Şikandina Berê Reş û rûxandina Mala Xwedê

Şikandina Berê Reş û rûxandina Mala Xwedê

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Çend meh berê nivîseke min bi sernavê SEZAYÊ RÛXANDINA MALA XWEDÊ Û SEZAYÊ RÛXANDINA BERHEMÊN XWEDÊ li rûpela min a Facebookê hatiye weşandin.

Li ser wê nivîsê gelek gengeşe û nîqaş çêbûne, hin rexne û hinek jî pesend hatine kirin.

Hin biraderan jî, bi telefonê ji min xwest ku ez nivîsekê li ser Mala Xwedê û Berê Reş biweşînim ka rastiya naverokê çi ye.

 

Pêşî bi helbesteke Melayê Cizîrî dest pê dikim:

”Ebleh çikit tewafê, nabînitin Berê Reş.”

 

Dema Brahîm Pêxember ji ber cewra kurmamê xwe Nemrûdî reviyaye û çûye wê devera ku niha Bajarê Mekeyê lê ye, pêşî avahiyên bi navê ”Mala Xwedê” avakiriye, berekî reş ji Çiyayê Ebû Qubeysê aniye û xistiye guşekî dîwarê Mala Xwedê.

Mala Xwedê çend car ji aliyê Ereban ve hatiye rûxandin, ew Berê Reş jî çend car hatiye dizîn û wenda bûye. Lê di sala 605-6an de dema ku Eşîra Qureyşê Mala Xwedê nûjen kiriye, wî Berî li cihekî dîtine û dîsa di cihê wî de bi cih kirine.

Sala 930 Z., dema Ebû Tahirê Karmetî Mekeyê vegirtiye û qetlîam kiriye, bajêr talan û tajan kiriye, Berê Reş jî biriye.

Piştre dîsa dema ku Hecî li dora Mala Xwedê digeriyan, herwekî ew Ber li şûna xwe be, silav didanê. Lê Mutîullahê Xelîfeyê Ebasiyan, 30 hezar Dînar bertîl daye û Berê Reş aniye dîsa xistiye şûna wî.

Siltanê Osmanî Qanûnî Silêman jî, perçeyek ji Berê Reş çoqandiye û biriye Stenbolê.

Bi erebî navê Berê Reş HECER-UL ESWED e (الحجر الأسود); HECER: Kevir, ESWED: Reş e.

Li gor gotina Tirmizî, dema ew kevir ji Behiştê hatiye fîq sipî bûye û ji kevirê Aqût ê Behiştê ye; rengekî birqokî lê ye û hilûstankî ye. Lê dîsa tê gotin ku pirî kesên gunehkar destên xwe danê û maç kirine, reş bûye.

Piraniya rawiyan gotine ku ji bilî Berê Reş, tiştekî din ji Behiştê nehatiye dinyayê.

(Lê hatina Adem û Hawê ku ji behiştê hatine, nehatiye hişê wan.)

Ew Berê Reş ku di guşekî Mala Xwedê de hatiye bicihkirin, bi qederê pêncî cm yî grover e, metreyek û nîv ji erdê bilind e.

Bisilmanên ku diçin Hecê, heft car li dora Mala Xwedê digerin û çi dema ku tên tangava Berê Reş, silav didinê û ger derfet hebe maç dikin, ger nebe destê xwe didinê.

Tê gotin ku pîroziya bajarê Mekeyê, bi Mala Xwedê çêbûye û pîroziya Mala Xwedê jî bi Berê Reş çêbûye.

Berî Îslamê, navê Berê Reş “Ke´b” bûye û ji navê xwedayê bi navê EL LAT hatiye wergirtin..

Dema desthelatiya Emewiyan, êrîşeke leşkerî çûye ser Mala Xwedê û bi mencenîqan rûxandine, Berê Reş jî şikandine û bûye sê parî. Lê piştre Ber bi çembereke zîv dorpêç kirine û dîsa xistine şûna wî.

Niha qibleya bisilmanan, Mala Xwedê ye.

Lê qibleya bisilmanan a pêşî, ne Mizgefta Eqsa a li Qudsê bûye, qible El Lat a li Petrayê bûye.

Navê Petra yê berê BEKKE bû, lê piştre wî navî kirine navê bajarê Medîneyê.

Ew qibleya Petrayê, ji aliyê leşkerên Ebdulahê kurê Zubeyrî ve bi mencenîqan hatiye rûxanin. Piştre jî, mizgeftên ku hatine avakirin, berê Mihraban wan dane bajarê Mekeyê.

Lê hin herêmên Efrîqayê ku di binê desthilatiya Emewiyan de bûne, qibleya nû (Mala Xwedê) nepejirandine û berê mizgeftên xwe dane aliyê Efrîqaya Başûr.

Lê belê sal 929, dema serleşkerên Karmata Mezin bi serokatiya Ebû Tahir bajarê Mekeyê vegirtiye, pêşî Mala Xwedê rûxandine û Berê Reş jî birine. Beşek ji Berê Reş, sala 1051ê bi şûnde hatiye û dîsa xistine şûna wî.

Gotineke xelîfe Omer a balkêş heye:

Carekê çûye li ber Berê Reş rawestiyaye û xwe bi xwe gotiye: “Ey Berê Reş! Ez dizanim ku tu kevirek î, ne sûd û ne jî xisara te ji kesî re heye. Lê belê eger min nedîtiba ku Resûlê Xwedê te maç kiriye, min jî te maç nedikir.”

Çûna Hecê li ser bisilmanên maldaran deman e (wacib). Divê Hecî heft car li dora Mala Xwedê bigerin û vê duaya hanê bixwînin:

بسم الله والله أكبر. اللهم إيمانًا بك وتصديقًا بكتابك ووفاءً بعهدك واتباعًا لسنّة نبيك محمّدٍ صلى الله عليه وسلّم “

(Bi navê Xweda, Xweda tu mezin î. Ez bi te bawer im. Pirtûka te dipejirînim. Ji bo soza te bi wefa me. Baweriya min bi Muhemed heye…)

Li gor Mezhebê Henefî û yê Malikî, maçkirina Berê Reş sunet e. Lê li gor mezhebê Şafiî û yê Henbelî şert e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev