Nameyên evînî – 143

Nameyên evînî – 143

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Ezê ji te pirtir hez bikim û ji wê hezkirinê wê kêfa te pir bê, kêfa min jî wê ji kêfxweşîya te pir bê.

 

¤¤¤

Ka ez 2 xûyên xwe ji te ra bêjim, belkî tu nizanî.

  1. Hinek gotin hene ku tu kes tehmûl nake û reaksyoneke tund nîşan dide. Tenê wê demê tehmûl dike dema ew gotin zara wî jê ra gotiye. Tu bo min bûyî yeke wisa ku nikarim reaksyoneke tund nîşan bidim.
  2. Ez pir caran xwerinê bi destan dixum û destê min bi rûn dibin. Wextê dema nanxwerinê peyamên te tên, ez destê xwe dişom ku bikaribim bersivê bidim. Min îro sê caran şûşt. Halbûkî dikarim paşê jî bersivê bidim an jî ji te ra bêjim ez nan dixum. Lê ji ber ku tu bo min her tişt î, kêfa min tê. Te 7 caran binivîsîya, minê 7 caran destê xwe bişûşta.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev