Mirin çavê te kor be

Mirin çavê te kor be

Welat Agirî

Evîna min a milet û welat evîneke mezin e. Em yek in, miletek in, ku ji miletîyê baştir, pîroztir ka çi heye? Yekitîya me, xebatên me ên bo kultur û zimên helbet vê hezkirinê zêdetir û qaîmtir dikin. Bêtifaqî, fesadî û xayîntiya di navbera ferdên miletekî jî, ji xeynî kêmkirina hezkirinê, îmanê jî kêm dike û bi gotina pîrka min a rehmetî, rojek tê, mirovan dike bêîman.

Belê hezkirina min ji bo hemû kurdan e, ku ez jî ferdekî vê malbatê me. Lêbelê divê vê jî bêjim, ku di vê malbatê de, qedr û qîmeteke mezin ya kurdên Ûrisetê li ba min heye.

Belê ev kurdên ji welatê xwe dûrketî, dûrketina ji welatê xwe nekirine hincet û bihane, esl û feslê xwe ji bîr nekirine, ji xêncî komekê, kal û bavê xwe înkar nekirine, navê miletê xwe neguhastine, zimanê xwe ji bîr nekirine û hertim di rêya miletîyê de kar û barê çand û zimên kirine.

Di nav van kurdên Sovyetê da, hinek hene ku wek stûnekî ev konê giran ê miletîyê dane ser stûyê xwe, bi zanîn û feraseta xwe nehîştine konê me ji nava konan rabe. Dîsa ev kes in, ku wek çavkanîyên ziman û dîrokê ne, ku di dilê welat da dane der û bi wê ava xwe ya avilheyat tîbûna me şikandine, me ji hişkbûnê xilas kirine.

Belê hezar heyf ronakbirên wek Keremê Anqosî, Yûra Nabîyêv, Kinyazê Îbrahîm bêwext em li dû xwe hîştin û çûn. Çûyîna wan em êşandin. Min bi wan ra ne çayek vexwaribû, ne jî hevdîtineke rûbirû çêbûbû, lê bi koça wan a ji bo min bêwext, gelekî êşîyam. Ka ez ê çawa neêşim, em ê çawa neêşin! Lewma bi mirina her zanayekî, ava kanîyekê zanînê dimiçiqe, stûnek ji stûnên hebûn û yekitîyê tê xwarê.

Mirin çavê te kor be, hemin em nikarin rê li ber te bigrin. Rastî ev e, mirin her hebû û wê hebe jî. Belê gelek kurdên hêja bixatir an jî bêxatir koça xwe kirin û çûn. Lê hê jî di nav me da gelek rewşenbîrên qedirqiran hene, ku bi zanîn û tecrubeyên xwe tarîyan ronayî, şêlûyan zelalî dikin.

Belê, madem rastî ev e, gotî em dereng nemînin. Divê kurd rahêjin qelem û kamerayên xwe û dest bi qeydkirina van tecrube û zanyarîyan bikin. Erê, mixabin wext wek ava çem û kanîyan diherike û her roj ji kîse mê diçe. Li benda sibê nemîne, dibe ku sibe ji bo min û te dereng be, dibe ku sibe dereng be!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev