SPAS, HEBEŞ!

SPAS, HEBEŞ!

Husên Duzen

 

Me ew wek Hebeş nasdikir. Piştre ez tê gihiştim ku navê wî Ramazan Atay e. Ji xwe kesekî ji nivşê me tune ye ku li Qoserê dikana wênegir Foto Hebeş nasnedikir.

 

Ramazan Atay bi xwe kêm li studiyoya xwe yî fotografiyê vedihewiya. Ew mîna beytikekî ҫeng dibû her devera ku hêviya wênegirtinê didayê. Gelek caran em li ҫayxaneyên Qoserê rûniştî bûn, Hebeş bi mekîneya xwe ya fotografan di ber me re derdiket; silavek dida û dîsa wenda dibû. Hîngê jî min ji nav porê wî yî reş qitranî re diranê wî yî sipî û birqa ҫavên wî didîtin ku her carê mizgîniya hunermendekî didan min.

 

Ji ber ku di wan salan de huner, fotografî jî tê de, mîna karekî betalan dihat dîtin, em zahf bi kesên hunermend re mijûl nedibûn. Zanîneke hişk î teorîk bû tiştê bala me li ser. Em bi dû bidestxistina dîktatoriyerke karkeran de bûn ku ji bo projeyeke wisa huner ne ewqas giring bû.

 

Xweşbextane Hebeş wek me nedihizirî, serê sibehan ji bo nasnemeyan wêneyê „vesikalik“ digirtin, piştî nîvro jî derdiket nêҫîra civînan, dawetan û deverên ku derfeta wênegirtinê didanê.

 

Sal derbasbûn, Hebeş jî neҫar ma ku bê li Almanyayê bi cîh bibe. Niha hêdî hêdî dest bi weşandina wan berhemên xwe yên ku wan salên 1970yî û piştre kişandibûn kiriye.

 

Wêneyên Hebeş bi pereyan nayên kirîn. Ew û berhemên xwe beşek ji hişmendiya Qoserê ne, ne hişmendiyeke hizrî bi tenê, lê ew hafizeya Qoserê yî dîtbarî ye jî.

 

Spas mamoste Hebeş!

 

Foto yên wênegir Hebeş!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev