Di YNK-ê de reform ne, şerê desthilatdarî yên xiyanetkaran heye

Di YNK-ê de reform ne, şerê desthilatdarî yên xiyanetkaran heye

Ji bona PKKê ji Kurdistanê bê derxistin, daxwaz zêde dibin 

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar 

Wek tê zanîn di van rojê dawî de di nav YNKê de guhertinek û şerek heye. Ev şer a di nav serokatiya YNKê de ye. Ev şer şerê kurê Celal Talabanî û nêviyê Îbrahîm Ehmeb Bafil Talabanî û  biraziyê Celal Talabanî Lehor Cengî  ye. Ev kesan di nav avabûn, dîrok, têkoşîna YNKê de xwediyê kedekê û ceribandinekê nînin. Ev kesan piştî ku ji Kerkukê re xiyanet kirin û ji îşgala Kerkukê re pêşengî kirin, diviya bûn ku dadgeh bibin û bên darizandin û siza kiri. Hezar mixabin wusa nebû xiyanetkar hatin taltif kirin, di nav YNKê de bûn hêzeke xûrt. Di Kongreya dawî ya YNKê de wek grûbek majîayê bûn desthilatdar. Bafil Talabanî û Lehor Cengî Talabanî bûn hevserokê YNKê ne.

Ev gruba û çeteya û serokên wan Bafil Talabanî û Lehor Cengî Talabanî him li Kurdistanê û him li Sileymaniyê û  him jî di nav YNKê de xirabiyên mezin kirin. Xwediyê YNKê bê fonksiyoın hatin kirin. Ew kesên karizmatik yên di. nav YNKê de û berpirsiyarên YNKê bêqiymet bûn. Rola wan ya siyasî hat şikandin. Ew bêrûmet hatin kirin. Beşekî wan jî hatin tasfiye kirin.

Ev gruba xiyanetkar, ji bona ku Sileymaniyê ji Kurdistanê were veqetandin û bi  Hikûmeta Federal ya Iraqê re bê girêdan gelek şert pêk anîn. Lê ji bona ku Serokê Kurdistanê Mesîûd Barzanî veqetandina Sileymaniyeyê ji Kurdistanê, wek sedema şer  îlan kir, nikarîn  ku hewla veqetandinê bidin.

PKKê wek rêxistineke dagirker, terorîst, ne yasayî, projeya dewletên kolonyalist dixwaze ku Dewleta Federe ya Kurdistanê têk bibin. Ev gruba xiyanetkar ji wan re dibe alîkar.

 Grûba xiyanetkar piştî ku ewqas xirabî bi hev re kirin, ev car dinya xirabiyê ji wan re teng hat. Di navbeyna wan de nekokî û şer dest pê kir. Berjewendiyên wan hatin hember hev. Ji bona ku hevûdu tasfiye bikin, dest bi xebatê kirin. Di encamê de lawê Celal Talabanî û nêviyê Îbrahîm Ehmed zora biraziyê Celal Talabanî Lehor Cengî Talabanî bir. Bafil Talabanî xwe wek serokê YNKê îlan kir. Lehor Cengî Talabanî ji hevserokiyê dûr xist.

Di encamê de jî serokatiya YNKê bi tevayî ji Bafil Talabanî re bû piştgir û Bafil Talabanî wek serokê YNKê îlan kirin. Di nav YNKê de derbaya Bafil Talabanî bi serket.

Diyar e ku nekokî û şerê di nav YNKê de dê zêdetir bibe.

Gor beşek şirovekarên siyasî ev qewimandinên di nav YNKê de erênî/pozîtîf in. Dibêjin ku ev qewimandinan dê di YNKê de ji guhertinên nû re bibe bingeh.

Beşek şirovekar û pisporên siyasî jî, qewimandinên di nav YNKê de wek reformekê şirove dikin.

Ev nêrînan şaş in. Bûyer û qewimandinên di nav YNKê de sedema gelek tiştên nexweş û nekokiyan e.

Di YNKê de guhertinên erênî di rojevê de nînin. Tiştên dibin reform ninin. Şerekî qirêj yê desthilatdariya xiyanetkarên Kerkukê ne. Darbeyeke nû ya din û gelek aşkereyê di nav YNKê de. Dûr nîne ku zêdetir dê zirar bide Dewleta Federe ya Kurdistanê û YNKê ne.

Divê berpirsiyarên Dewleta Federe ya Kurdistanê û hemû kurd qewimandinên din av YNKê de hatine holê, ji nêzik ve bişopînin.  

JI BONA PKK JI KURDISTANÊ BÊ DERXISTIN, DAXWAZ ZÊDE DIBIN

PKK, 40 salî zêdetir e ku li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkek gelek mezin e. Bi taybetî jî piştî Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bû, xetertir bû. Ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê xira bike û têk bibe, wek rêxistineke dagirker, terorîst, ne yasayî tevdigere.

PKKê gelek gund û deverên Kurdistanê îsgal kiriye. Şengal û Maxmûr îsgal kiriye. Ji gundên kurd xerac digre. Nahêlê ku gundî çandiniyê bikin. Gundiyan û zarokên gundaiyan direvîne, dike leşker û dikûje.

Di van rojên dawî de li hemberî pêşmergeyan xwediyê êrîşeke gelek dijwar e. Encama van êrîşan gelek pêşmerge hatin kûştin. Rojane jî êrîşên PKKê didomînin.

Li Rojavayê Kurdistanê êrîşa PKK/PYDê li hemberî ENKS û PDK-Sê ye jî,  beşek ji van êrîşanan e.

PKKê li Başûrê Kurdistanê pêşî wek mêvan hat pejirandin. Piştî demekê derket holê ku PKKê mêvanî qebûl nake. Desthilatdarî û serweriya Kurdistanê nas nake. Loma jî hat gotin ku divê PKKê ji serwerî û desthilatdarî û nizama  Başûrê Kurdistanê re rêzgirtî be.

Ew dihat wê wateyekê ku PKKê nayê nas kirin. Lewra  PKKê ji destpêkê de dixwest ku li Başûrê Kurdistanê desthilatdar be. Gorî vê stratejiye tevdigeriya û destwerdan dikir.

Ez ji serî de di wê nêrînê de me ku PKK li Başûrê Kurdistanê rêxistineke dagirker, biyanî, terorîst, ne yasayî ye, divê ku ji Başûrê Kurdistanê bê derxistin.

Beriya vê çend mehan jî me 400 kesên rewşenbîr, siyasetmedar, hiqûqzane, hûnermend, karmend, jin û mêr ji bona ku PKKê ji Dewleta Federe ya Kurdistanê bê derxistin qempanyek meşand. Em ji bona vê çûn Dewleta Federe ya Kurdistanê bi berpirsiyarên Meclîsê, Hikûmetê, Serokatiya Dewleta Federe ya Kurdistanê û partiyên siyasî re danûstandin kir.

Diyar e ku raya giştî êdî nêrînên me zêdetir diparêzin. Berpirsiyarên partiyên siyasî dengen xwe bilind dikin. Bisporên siyasî helwest nişan didin ku ji bona parastina serwerî û desthilatdarî û sîsema demokratik ya Dewleta Federe Kurdistanê, divê PKK ji Kurdistanê bê derxistin. 

Endamekî Civata Giştî ya Gorran dibêje, bila hikûmeta Kurdistanê ji PKKê re bêje ji Herêma Kurdistanê derkeve û şerê xwe jî derbasî Bakur bike.

Çekdarên PKKê li devera Soran êrişî hêzên Pêşmerge kirin. Bi gotina sererkanê Pêşmerge, ziyan hene lê heta niha nehatine ragihandin. 

Li ser vê mijarê, endamê civata giştî ya Gorran, Qadir Îbrahîm ji BasNewsê re got, ev şerê ku PKK li Başûrê Kurdistanê dike ne şerê vir e, bila wî şerî derbasî Bakur bike. Bila li vir nemînin. Pêşmerge Kurdistanê diparêzin, çawa dikarin êrişî Pêşmerge bikin?!

Qadir Îbrahîm her wiha got, bila hikûmeta Kurdistanê PKKê agahdar bike ji Herêma Kurdistanê derkeve û êdî ziyanê nede Kurdistanê.

Wî serkirdeyê Gorran anî ziman jî, divê PKK rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire û got, rewşa Herêma Kurdistanê aram e û bila PKK aloz neke û ziyanê nede xelkê Kurdistanê êdî. Divê PKK bizane têkdana rewşa Herêma Kurdistanê xeta sor e û nabe wê xetê derbas bike.” 

Pisporê siyasî Hawar Nêrweyî dibêje ku PKK li dijî Herêma Kurdistanê xiyanet derbas kiriye

Çavdêrê siyasî û pisporê milîsan, dr. Hawar Nêrweyî ji BasNewsê re got, PKK êdî bûye beşek ji wan hêz û milîsên ku bi navê Heşda Şeibî êrişî Herêma Kurdistanê dikin.

Dr. Hawar Nêrweyî her wiha got, ji sala 2015 ve PKK û Heşda Şeibî li Şingalê bi hev re kar dikin. PKK bo wan şer dike û ew jî çek û dirav didin PKKê. Rêkeftina han qaşo bo lêdana DAIŞê hatiye kirin lê niha li dijî Herêma Kurdistanê dikin. Ew tiştên ku PKK li dijî Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dike, ji xiyanetê derketiye û bûye dijbertiya doza rewa ya miletekî ku bi dirêjahiya dîrokê rastî zilmê hatiye.

Wî çavdêrê siyasî anî ziman jî, divê hêzên Pêşmerge demildest PKKê ji deverên stratejîk yên Herêma Kurdistanê û ji derdora sînorên Îran û Tirkiyê dûr bixe.

Bi gotina wî çavdêrê siyasî, PKK peyama Serok Barzanî ku gotibû şerê kurdan li dijî kurdan heram kiriye, xelet bikar tîne. Lê erka Pêşmerge ew e ku Herêma Kurdistanê li hember gef û metirsiyên PKK û milîsan biparêze. Parastina xaka Herêma Kurdistanê birakujî nîne. Eger wisa nebe PKK dê xiyaneteka mezintir bike. Eger DAIŞ û Heşda Şeibî metirsî be li ser deverê wê çaxê PKK jî metirsî ye li ser Herêma Kurdistanê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev