Dewlet, tirkîzm û barbarîzm!

Dewlet, tirkîzm û barbarîzm!

Şeyhmus Özzengin

Di dîroka miletan û avakirina dewletê de, li gor tercîhên sîyasî cûre cûre nimûne derketine ber me. Miletan, divêtî bi dewletê anîye û dewletên xwe ava kirine. Lê rengên dewletê, tercîhên sîyasî cûre cûre bûne. Ev tercîh, wek “demokrasî, monarşî, dîktatorî, cûreyên milîtarî” hatine binav kirin. Pir caran hêla dîktatorî bi giranî rol jî lîstîye. Gihiştine asta zilmek mezin û li henber gelên din jenosîd jî bikar anîne. Lê ev rê û rêzanîn, ji her “miletî” û her “dewletê” re derbas nabe. Ev bi çîroka dîroka milet bûn û xasitîya wan miletan ve girêdayî ye. Di wirde têza herî rast, civatên ku ji dîrokek hevpar tên, xwe wek milet û ji divêtîyê jî dewletên xwe ava kirine.

Di dîrokê de gotina “barbar” gotinek kevn e û bi destpêka mirovatîyê ve girêdayî ye. Ji zimanê Yewnanî derbasî lîteratorê bûye (barbaros). Lê di pêvajoka medenîbûna mirovatîyê de, her ku civatan, miletan xwe di pelên dîrokî û hevpar de honandine; ev “barbarî” ya dîrokî jî terk kirine û ber bi medenîyetê, gavên mezin avêtine. Lê hinek nimûne hene, ku ji vê prensîbê para xwe negirtine. Ev ji ber ku ew pêvajok nebûye nesîbê wan û piştî demekê di asta dewletbûnê û miletbûnê de seqet xuliqîne. Vanan ew barbarî terk nekirine û ew barbarî her di genên wan de maye. Yek ji van “dewlet”an û “milet”an tirk û dewleta Tirkîye ye.

Miletên ku di dîrokê de wek civatek hevpar jîyane û li gor hebûna xwe pêvajoka medenîyetê meşandine, zû ew “barbarî” terk kirine û li gor divêtîyên xwe,wek miletekî dewletên modern ava kirine. Beşek ji van miletan, dema ku dewleta wan berbi şîdetê de reng daye jî, li henber rawestîyane û di sîstema dewleta xwe de guhertin çêkirine. Hestên mirovatîyê, pîvanên mirovatîyê, demokrasî, azadî û azadîya mirov, mafê jinê, mafê zarokan, mafên kêmhateyan, helwesta ramanên azad, bi van berxwedanan derbasî yasayan bûne û di kultûra mirovan de cîh girtîne. İlmê civakî van miletan bi rêmanên civakî dide nasîn û ev rêman ji van civatan re derbas dibin.

Lê em vê kuralê di pêvajoka dewletên çêkirî (sûnî, sexte)û “miletên sexte”wek tirkande nabînin. Rêmanên civakî jî ji tirkan re derbas nabin. Ji ber ku, di dîrokê de li gor quralê civakî saz nebûne. Ne xwedî dîrokek hevpar a civakî ne. Ji ber wê jî divê em dewleta tirkan û tirkan bi rêmanên xas, li gor derketina wan a li holê şîrove bikin. Ew dîroka ku tirk bi derewan nivîsandine, ew zimanê tirkî û wek milet bahskirina hebûna wan li ser derewan ava bûye. Xewnek çêkirî û xeyalî ye.

Ew elewîyên ku xwe tirk dibînin û bi kurdên elewî re dijîn, Ew Yorukên elewî ku li Torosan dijîn, Ew elewîyên ku li Egeyê bi navê“tahtacı Elewî”yan dijîn, ji grûbên Kafkasya ne û nakevin nav vê grûba ku ji Balkanan hatîye. Dewleta tirk, her bi çavekî dijminane li van grûban nerîye û di “Pirtûka Sor” de binê navê wan bi xeta sor hatîye xêz kirin.

Mînak: Ewên ku xwe tirk dibînin, di dîrokê dejîyanek wan a dîrokî û hevpar tineye û ji koka dîrokê nayên û wek miletekî, ne xwedî dîrok in. Li ser navê tirkan, bi tercîhek stratejîk û sîyasî dewletek avabûye û navê vê dewletê kirine“Tirkîye”.Dikarî bibûna navekî din jî. Wê niha rewş û nav bi şiklekî din bûna.

Di avakirina vê dewletê de; ne bi navê tirkan miletek xwedî dîrok û jîyanek hevpar, ne jî daxwazek bi vî rengî, ku ji koka dîroka wî miletî bêt tine ye. Lê di destpêka salên 1917 an û şûn de ji terefên aktorên cîhanî ve, li ser axa miletên dindewletek bi navê “Tirkîyê” têt ava kirin. Piştî ku dewlet ava dibe, ev dewlet, tarîhekê, miletekî û zimanekî jî li ser derewan bi xeyalî çêdike. Yanî dewlet, miletekî û zimanekî çêdike. Ev jî tirk” in. Tirk, ji asîmîle kirina miletên ku li ser wê axa ku dewlet lê hatîye ava kirin û 3.5 milîyonên ku ji balkanan anîne derketîye holê. Dirêjaya vê dîrokê 100 sale.

Di vir de emê mînaka xwe binav bikin:

Bi tehlûka belavbûna Împeratorîya Osmanîyan re Tirk derdikevin ber me. Li axa Anatolia berî 140 salî bi vî navî miletek tineye. Di nav Osmanîyan de grûbek bi navê tirkan encax 1850 û şûn de wek nav derdikeve ber me. Împeratorîya Osmanî, ji Ereb, Yûnan, Romania, Sirp, Kurd, Ermenî, Yahûdî, Suryanî, Çerkez,hinek grûbên kafkasya, Pondî ûyd.. pêk tê. Serkirdeyên Împeratorîya Osmanî xwe ticarî wek tirk nedane naskirin.Xwe wek Îslam dane qebûl kirin û di dîroka 500 sal jîyana vê împeratorîyê de yek berhem bi zimanekî bi navê “tirkî”tineye. Berhemên dewleta Osmanî ziman û wêje ya wan piranî bi Farisî, Kurdî û Erebî ye. Zimanê Osmanî jî bi tîpên erebî, ji gotinên Erebî, Kurdî û Farisî ava bûye. Gotinên felsefê jî piranî ji Fransizî û Yewnanî ne.

Wek tercîhek sîyasî, cara yekem di şerê Yekem yê Cîhanê de, li gor stratejî û daxwaza dewleta Elmanya; ku armancên xwe,yên metînkarî li Kafkasya bicîh bîne, dest dirêjî “Îttîhad û Terakî”dike. Di nav Artêşa Osmanîyan de pîsporên artêşa Elman, kadroyek ciwan ji grûba Îttîhad û Terakî hildibijêre û li gor îdeolojîya tûranî perwerde dike. Van kadroyên artêşa Osmanî, ku bi ser Îttîhad û Terakî ve ne, li seranserê Kafkasya bicîh dike. Ev kadro, wek dendikek dewletbûnê di dawîya hilweşandina Osmanîyan de derdikeve ber me. Jenosîda Ermenîyan bi destê vê dendika leşkerî û bi piştgirîya pîspor û stratejîstên Elmanbirêk û pêk dibe.(Piranîyên van kadroyan ji ber katlîama Ermenîyan cezayên giran xwarine û hinek ji wan jî hatine darvekirin.) Di talîya 1922an û şûnde ev grûb bi navê Kemalîstan derdikeve holê û dibe dewlet.

Elman, di Şerê Duyem ê Cîhanê de têk derin. Lê li Rusîya 17 Oktobûra 1917 an de Bolşewîk, sîstema Çar hildiweşînin û tên îktîdarê. Dewletên ku di Şerê cîhanê yê Yekem de serkevtî derketine, wek İngîltere û Fransa, bi hatina Bolşewîkan re li herêmê pîlan û projeyên xwe diguherînin. Wê demê Îngilîz piştgirîya Yûnanistanê dikin. Heta navçeya Enkera ax di destê Yûnanîstan de ye!

Lê bi hatina Bolşewîkan re helwest têt guhertin. Îngilîz dev ji Yûnanîstanê berdidin û piştgirîyê didin wê dendika ku Elmanan perwerde kirîbû û bi wan re dikevin têkilîyê. Biryara avakirina dewletek li ser axa Asîya Piçûk, Anatolia û beşek ji kurdistanê têt rojevê. Çîroka ku tirk dibêjin;“me bi şerekî milî dewlet ava kirîye” derewe.(!) Di vir de tenê, rastî qirkirina Yewnanîyane.

Li angora peymana veşartî a Sykes Picot, di parvekirina axa Rohilata Naverast de jî; beşek ji axa Kurdistanê jî dinav de, heta derya Ege yê, dewletek tampon li henber Bolşewîkan têtava kirin. Navê vê Dewletê “Tirkîye” ye. Ev dewlet li ser axa Kurd, Rûm, Pondia Rûm û Ermenîyan ava dibe. Lê bingehek girseyî û wek milet tine ye. Ev dewlet bi pişgirîya İngîltere, Franansa û dûre bi beşdarbûna Emerîka, Elmanya ava dibe.

Di dîrokê de lêkolîner û dîrokzanên Ewrûpî, piranîyên wan Mogulan, kurdan, gelên Kafkasan, Azerîyan û çerkezan jî wek tirk didin nas kirin.Ev ne raste. Tariha Împeratorîya Osmanî, ne dîroka tirka ye. Piştî ku Tirkîye hatîye ava kirin, vê dewletê dîroka Osmanîyan jî bi wî miletê ku bi navê “tirk” çêkirîye ve girê daye. Împeratorîya Osmanî, ji dehan miletên gir û bi sedan ji kêmhateyan ava bûye. Kevneşopek dîrokî a gişan di vê împeratorîyê de heye.

Çima ji Balkanan 3.5 milîyon misilman anîn, ku yek ji wan bi gotinek tirkî nizanîbû û dewleta bi navê Tirkîye, li ser van û kêmhateyên din, ku rehet asîmîle bibin, hat ava kirin?

Proje; tercîhek stratejîk û siyasî, di herêmê de, li henber Bolşewîkan, li ser axa Asîya Piçûk, Anatolîa û Kurdistanê avakirina dewletek tampon e. Bi ava kirina vê dewletê re miletek jî jê re lazim bûye. Ew civat ji misilmanên welatên Balkanan kom dikin û tînin. Dewlet jî ji wan kadroyên wek dendik, ku artêşa Elman di nav artêşa Osmanîyan de wek “serbazên ciwanên Tirk” ava kirîye pêk tê. Piştî jenosîda Ermenîyan û Pondusan, Îttihad û Terakî Têk dere û ev kadro amadeyî avakirina dewletê dibin. Piranîyên van kadroyan jî bi biryara “Dadgeha Qetliama Ermenîyan”, ya revîyan e, yan jî di zîndanan de ne. Hinek ji wan jî hatine kujtin, an jî hatine darve kirin. Di ava kirina vê dewletê de, ew kadroyên di bin sezaya katlîmê de gitîne, tên berdan û hemû di avakirina dewletê de cîh digirin.

Kurd û Kurdistanê jî li henber vê pîlanê ji 1917an û heta 1938 an, her li ber xwe daye û raserî katliaman hatîye.Dewletên cîhanê, li henber van qatlîaman ker û lal bûye, dengê xwe nekirîye. Yan jî qetlîmanên vê dewletê pejirandine.

***

Dewleta Tirkîye têt avakirin:

Ji herêma Balkan 3.5 milîyon misilmanbi mebesta bi rûman re biguherînin, tînin û li ser mal û milkê Rûman bicîh dikin. Dest bi asîmile kirina van grûban û kêmhateyên piçûk yên li herêmê hene dikin û bi navê “tirk”miletek û bi navê “Tirkî” jî zimanekî ava dikin. Yanî pêşî dewlet hatîye ava kirin û paşîyê bi destê dewletê miletek û zimanek, dîrokek hatîye afirandin. Ev dîrokek 100 salî ye.

Lê di normalê de divê berê milet hebûna, ku divêtîyê bi avakirina dewletekê bîne!

Di çêkirina“miletek”î wek tirkan de ev pêvajok tine. Ji ber wê jî “Tirk” esîrê dewleta xwe ne û di bin trowmayê de, bi hebûna xwe deyndarê dewletê ne. Ji ber ku dewletê tirk wek milet çêkirîye. Vê civata çêkirî,di dîroka xwe de ticarî li henber dewleta xwe serî ranekiriye. Ji ber ku ew, bi hebûna xwe û bi mal û milkê xwe, xwe deyndarê dewletê dibînin. Di vir de; ew barbarîya ku di dîroka vî miletî a 100 salî de ku heye, li ser vê têkilîyê hatîye ava kirin û miletê ku xwe “tirk” dibîne jî, şirîkê vê barbarîyê ye. Niha li ser vê axê Turkîzm û barbarîzm, du rêmanên ku hevûdû temam dikin.Dewletê, ew wek milet honandîye, mal û milk daye wan û ew jî xwedîtîyê li dewleta xwe dikin. Ev dewlet bi metodên leşkerî ava bûye û tirk belasebeb wê peyva “Her Tirk leşker çêdibe-Her Türk asker doğar”(!) nabêjin. Ev, felsefa Dewletê û çêkirina miletekî, zimanekî eşkere dike.

Dewlet li ser esasên leşkerî hatîye ava kirin. Hemû sazîyên dewletê (Parlemento, hilbijartin, hiqûq, qanûn, yasa, universîte, perwerde, medya, sazîyên asayîşê, îstîhbarat) di emrê vê sîstemê de ne. Burokrasîya dewletê li gor dîrektîfên “Pirtûk a Sor” tên perwerde kirin. Destûra civakî ev pirtûk bi xwe ye. Hemû sazîyên dewletê li gor talîmatên vê pirtûkê bi rê ve diçin. Ji dewletê re herêmên hesas, bi tehlûke û eleqeyên baldar di vê “Pûrtûk a Sor” û veşartî de ye û bi xetên sor hatine nivîsandin: Ew ciwanên ku li kuçên Tirkîyê li Kurdan digerin, êrîşî kurdan dikin, dikujin, bi van dîrektîfan perwerde dibin. Ew peyayên xwedî çek, yên dewletê ne. Ewên ku di malekê de heft kurdên jin, zarok di nav de, bi ser hev de dikujin û bi ser de jî agir bera malê didin û dişewitînin, hêza xwe û biryara xwe ji dewletê digirin. Divê Kurd bizanibin bê bi çi miletekî barbar re rû bi rû ne. Îcreatên Dewletê û vî miletî ne cûda cûda ne, tam tersê wê hevûdû temam dikin. Yanî Tirk û dewleta tirkan ji hev nayên cûda kirin. Turkîzm û barbarîzm,barbarî ya vê dîroka 100 salî ne.

Di dîroka medenîyeta civatan de, hûnê li miletekî -ji xeynî tirkan- rast neyên; ku bi asîmîlasyonê hatibe çêkirin û êrîşî wan civatên din bike, ji ber ku ew jî çima asîmîle nabine û nabine tirk. Li ser vê zilmê kujtin û zîndan kirinê jî meşrû bibîne! Ev tenê di Turkîzm û barrarîzmê de heye.

***

Di virde divê em tesbît bikin ku, ew binavkirin û cûdakirina “Gel-dewlet û îktîdar, biratîya gelan ê di çepitîya tirkan de, ne raste û rewşa “avakirina dewleta tirk, zimanê tirkî û miletê tirk” zelal nake. Têkilîya di navbera dewlet û milet de û wê Turkîzm û barbarîzm a hevpar vedişêre.

Di van 40 salê dawî de miletekî wek kurdan xwedî dîrokek hevpar û xwedî çand û zimanekî qedîm; çawa hêdî hêdî radestî tirkan û Tirkîye dibe? Ev hêjaye ku em kurdperwer, bi kûrahî li ser rawestin.

***

Di pêvajoka dewleta Tirkan de çendîn kûdetayên leşkerî û îktîdarên “medenî” ava bûne. Çepên tirkan ev 80ê sale ji gişan re peyva “faşizmê” bikar tînin.Ev jî barbarîzm a dewleta tirkan û “miletê tirk” ku ne ji pêvajokek normal tê,vedişêre. Ji ber wê jî divêtî bi rêmanên nû heye ku em têkilîyên vê dewletê û vî miletî zelal bikin. Em nikarin karesatên Tirkan û dewleta wan bi “faşîzm”ê îzah bikin. Koka wê ji Turkîzm-kemalîzmê û barbarîzmê tê..

Dewleta Tirk, li ser esasên “yek milet, yek dîn û yek ziman” hatîye ava kirin. Ji ber ku bingeha Turkîzmê li ser asîmîlasyonê û Tirk bûnê ava bûye. Metoda asîmîlasyonê li ser hemû milet, pêkhate û olan bi darê zorê hatîye meşandin. Yên ku asîmîle bûne, bûne tirk û radestî dewletê bûne. Bi benekî xav, bi hebûnek sexte, bi dewletê ve hatine girêdan.Her yek koka wî ji hebûna miletekî tê, lê asîmîle bûne, koka xwe înkar kirine û bûne Tirk. Çawa zimanê tirkî 80 ji % ji zimanên din, bi dizî hatîye dîzayn kirin, tirk jî bi vî haweyî bi asîmîlasyonê hatîne çêkirin.

Kurdan di seranserê dîroka vê dewletê de her liber xwe daye û li henber vê dewletê û kirinên wê helwest danîye. Ji ber wê jî her raserî, zor, zilm, qetliam, girtin û zîndanan bûye.

***

Rêmana “faşizm”ê, di pêvajoka şerê duyem yê cîhanê de derdikeve ber me. Li Elmanya bi sîstema Hîtler, Li İtalîa bi Mousulanî re, wek tercîhek sîyasî a rêjîmê derketîye ber me. Li herdû welatan demkî bûye û têk çûye. Lê barbarîzm û turkîzm û dewleta tirkan sîstemek dewlet û milet e, ku bi hev ve hatîye lehîm kirin. Ji hev nayê qetandin û yek bi a din, deyndarê hebûna xwe ne. Heta ku ev dewlet neyê hilweşandin, ne mumkûne ku guhertin di vê dewletê de çêbibe.

Riataza 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev