrê neke wayê qet nebîne
tu sêr bike vê sibêngê belkî yûva wî tim û tim car b^sahab bimîne
derbekî bi dest berda bedena kekê Miheme Salih, Kewê Gozel, Şahê Dengbêja
bêxwedîya bêxwedî maye tu sêr bike manhêrê li pişt kekê min gulîbirê dabû deng e
Feleka malxirab bi me ra pir xayîn bû
çawa li me xirab kirîye rewşa şewitîyê Milazgirê
gelo herçar gundê dor Heftreng e 

Gulnazê hê hê hê, digo lê lê lê Beyazê,
lê dayê rebenê sibe bû ezê li diwarê Gundê Kevir diketim
ji dilê min û te ra şewitîyo bişewite Kara spî wa li yan e
li binîyê da tê girregirrê Ereban e
giregirê Hesenan li Gundê Kevir rûniştine li hev civîyan e
şandine dû kekê Miheme Salih, Kewê Gozel, Şahê dengbêjan e
ji malê sîwar bû, Kêlekê ketîye Silghedînê birazî,
Mihemedê Elîkê mirîdê Şêx Evdila bû
fenanî cara îjar min nedi xwe girê dabû bi donzdeh terzan e
lê lê dayê rebenê tu sêr bikê vê sibengê
Zekîyê Mêralî xêrê neke wayê qet nebîne
bêxedîya bêxwedî bimîne ji kêleka xwe dikişîne
derbekî bi dest berda bedena Kekê Miheme Salih Şahê Dengbêja
tu sêr bike derba wî pir kûr e xedar e derba bêxwedîya manhêran e
doxtor û sertebîbê ejnebî civîyan li şevîtîya Enqerê li hev civîyane
qaymeqamê Milazgirê, Mudurê di Karê têl li ser têl didanê şewitîya Enqerê
gerîyan negerîyan ji birîna kekê Miheme Salih ra nedîtin gidîno lo tu derd û lo tu dermane
ca Gulnazê go lê lê Beyazê kurrkirî be kezîya serê me herdûyan e
tu sêr bikê vê sibengê tava sibê dabû serê çilan û çîyan e
herkesî malxirabo şixulê xwe dîtine berê xwe dane kar û îşan e
minê bala xwe berdayê dawetekî li Gundê Xelê ra derbas dibû
tê qêrînê şaera sewtê dengbêjan e
meqam û meqamê Kekê Miheme Salih, teyrê ser milê qîzan û bûkan e
çavê xwe digerînim nagerînim,
gula govendê, mirîdê Şêx Evdila ne di nav da ne 

Ê de rabe,
Kewê Gozelo de rabe
Şairê rû dinyayê de rabe
birayê Şêx Silê û Evdalê Zeynikê de rabe
teyrê ser milê qîz û bûkan de rabe
mirîdê Şêx Evdila de rabe
îsal û çend salê me tamam e, di civatê mîran û hakima
li her çar gundê dor Heftreng da dîsa bê wezîrê min nabe…(3)

 

Çavkanî:

 1- Mansur Ekmekçi, Çanda Gelêrî ya Muşê (Muş Halk Kültürü), Weşana Muduriyeta Çand û Tûrîzmê ya Parêzgeha Muşê, 2014, r. 267 (Muş Valiliği İl Kültür ve Turizm Müdürlüğü Yayını, Muş 2014, s.267.)

Nevzat Eminoğlu – Gulistan Coban Eminoğlu, Li Bulanxê Wêjeya Dengbêjîyê û Nûnerên wê, Kovara Lêkolina Kurd, 15.11.2020

2- Ahmet Aras, di derbarê hevpeyvîna xwe ya ku 30 sal berê bi pismamê Ferzê ra çêkirîye di tu derekê da neweşandîye, bi min ra axifî û agahî da min.

3- Ömer Şahin û İbrahim Şahin, Kanala Youtubê

4- Ömer Güneş & İbrahim Şahin, Antolojiya Dengbêjan I Dengbêj Şakiro, Nûbihar Yayınları, İstanbul 2018, s. 464

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev