Hevpeyvîna êzdîzan Kemal Tolan bi Feqîr Şerîf Heso re

Hevpeyvîna êzdîzan Kemal Tolan bi Feqîr Şerîf Heso re

Rêzdar Feqîr Şerîf Heso, yek ji nevîçirkê malbata Feqîr Piçî ye, ku di nav Xaltanîyê de gelekî kedkar û emekdar bûne. 

Pêşîn gelek spas ku rêzdar Feqîr Şerîf Heso wextê xwe da min û me dikarîbû vê hevpeyvîna xwe di rêya pêwendiya telefonê de amade bikin.

Kemal Tolan: Feqîr tû dikarî ji kerema xwe, kesayetî û xilmeta xwe hinekî bidî nasandin?

Feqîr Şerîf Heso – Ez di pêşîya hemî tiştî de li gorî ku ilmê me gotî dibêjim, “Kî ji eşq û dil xizmeta Mala Adîya bike, weke Mendê Şerîf î tokile, ê ji îman û axretê jî bigire hasile”

Ji ber ku mirîdê min kekê Kemal, bi emrê xwe ji min mestir e, ew xizmeta olê ji xwe û me tevan ra dike, bêjimê keko , weke biratîya mezin! Ez hurmetê didime wî û xizmeta wî!

Kemal Tolan: Ez tême destê te û cidê te Pîrê min!

Feqîr Şerîf Heso – Ez Feqîr Şerîf û malbata min Pîrê Omerxala ne. Min ilim û Êzdînasîna xwe li gorî bavê me ji me ra gotî, hîna di dema zarokatîya xwe de destpêkirîye. Ilmê kalikê me rahmetîyê Feqîr Piçî gihîştîye bavê min rahmetîyê Feqîr Heso û ji wî jî gihîştîye min. Ez ê jî tiştê ji min bê, ezê bi eşqa dilê safî xizmeta ola xwe bikim. Mala me li gundê Hemdûna, yê di nav welatê Xaltanîyê û herêma Xerzan de bû.

Kemal Tolan: Sihet xweş Feqîrê hêja! Tû dikarî weke oldarekî Êzdîtîyê ji me Êzdîyan ra bibêjî, ka oldar û rêxistinên Êzdîtîyê dikarin bi pêşengiya Mîr û Meclisa Rihaniyên tevaya Êzdîxanê, xweseriya Ola Êzdîtîyê û xaka Êzdîxanê biparêzên?

Feqîr Şerîf Heso –Ez bi xwe di wê bawerîyê de me û di ilmê me de jî dibêje “Gelî Êzdîya, ev dinya xweşe bi dost û hevaltî . Hûn guhê xwe bidine Qewlê gotî, da hûn neçine dojeya xafilên sotî.”

Gorî van gotinên ilmî û em dîna xwe didine Êzdîtayîyê û quweta Êzdîtatîyê, her çar dêrên Êzdîyatîyê tev nexêrxwazên ola me ne. Ez di wê bawerîyê de me, bi Mîr, oldarên Êzdîyatiyê û hêza civaka Êzdî jî ne di wê quwetê de ne, ku em karîbin xweserîya xwe, bi xwe biparêzin.

Kemal Tolan: Spas Pîrê min ! 

Gelo tû dikarî ji kerema xwe, ji me Êzdîyan ra bibêjî, ka çiqas pêwendiya Mîr û Meclisa Rihaniyên tevaya Êzdîxanê, bi oldar û rêxistinên Êzdîtîyê yên di nav û derveyî welat de hene bibêjî?

Feqîr Şerîf Heso –Her çiqas em Êzdî ji hevûdinê bela bûne û ji welatê xwe dûrbûbin jî, dîsa pêwîstîya me, Mîrê me û ya civaka rûhanîyên me bihevra heye. Em nikarin dev ji hevûdinê berdin, em mecbûrê hevûdinê ne û em hevûdinê biparêzin. Daxwaza me ji Mîrê Êzdîtayîyê ew e, ku ji her Êzdîyekî , oldarekî re bive mîr. Ew berê Êzdî û oldarên Êzdîyatîye bidine ser rêya rastîyê. Em lazimê hevûdinê ne. Em ji hemû rojan daha zahftir tîbûnê xizmeta ola xwe ne. Miletê me gelekî bela bûye. Em îro zêde, zêde hewceyî xizmetê ne. Em xizmeta zarok, nebîyên xwe bikin. Em ne li welatê xwe dijîn, divabû Mîrê Êzdîyan zêde derketibûya dewletên der ve û li nava Êzdîyan bigere, mîsyonên olî di nava Êzdîyan de çêkirina. Rê û rismên olî bi civaka me bida nasandin.

Kemal Tolan: Belê pîrê min, rewşa pêwendîya we ya niha çewa ye, dahin û sitandinên we weke oldarên Xaltanîyê bi oldar û rêxistinên Êzdîyatîyê yên li Lalişê ne ra hene, baş in?

Feqîr Şerîf Heso – Belê bi rastîya Xwedê , têkilîyên me oldarên Xaltanîyê û wan gelekî, gelekî kêm in. Yanî bi Mîrê Êzdîyan, heyeta rihanî û oldarên li Lalişê ne zahf kêm in.

Kemal Tolan: Başe Feqîrê hêja, gorî nêrîna te, Êzdî dikarin bi hêza xwe tenê, xweseriya Ola Êzdîtîyê û xaka Êzdîxanê biparêzin?

Feqîr Şerîf Heso – Min di pêşî de jî di sebeqayek ilimî de got, em Êzdî ne di wê meryetê de ne ku em karîbin  xwe bi xwe, bê quwet û qudreteke dîtirkê xwe birêve bivin. Ji ber ku der û dorên me, hemû neyarên ola me ne, quweta me nagihîje em xwe bixwe birêve bivin. Ez ne di wê bawerîyê de me.

Kemal Tolan: Wekî wisa ye, li gorî nêrîna te, oldar û rêxistinên Êzdîtîyê dikarin bi alîkarî û hêza kîjan netewê xweserîya herêma Êzdîxanê ye rast bidest bixînin?

Feqîr Şerîf Heso –Ez di wê bîr û bawerîyê de me, heke zimanê miletekî çi be, ew dikare bi wî miletî re xwe li ser pîyan bigre. Em nikarin bi miletê ereb û wekî dîtirkê ra xwe li ser pîyan bihêlin. Ji ber ku zimanê me û wan ne yeke, em çiqa bêjin em bi zimanê wan zanin jî, em nikarin xwe bi zimanê wan îfade bikin û xwe bînine ziman.

Ji ber ku zimanê me kurdî ye, netewa me kurd e. Em dikarin bi netewa kurdî, ya ku xêrxwazê me be. Ne ku, ew jî me bidine destên gur û çeqelan. Ku ew netew, bi ola me ra rast be, ancax em bi wan ra dikarin di wî welatî de xwe li ser pîyan bihêlin , ûrf û adetên xwe biparêzin.

Kemal Tolan: Xizmet qebûl Pîrê min. Hêvîdar im ev pirs û bersivên me jî bi kêrî nasîn û pêşxistina Êzdîyatîyê bên. Bimîne di nav xweşîyê de!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev