Macron: Bi hezaran Êzidî nikarin vegerin Şingalê

Macron: Bi hezaran Êzidî nikarin vegerin Şingalê

Serokkomarê Fransayê li Dêra Sa’e ya li Mûsilê derbarê rewşa Êzidiyan û Şingalê de ragihand, bi hezaran Êzidî hene li Mûsilê ku koçber bûne û nikarin vegerin Şingalê, ji ber ku heta niha aramî cêgir nebûye. Herwiha niha ji aliyê Tirkiyê ve jî êriş bo ser tên kirin û rê nadin ew aramî cêgir bibe.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Mûsilê serdana cihên ayînî kir ku yek ji wan Dêra Sa`e bû û li wê dêrê li gel hejmareke kesayetên ayînî yên Krîstiyan axivî û amaje bi wê da, “Em li gel Hikûmeta Iraqê li ser projeyên aborî kar dikin, bo ku bikarin projeyan pêş bixin û hevbeşiyeke me ya baş bi hev re hebe. Herwiha em dê berdewam bin li ser karkirina li gel desthilatê bo ku xelk vegere navçeyên xwe.”

Macron amaje bi rewşa Kurdên Êzidî û Şingalê kir û tekez kir, bi hezaran Êzidî hene li Mûsilê ku koçber bûne û nikarin vegerin Şingalê, ji ber ku heta niha aramî cêgir nebûye. “Herwiha niha ji aliyê Tirkiyê ve jî êriş bo ser tên kirin û rê nadin ew aramî cêgir bibe.”

Emmanuel Macron piştî Dêra Sa`e, serdana Mizgefta Nûrî jî kir û ji bilî wê dê serdana firokexane û zanîngeha Mûsilê bike û li gel kesayet û nûnerên ayînî yên herêmê bicive.

Emmanuel Macron di konferaneke rojnamevaniyê de duh êvarî diyar kiribû, “Diçim Hewlêrê û serdana hêzên me dikim û paşê jî serdana Mûsilê dikim ku hê jî şûna penceyên DAIŞê pê ve maye. Ez dê li wir nûnerên Krîstiyanan bibînim û pabendbûna me bi nûjenkirina hejmareke navçeyan radigihînim. Ez dê li gel nûnerên Sunne, desthilatdarên Kurd û şerkerên Kurd bicivim û piştgiriya xwe û Fransa bo dûpat bikim, wek çawa me piştgiriya bo Êzidiyan dûpat kir.”

Rûdaw

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev