Têkilîyên Fransayê û Herêma Kurdistanê xwedî dîrokeke kevnar e

Têkilîyên Fransayê û Herêma Kurdistanê xwedî dîrokeke kevnar e

Şêxmûs Özzengin

Fransa, dewletek kevnar yek ji aktorên Rojhilata Naverast e. Di pozîzyona niha de Fransa, dewleta gewre a endamê Yekitîya Ewrûpayê (YE) ye. Hin ji hêla aborî, hin ji hêla leşkerî û hin ji hêla navdewletî de yek ji endamê NATO, Yekitîya Miletan, YE a xwedî hêz e. Di têkilîyên dewletên Rojhilata Naverast de Fransa, dewleteke xwedî hêz û bibandor e. Di şerê li henber DAÎŞê de Fransa roleke girîng girt ser xwe û di perwerdekirina Pêşmergên Kurdistanê de jî gavên mezin avêt.

Yek ji pirsan ev e:

Gelo Emerîka xwe bi paşde dikêşe û rolê xwe radestî Fransayê û YE dike?

Emerîka, dewleteke xwedî bandorek leşkerî ye û hemû pirsgirêkan dixwaze bi hêza leşkerî çareser bike. Ji ber wê jî di warê çareserkirina pirsa sîyasî de ne serwext e û ne serkevtî ye. Bi metodên leşkerî mudaxaleyî pirgirêkên welatan yên sîyasî dike. Hildiweşîne, lê li dewsa sîstema kevin, di warê avakirina sîstemeke nû de, ji bona demokrasîyek bingehîn û jîyanek hevpar, di çareserkirina pirsgirêkan de ne serkevtî ye. Di vî warî de pir mînak li ber me hene. Libya, Efxanîstan, Îraq û Sûrîyê û h.w.d. mînakên girîng in.

Emerîka di warê avakirina dewletên netewî de jî ne serwext e. Wek ku em dizanin, Emerîka welatek ji cûre cûre koçberan hatîye damezirandin. Di avakirina sîstema Emerîka de berjewendîyên Emerîkîyan esas in. Ev jî berjewendîya serete ku hemû milet û pêkhateyan di warekî hevpar de digihîne hev û dike hevparên Emerîkayê. Ev ne netewî, lê civakî ye. Serokê Emerîkayê Joe Biden di gotareke xwe a li ser vekişandina ji Efxanîstanê eşkere dike „em ji bona avakirina dewletek netewî neçûne Efxanîstanê“(!) Lê Joe Biden li xwe mikûr nayê ku li Efxanîstanê ji bona jîyanek hevpar û demokratîk, divê çi bikira li Efxanîstanê! Efxanîstan, ji dehan milet û pêkhateyan pêk tê. Eger dewletek ku berjewendîyên van hemû grûban bikaribe biparêze neyê avakirin û bi destûrek hevpar hemû hêz û grûban girênede, wê çawa Efxanîstanek aşitîxwaz û jîyanek hevpar bicîh bibe? Ji bona pêşîlêgirtina Talîbanan, diva bû ku Emerîka erkê xwe yê sîyasî banîya cîh.

Piştî 20 salan şerê li henber Talîbanan li Efxanîstanê, Emerîka bê ku sebebên 20 salan şer û sebebên vekişîna xwe eşkere bike ji raya giştî re, ji Efxanîstanê vekişîya û bû sebebê karesatek mirovî.

***

Emerîka, li Îraqê jî ne serkevtî ye. Ev 31 sal e Emerîka li ser Îraqê dixebite. Du mudaxaleyên leşkerî li ser Îraqê bi bandor hatine meşandin. Ji hêla leşkerî de sîstemek dîktatorî li Bexda hat hilweşandin. Piştî hilweşandina sîstemê, li Bexda Emerîka xetayên mezin kir û nebû garantorê çareserkirina pirsgirêkên netewî, mezhebî û olî. Destûrek pir baş û hêja, ku di serê grûban de bicîh nebûbe, wê herkes li gor rewşa hêza xwe şîrove bike. Ev jî rê ji mudaxaleya dewletên herêmê re vedike. Emerîka ji Îraqê re destûrek çêkir û hikûmetek ava kir, lê radestî Îranê kir. Ji bona mafê miletê Kurd nebû garantorek serwext. Rê û îmkan ji mezheba şîe re vekir, ku Îran li Bexda bibe desthilatdar. Ew girseya ku ji hatina Emerîka bo Îraqê re li çepikan dixistin, îro dixwazin ku Emerîka ji Îraqê derkeve û Îraq radestî İran û Tirkîyê bibe. Sebebê vê Emerîka bi xwe ye.

Emerîka hin pêşî li serxwebûna Kurdistanê girt û hin jî hişt ku Herêma Kurdistanê, dest û lingê wê girêdayî, her muhtacê Îraqê bimîne. Ne bû pabend ku pirsgirêkên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê jî çareser bibin.

Ev demek dirêj e, aktorek din li Rojhilata Naverast dixwaze roleke serete bigire ser xwe. Ev aktor Fransa ye.

Di Rojhilata Navîn de bê çareserkirina pirgirêka Kurdistanê, ti rê û rêbazî, aramî naçin serî. Bawerîya min ew e ku Fransa û dîplomatên Fransî, di warê pirsa Kurd û Kurdistanê de, di Rojhilata Naverast de xwedî agahîyên rast in û ji mejûyê leşkerî bêtir, bi mejûyekî sîyasî, civakî tevdigerin. Fransa baş dizane ku bê çareserkirina doza Kurdistanê, Rojhilatek Naverast a di aramîyê de bijî xeyalek e.

Fransa baş dizane ku Herêma Kurdistanê modelek serete ya demokrasîyê û aşitîyê ya herêmê ye. Perçeyek axa Kurdistanê ye, ku hinbêz ji hemû ol, pêkhate û çandan re vekirîye û hiştîye ku li ser vê axê aram û xwedî maf bijîn. Modela ku Kurdan li Herêma Kurdistanê ava kirine, modelek girîng e ji bona aramîya Rojhilata Naverast.

Fransa baş dizane, ku sebebê qeyran û dorpêça ser Kurdistanê, Îraq bi xwe ye. Ev jî bi destwerdana Îranê pêk tê. Emerîka hin di avakirina destûra Îraqê û radestkirina mafê kurdan de garantor bû û hin jî erkê xwe neanî cîh. Tunetîya aktorek bihêz, valahîyek sîyasî, her hişt ku Îran li Îraqê destwerdanan bike û hişt her Bexda destdirêjî mafên Kurd û Kurdistanê bike.

Bi raya min Fransa, van valahî û xeteyên ku Emerîka li Îraqê derxistin holê, baş dibîne û xwe amade dike ku, bi dewletên derdorê re beşeke giring a wê valahiyê li herêmê tijî bike.

Divê serdana Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a Lûtkeya Îraqê û serdana Herêma Kurdistanê rast bêt nirxandin. 

Di dem û kêliya qelsbûna xwesteka rola Emerîkayê li Îraqê, Serokê Fransa Emmanuel Macron dixwaze Komara Fransa beşeke giring a wê valahiyê tijî bike. Emerîka wê Îraqê li şûn bihêle, ji bo vê yekê jî baştirîn û nêzîktirîn hevparê Fransa, Herêma Kurdistanê ye ku Fransa dixwaze girewê li ser bike.

Bi min serdana Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron a Kurdistanê; bi aşkere dixwaze bi beşdarbûna Lutkeya welatên cîranên Îraqê û dewleta Îraqê û cîhanê re jî bêje, „ji bona Îraqek demokratîk û aşitîxwaz, bê roleke bi bandor ya Herêma Kurdistanê nayê bicîkirin.“ Encak Kurdistanek xurt û bibandor dikare Îraqeke demokratîk bicîh bike. Ev jî bi rola kurdan ve girêdayî ye. Fransa di ferqa vê rolê de ye.

Fransa baş dizane, yên ku daxwaza derketina Emerîkayê ji Îraqê dikin, ew şîeyên ku li Bexdayê desthilatdar in. Bi vekişandina Emerîkayê re metirsîya ku ji bona kurdan û Herêma Kurdistanê derdikeve holê jî ev e. Destekî reş li Bexdayê heye ku desthilatdar e. Yên nijadperest ku dijminatîya doza Kurd dikin ew in. Ew in yên ku Emerîkayê naxwazin û Kurdistanê asteng dikin.

Li Îraqê behsa bi dehhezaran çekdarên DAÎŞê têt kirin! DAÎŞ bi çek û endamên xwe re çawa xwe xwedî dikin û vedişêrin? Yên ku DAÎŞ li ser axa Îraqê xwedî dikin ew nijadperest in, ku li Bexdayê desthilatdar in. Hêzên DAÎŞê ji bona erkekî din tên xwedîkirin û tên parastin ji terefê şîeyên ku li Bexdayê desthilatdar in. Fransa vê rastîyê jî baş dizane.

Egera wê zêde ye, piştî vekişîna Amerîkayê ji Îraqê, navbera Hewlêr û Bexdayê dê ber bi rewşeke aloztir ve biçe. Tedbîrên ku ji bo siyaseta erebkirin û şîekirinê li navçeyên Kurdistanî yên li gor madeya 140 di rojeva sîyaseta Bexdayê de ye. Hegemonîya Heşda Şeibî li ser dezgehên emnî û îdarî yên wan navçeyan, metirsîyên wan li ser kurdan, egereke ku divê Kurd tedbîrên xwe bistînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev