FERMANA ŞÊRÊ ŞÊRAN

FERMANA ŞÊRÊ ŞÊRAN

BO HEMÎ TEBA Û RAWILAN

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner 

Dibêjin çiya û deştên welêt, ji aliyê teba û rawilan ve hatibûne hedimandin û jiyan ji ajalên bêhêz û bêtaqet re nemabû.

 

Şêrê Şêran heroj derdikete ser zinarên bilind li halê welêt ê wisa xirab temaşe dikir û stêrkên germ ji çavên wî dadiweribîn.

 

Rojekê Şêr serê xwe xist navbera herdu lepên xwe û berjêr kir, hilda jorê û dîsa berjêr kir, piştre xwe bi xwe got û biland: Gur li aliyekî welêt wêran dikin, keftar ji aliyê din ve dirûxînin û hirç jî welêt talan dikin. Tebayên din jî di sere û bere de, xopan dikin. Divê ez dekeke wisa bikim ku hemû ji tirsa mirinê têkevin kunên xwe û dernekevin derva. Heta ku ruyê xwezayê paqij dibe, şînahî bi dehl û deviyan dikeve, ava çem û kaniyan zelal dibe û mêrg şîn dibin. Yanena, wê Qiyameta Sor li me rabe.

 

Şêrê Şêran çû wargeha xwe, piştre bangê çar cewreşêran kir û gote wan:

 

. Her yek ji we here serê çiyayekî bilind û vê fermana min bi dengekî gurr bixwîne. Bila yek here serê Çiyayê Agirî, yek here serê Çiyayê Cûdî, yek here serê Çiyayê Hemrînê û yek jî here serê çiyayên Dêrsimê û bêjin: HAYHÊ… GUH BIDIN FERMANA ŞÊRÊ ŞÊRAN! CENABÊ ŞÊR GOTIYE: Bila sibehê hemû teba û dirinde werin vê Deşta Xerzanê. Kîyê neyê jî, wê sezayê wî şeqopîlo be.

 

Gurekî kal li Çiyayê Kurmênc hebû, dema wî ew deng bihîzt got dêlegura xwe: Keçê ka biner, ew çi deng e tê?

 

Keftarekî kal jî li Sêwazê got pîrejina xwe: Îro mîna ku tiştek rûdaye. Deng ji çar aliyên welêt tê. Gelo dîsa ne fermana Derwêşê xwînrêj be ku li Dêrsimê kiriye?

 

Roja din sibehê Şêrê Şêran çû ser serçima Çiyayê Gurdilan û berê xwe da Deşta Xerzanê, dît ku wa ye hemû ajal û teba û rawilên li deşt û çiyayên Kurdistanê tev hatine û jê re ketine kemerbestê. Şêr çend qîrên wek dengê brûskê dan û piştre got:

 

. Di nêz de wê ewrekî bi toz û duman ji aliyê welatên Ereban ve were ser welatê me. Cûreyek bihok di nava wî ewrî de hene. Ew têkevin devê kê, yan têkevin çav û bêvila kê, wê di cih de bikujin û av nagîje devê wan. Bila her kes here û têkeve kuna xwe, xwe tê de bê his û pis bike û dernekeve derva. Eva min got û we jî bihîzt, ez êdî dubare nakim.

 Şêr vegeriya çû ba şepala xwe û mesela fermanê got wê jî. Şepalê got: Camêr tu Şêrê Şêran î, çewa tu li xwe datînî û van derewên bê xwê dibêjî? Biner simbêl li ber pozê te hene, haaa…

 

Rawilan tev li hevûdu niherî û xwe bi xwe gotin: Ev çi bûye, çi ciriyaye? Roja Reş li me rabûye? Dîsa Sedamekî din rabûye gelo? Em çi bikin, çi nekin?..

 

Hirçê got: Ez tişt tev, ji ber xezeba guran çêbûye ku hat serê me.

Keftar got: Na wele ji ber êrîşên hirçan çêbûye.

Rovî got: Heyran em şerê hev nekin. Wele em tev tor bûbûn û ji riya bav û kalên xwe derketibûn. Binerin, dema gurek diket nava keriyekî, bîst mî û deh berx dikuştin. Dema hirç diket nava kerî, kîjana qelew bûna, wê dikuşt. Lê jixwe xezeba di dilê keftaran de, nayê gotin…

Rovî xwe bi xwe got: Kuna min ji laşê dîk û mirîşkan tije ye. Ez û çêlikên xwe heta du salan jî bixwun, naqede.

Gur jî got: Kuna min jî tije ye bi laşê mih û berxan…

 

Dibêjin, piştî wê banga Şêrê Şêran, êdî deng ji segên gundan biriya. Êdî hew pezê şivanan guraxwarî bûn. Jixwe dîk û mirîşk êdî ji koxan kêm nedibûn. Xelkê got: Ev çi ye û çi bûye?

 

Pîrê Deşta Xerzanê got:

. Teeew! Ma we nebihîztiye? Lê Şêrê Şêran ferman daye teba û rawilan ku dernekevin derva, û gotiye bihokek hatiye û heke têkeve pozê we, hûnê bimrin. Ha bi Xwedê tev ji tirsa wê bihokê êdî newêrin ji qulên xwe derkevin derva. Wisan jî baş e. Belkî hinek paqijî bikeve dinyayê. Wele wisa kiribûn ku meriv ji çepelî û gemara xelkê nikaribû êdî bi rê ve here.

 

Rîspiyekî Herêma Torê got Pîrê Xerzanê:

. Haaak, ma yabo, wa ye xelk bi wê bihokê dimire?

 Pîrê Xerzanê got:

Ma kengê mirin rawestiyaye? Devera ku çêbûn lê hebe, wê mirin jî lê çêbibe. Divê em xwe ji bihok û mihokan netirsînin. Lewra em ji xwe têne mirandin. Netirsin. Êdî çu tişt nikare bi me… mirin jî nikare bi me. Yê rihan dide Xweda ye û yê distîne jî Xweda ye…

 

DIVÊ EM JÎ XWE JI CORONAYÊ NESILIKÎNIN… 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev