Kurdê herî binavûdeng li cihanê piştgirîya referendûma serxwebûna Kurdistanê dike

Kurdê herî binavûdeng li cihanê piştgirîya referendûma serxwebûna Kurdistanê dike

Serbilindîya gelê me Akademîsyen Nadirê Kerem Nadirov îro xatir ji me xwest

Li jêr hevpeyvîna xebatkara malpera me xanim Bêlla Stûrkîyê ya 4ê îlonê sala 2017an bi wî aqilmend û welatparêzê mezin ra careke din guhdarî bikin.

Bernameya radyoya Riataza “Civak û sîyaset” – 26

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Riataza ji bajarê Moskvayê ez Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û seyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê.

Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernameya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Mijara bernameya me ya îro derbarê serxwebûna Kurdistanê, rewşa siyasî ya niha li Kurdistanê, derbarê helwesta dewletên herêmê û Cîhanê di pêvajoya serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê da ye.

Radyoya Riataza hevpeyvînek bi Serokê Rûmet yê Yekîtiya Kurdên Sovyêtê û Endamê Assamblêya Gelên Qazaxistanê, Endamê Herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Qazaxistanê ye, ku wek “Marşalê Petrol û Gazê” û ”Marşalê Zanyariyê” tê nasîn, Akadêmîsyen Prof. Dr. Nadirê Kerem Nadirov re derheqa ra û niherînen wî derbarê giştpirsîyê di Herema Kurdistanê de kir.

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê .

Jînenîgarî:

Nadir Nadirov kî ye? …

Nadirê Kerem Nadirov di 6 meha çileya sala 1932 de li gundê Qîqaça Nexçiwanê ya komara Azêrbaycanê tê dinyayê. 1936’ê salê bavê wî Keremê Hacî Nadir diçe rehmetê. Gava bavê wî wefat dibe, ew 5 salî ye. Tevî diya xwe 9 kes, sala 1937’ê ji Kafkasyayê ber bi Qazaxistanê ve têne sirgûnkirin. Nadirê Kerem ji ber ku Kurdekî sirgunê ye, di warê xwendinê de zehmetiyên giran dibîne. Pêşî nahêlin ji gundekî here gundekî din. Paşê destûra xwendinê didin, lê tenê ji bo bajarên biçûk 1948-ê salê ji kurdên ku hatibûn sirgunkirin ji navçeya Cambûlê ya komara Qazaxistanê, ew kesê yekemîn bû ku mekteb xelas kiribû. Ji bo destanîna xwendina bilind dixwest here Moskvayê yan jî Almatayê, le rêvebirê Sovetê îzina xwendina wî li bajarê mezin de nedane, le di sala 1956ê de, piştî mirina Stalîn û hatina Xrûşçov astengîyên li ber xwendina wî û bi hezaran kesên wek wî radibe. Rêya çûna Moskvayê jê re vedibe.

Ew Înstîtûya Pedagogî ya Kizil-orda ya Qazaxistane temam kir. Ew wek mamoste li Qazaxistanê dixebitî. Ji sala 1959 ew serokê kafêdra kîmîyayê ya Înstîtuta Xabarovskê bû. Piştre wek serokê teknolojîya daxebitandina bû, paşê wekî prorektorê beşa zanistî ya Înstîtûya Teknolojiya Kîmîkî ya Çîmkentê dixebite. Ji sala 1975an rêberê Enstîtûya Kîmîyayê û Sazîyên Navnetewî ya Akadêmîya Zanîngeha KSS-Guryêvoyê bû u h.w.d. Nenihêrî dijwarîyên jîyanêye mezin Nadir Nadirov gihîşte hêlanê profêsîonalî yê bilind. Akadêmisyen û Profêsor Nadir Nadirov li seranserê cîhanê, yek ji navdartirîn zanyarê pêtrol-kîmyayê ye. Doktorê zanyarîyê yekemîn ji kurdên Sovêtê û ji sînorê wê der bû akadêmîsyan. Di destpêka salên 1990î de Nadirê Kerem yek ji demezirînerê Akadêmîya Zanîngehên Komara Başkorstan bû. Ji sala 1991 de ev Akadêmîsyanê rûmet a Akadêmîya Zanîngeha Komara Belorûsyayê ye. Serokê Rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Asamblêya Gelên Qazaxistanê ye. Ji sala 1993an ve Endamê Herdemî yê Akademîya Zanyariyê ya Neteweyî ya Qazaxistanê ye. Profêsor û pisporê kurdê Sovyeta berê Nadir Nadirov wek “Marşalê Petrol û Gazê” û “Merşalê Zanyariyê” tê nasîn. .

Ev ewledê hêja yê gelê Kurd heta niha bêhtirî 950 gotarên zanistî nivîsandine. Nadirê Keremê Nadir, di warê petrol û gazê, enerjîya bayê, enerjiya rojê û enerjiya avê de xwediyê 250 patentên zanyarîyê ye.

35 kitêbên wî hatine weşandin. 2 kitêbên wî li ser jîyana wî û jîyana kurdên Qazaxistanê ne. Nadirov ji sala 1996’an ve berpirsyartîya kovar ‘Petrol û Gazê’ dike ku bi rêvebirîya wî dest bi weşanê kiriye. Akademîsyen Prof. Dr. Nadir Nadirov di sedsala 20’an de di cîhanê de zanyarê yekemîn hatibû hilbijartin. Ji sala 2017an serokê hurmetlî yê Kongrêya Komeleyên Kurdên Sovêta berê ye. Nadirov dostanîyeke germ di gel serokkomarê berê yê Qazaxistanê Dinmuhammed Kunayev, him jî niha Nûrsultan Nazarbayêv re dike. Ewan herdu serok jî qedir û hurmeteke mezin didan ked û zanyariya wî.

Nadirov xwediyê van xelatan e:

‘Pêşengê perwerdehiya Gel a Sovyeta Sosyalîst’ (1967),
‘Xelata Dewletê ya Qazaxistanê ya Komarên Sovyeta Sosyalîst’(1980),
‘Xelata Kedkarê Emekdar a Qazaxistana Komarên Sovyeta Sosyalîst’ (1982),
‘Xelata Kaşifê Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst’ (1985),
‘Petrolkarê Fexrî yê Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst’ (1991),
‘Endezyarê Muhteşem yê Sedsala 20’an’ (2000)
‘Endezyarê Fexrî yê Qazaxistanê’ (2001)

Nadir Nadirov di sala 1981’ê de layiqî ‘Medala Kedê ya Ala Sor’ a Sovyetê; di sala 1999’an de layiqî medala ‘Hurmetli’ a Qazaxistanê û di sala 2006’an de jî layiqî mêdala ‘Dostanîyê hatiye dîtin.

Di sala 2003’yan de li Fransayê, ji hêla Yekitîya Piştgirîkirina Senaya Navneteweyî ve, ji bo keda wî ya pêşdebirina senayiyê bi ‘Mêdala Zêrîn’ hatiye xelatkirin.

Heman dezgeh di sala 2004’an de tevî “Mêdala Napolêon”, nasnavê “Merşalê Zanyariyê” jî daye Nadirov. Ji bilî van xelatan Nadirov xwediyê bi dehan xelatên dewletî û navdewletî ye. Eger em hemû ked û xebatên wî, xelat û berhemên wî we re bejin, bawer bikin çend saet jî têrê nedikir.

Nadirê Kerem Nadirov zewicîye, 3 kur û 10 nebîyên wî hene. Vê demê di gel malbeta xwe li bajarê Almatayê yê komara Qazaxistanê de dijî.

Birêz Nadir Nadirov re ji stûdyo radyoya Riataza bajarê Almatayê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên Akademîsyen Prof. Dr. Nadirê Kerem Nadirov bikin.

 

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev