Berhemên kurdzanên me – 250

Berhemên kurdzanên me – 250

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Nivîs ha tê binavkirinê: ”Pirsa kurdan di dawîya şerê hemcihanê yê dudan da”. Îro em beşa wê a heftan çap dikin. 

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin ji alîyê weşanxaneya Roja Nû da çap bûne, ya 3an Weşanxaneya Weqfa Riya Azadî li Anqerê çap kirîye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Pirsa kurdan di dawîya şerê hemcihanê yê dudan da -7 

Di wê sala di nav dîroka hemcihanê da bi nav û deng – sala 1945an da, qedir û hurmeta Yekîtîya Sovyet li Kurdistanê, di nav tevgera kurdan ya miletîyê da pir bilind bû. Serekên kurdan – karmendên civakê yên bi nav û deng ne tenê li Kurdistana Îranê, lê herwiha li perçeyên Kurdistanê yên din da jî, bi ciddî hêvîya xwe danîbûne li ser alîkarîya Yekîtîya Sovyet (berî gişkî jî alîkarîya sîyasî li erafê navnetewî, herwiha alîkarîya peretî jî) bona şerê wan yê ji bo rizgarîyê û xweîdarekirinê. Nimûneyeke wê yekê nameya sêkrêtarê sereke yê Koma kurdan ya yekîtîyê û azadîyê li Sûrîyê Ahmed Nefisî (Nafiz) bû, ku di 17ê tîrmehê sala 1945an li Qamişloyê hatîye nivîsar û Komîsarîata Gelî ya Karên Der ya Sovyet 1ê çirîya pêşin ji qasidê Libnanê D. S. Soloda sitendibû (em tevaya wê nameyê çap dikin):

“Ji maqûl Îosîf Stalîn ra, Gênêralsîmûsê Yekîtîya Sovyet.

Birêz Stalîn, ji navê Koma kurdan ya yekîtîyê û azadîyê destûrê bidin ji we ra bêjim, ku tevaya gelê kurd, xwesma kurdên Tirkîyê û Sûrîyê, piştgirîya sîyaseta Yekîtîya Sovyet ya dijî faşîstîyê û ji bo rizgarîyê dike, ku bi qumandarîya we tê rêvebirin.

Gelê kurd, ku di bin zordestîya Tirkîyê û Îranê da dizêre, azadî, aştî û gulvedana xwe bi riya Yekîtîya Sovyet dibîne.

Bona Kurdistana li ser prînsîpên Karl Marks, Lênîn û Gênêralsîmûsê navdar Stalîn bê avakirin, rêxistina me xwe tam teslîmî hukumeta Yekîtîya Sovyet dike.

Maqûl Stalîn, bawerî bi min bînin, ku ez van gotinan ji dil û can dibêjim“122.

Eynî di wê demê da, gava serhildana kurdan li Îraqê sincirî bû, Mustefa Barzanî nameyek ji Î. V. Stalîn û V. M. Molotov ra (27ê tebaxê sala 1945an) nivîsî, ku du zabitên ji ordîya Îraqê (ew ji ordîyê revîbûn û ketibûne nava serhildanê), dabûne zabitê Sovyet yê cesûsîyê. Di wê da jî pesindayîna Yekîtîya Sovyet û Stalîn hebû, ku Mustefa Barzanî jê ra digot “marşalê minî mezin”. Di nameyê da di hindava Îngilîs da gunehkarîyên tund hebûn û hîvî dihate kirinê, ku bi çekan û maddî alîkarîya ûsyanvanên kurd bikin, pêşnîyar dihate kirinê bi wan ra pêwendîyên xurt bêne danînê û bikevine bin sitara Yekîtîya Sovyet “wek komareyeke serbixwe”123.

Femdarî ye, ku ji Moskvayê tu bersîvek nehate dayîn, herwiha ji bo wê yekê jî, ku baylozxaneya Sovyet ya li Bexdayê jî şik dibire ser Mustefa Barzanî, ku ew ji bo Îngilîs kar dike (Barzanî bi hîvîkirin daxwaz ji baylozên Îngilîs û Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî li Bexdayê jî kiribû bona alîkarîyê bidine wî)124. Wek bersîva pirsyarkirina Wezîreta karên der ya Îraqê derheqa wê yekê da ka Barzanî derbazî Îranê bûye, an na, qasidê Sovyet li Bexdayê G. T. Zaysêv bersîveke ha ya bi zar da: “Ew pirs karên hundur yê Îraqê û Îranê ye… Hukumeta Yekîtîya Sovyet nikare sipartinan bide serleşkerîya xwe fûnksyonên bêçekkirin, girtin û mihacirkirina wan kurdan hilde ser xwe, ku li ser axa Îranê ne”125.

Hukumeta Sovyet di dawîya şerê giran ra, ku hêzên welêt ji hal êxistibû, di hemû wan pirsên navnetewî da pir fesal bû, ku zirar ne didane wê, lê ew pirsên pir dijwar bûn û dikaribûn Sovyetê kaşî nava dijberîyên bi hevalbendan û welatên mayîn ra bikira, xwesma bi cînaran ra. Yek ji wan pirsan jî pirsa kurdan bû. Bi wê ra tevayî, li Moskvayê kemala Kurdistanê ya potênsîal bona berjewendîyên gêopolêtîkîyê yên Yekîtîya Sovyet li Asîya Roavayê fêm dikirin (em bêjin, ku ew fêmkirin ne ya ji sedî sed bû) û zêdebûna sîmpatîyayên civaka kurdan di hindava Sovyet da qîmet dikirin (wisa xuya ye, ew jî rind fêm ne dikirin). Ji ber ku îdî di sala dawî ya şêr da terk (derz) li koalîsyona dijî hîtlêrîyê ketibû û bîna “şerê sar” dihat û nîşanên pêşin yên wî şerî wî çaxî xuya bûn, dema leşkerên Sovyet ji Îranê derketin, piranî jî ji wan herêman, ku azirî û kurd lê diman. Lema jî ji binî va hinek alîkarîya leşkerî, maddî û alîkarîya propagandîstîyê ya “întêrnasyonalîstîyê” didane kurdan (piranî ji bo kurdên Îranê û Îraqê) û di tûrikên wan da hinek heq-hesab hebûn, ew jî bi wê yekê va girêdayî bûn, ka kê zane sibê-dusibê wê çi diqewime126.

Ji nasyonalîstên kurdan hinekan (piranî jî ronakbîrên, ku li Bêyrûtê û li dîyaspora li Roavayê bi cî bûbûn) hêvîyên xwe danîbûne li ser alîkarîya dewletên Roavayê yên dêmokratîk û rêxistinên navnetewî (lê wek berê di hindava Yekîtîya Sovyet da sîmpatîyayên xwe winda ne kiribûn). Hela di îlona sala 1942an da Koma kurdan ya yekîtîyê û azadîyê “Mêmorandûma derheqa pirsa kurdan da” raberî serekê komarvanan li sênata Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî W. Wîlkî, Ş. De Goll û pêşekzanê sereke yê Brîtanîyayê alîyê problêma kurdan da serhing Êlfînston kir, ku naveroka wê ne bêlî ye. Mêmorandûma din ya eynî Komê, ku karmendên kurd yên Bêyrûtê îmze kiribûn, 30ê tebaxê sala 1943an dane dewletên hevalbend, lê her tenê di nîsana sala 1949an da ew bi zimanên îngilîsî û fransî hatine çapkirin. Ew belgename de`w dikir mafên kurdan yên miletîyê bêne naskirinê, ku di peymana Sêvrê da hatibûn qeydkirin, “naskirina kurdan wek milet”, tê da dihate gotinê, ku lazim e dewleta kurdan ya serbixwe bê damezirandin (ev yek di têksta bi zimanê fransî da tunebû). 30ê adarê sala 1945an li Bêyrûtê belgenameyeke din ya wê Koma kurdan derket bi sernavê “Kurdistan. Pirsa kurdan”, ku ji bo konfêransa zûtirekê ya Miletên Yekbûyî li San-Fransîskoyê hatibû hazirkirin. Di wê da daxwaz ji çar dewletên mezin hebû bona piştgirîyê bikin “Kurdistaneke yekgirtî, azad û serbixwe” bê sazkirinê. Paşê nameya serekê leşkerî yê serhildana Araratê Îhsan Nûrî paşa jî di ser da hate zêdekirin. Îdî piştî dawîhatina şerê hemcihanê yê mezin Koma kurdan çend bangawazîyên wisa derxist, ku di nav wan da yên ha jî hebûn: şikyatkirin dijî opêrasyonên cezakarîyê yên ordîya Îraqê (10ê îlonê sala 1945an); înkarkirina buxdanên li ser tevgera kurdan, ku ew xudêgiravî ji der va hatîye helandayîn bona li wan dewletan tevlihevîyan saz bikin (26ê çirîya paşin sala 1945an); banga ber bi Neteweyên Yekbûyî bi hîvîkirina, ku rewşa li Kurdistanê bişopînin (meha çileya pêşin sala 1945an). Rêxistinên kurdan yên civakî-sîyasî yên din gelek caran bi şikyat û daxwazên cuda-cuda va berê xwe dane Neteweyên Yekbûyî û şêwrdarî û rasthatinên wezîrên karên der yên “sê dewletên mezin”.127

Qedera van hemû bangawazîyan, mêmorandûman, gazîyan, şikyatan wekehev bû: tu rêaksyonek û bersîvek ne hate dayîn. Ji van belgenemayn ne hemû gihîştine ber destê mexlûqetîya cihanê, hinek ji wana eger dihatin çapkirinê jî, ew jî gelek dereng dibû û naveroka wan hinekî an jî bi temamî dihate feşkirinê. Pirsa kurdan, di qeyde û qanûnên cihanê yên nû da, ku serketîyên di şerê hemcihanê yê dudan da saz kiribûn, cîyê xwe ne dît.

 

Dawî

 

Di sala 1945an, sala dawî ya şerê hemcihanê yê dudan da, dewrana bi sirê ya di nav dîroka gelê kurd da xilaz bû. Ew piştî bi hiqûqî testîqkirina perçekirina Kurdistana êtnîk li konfêransa Lozanê di salên 1922-1923an da dest pê bû û wê demê xilaz bû, dema Neteweyên Yekbûyî dest bi sazkirina sîstêma pêwendîyên navnetewî yên piştî şêr kir. Ji bo gelê kurd ew bîst sal xwedî kemala biryardar bûn, him di hêla problêmên hundurîn, him jî di hêla rewşa navnetewî da.

Tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê di wê demê da gelek pêş ket û di nav wextekî kurt da li hemû perçeyên Kurdistanê belav bû. Wa bû rêaksyona gelê kurd di hindava perçekirina nû ya welatê wî yê dîrokî, ji alîyê serokatîya welatên Rohilata Nêzîk da derbazkirina sîyaseta şovînîstîyê, di rastîyê da ya asîmîlekirinê, li ser sîyaseta dijî kurdan ya komên împêrîyê yên Îngilîs û Fransîyayê, ku axên kurdan yên Îraqê û Sûrîyê, ku di bin mandata wan da bûn, zevt kiribûn, û bi çavekî dijminayê li tevgera kurdan li Tirkîyê û Îranê dinihêrîn.

Lê vê carê jî şerê kurdan ji bo rizgarbûnê û serxwebûnê têk çû. Ew rastî astengên wisa hatin, ku nikaribûn jê derbaz bûna. Hela di ser da jî, kurd nikaribûn bi kêmanî rewşa xwe hinekî bidana xweşkirinê. Hêza kurdan têrê ne dikir, lê ji hêzên der va ra an dest ne dida alî wan bikin, an jî bi dijminayî berê xwe didane wan. Civaka kurdan di nav sînorên Kurdistana êtnîkîyê da hela tam ne gihîştibû, tevgera kurdan ya miletîyê li welatên ew lê diman, ji hev qetîyayî bû, ev hevgirtî nîbû. Îdêayên kurdan yên zelal û plana rêalîst ya bi sîyasî çareserkirina problêma kurdan tunebûn. Dewsa wana dêklarasyonên berfireh girtin, ku nikaribûn di praktîkê da bihatana pêkanînê (wek gotinên derheqa sazkirina Kurdistana hevgirtî û serbixwe da).

Ji kurdan ra li hev ne hat strûktûrayên sîyasî û leşkerî yên dema nû û kardar saz bikin, ku bikaribûna tevgera tevaya gel ya ji bo berxwedanê organîze bikirana û pêk banîyana. Komele û komikên heyî, ku piranîya wan yên mihecir-ronakbîrên kurdan yên dervayî welat bûn (wek “Xoybûn”ê), nikaribûn wê rolê bilîstana. Serhildanên kurdan yên pir, ku serekên eşîretan, ruhanîyê serokatî lê dikirin, bi cûrê xwe va mînanî tevgerên sêparatîstîyê yên kevinare bûn, dema kome merivên hev an jî eşîretên nêzîkî hev yên warekî radibûne şerê çekdarî û carna bi ser diketin jî, lê dema rastî êrîşên ordîya organîzekirî dihatin, ku bi jimar û çekên xwe va pir zêdetir bûn, têk didan û serhildan ne digihîşte armanca xwe. Wek qanûn, serîhildanên wisa ne zêde berfireh bûn, belayî li ser tevaya herêma kurdan ya welatê, ku perçeyekî Kurdistanê di nav da ne, ne dibûn, lê bona têkbirina wan desthilata dewletê dijberîya di nav eşîretan da bi hostatî bi kar dianî. Hilbet, ji berê da bêlî bû, ku tevgerên wisa wê bi ser nekevin; serekên wan, ku xwedî kûltûra sîyasî ya bilind nîbûn, nikaribûn pêşenîya yekgirtî ya berxwedana miletîyê organîze bikin.

Di dawîya şerê hemcihanê yê dudan da li ser pêla şerê azadîyê, dijî faşîstîyê, ku li cihanê belav bûbû, tevgera kurdan ya miletîyê gihîşte asteke diha bilind. Nasyonalîzma kurdan rengê dêmokratîyê wergirt, xurt bû û di hêla organîze-sîyasî û îdêatîyê da gihîşt. Di serokatîya tevgerê da serokên nû peyda bûn, ku ji nav gel derdiketin, jîyana nû û prînsîpên sîyasî rind fêm dikirin û hewil didan di jîyanê da bidine pêkanînê (Qadî Muhemmed, Mustefa Barzanî). Û sûcê wan nîne, ku hewildanên wan bi ser ne ketin. Rewş ji wan xurttir bû.

Bi tevayî di dîroka tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê da, dewrana ku berhema me li ser disekine, meriv dikare bi nav bike wek dewrana derbazok. Îdêalên derebegîyê-sêparatîstîyê di sedsala buhurî da dane xuyakirin, ku ew ne riya çareserîyê ye, paşê îdêalên bûrjûazîyê-nasyonalîstîyê ketine dewsa wan, lê ew jî dijwar dihatine pêkanînê, ji ber ku civaka kurdan di hêla sosîalî-aborî, sîyasî û kûltûrî da paşketî bû; perçekirina Kurdistanê ya nû pirsgirêkên kurdan yên miletîyê dane zêdekirinê û serhildanên di salên 20-30î ev yek dane xuyakirin. Di dema şerê hemcihanê yê dudan da ber kurdan (berî gişkî kurdên Îranê û Îraqê) bi sebebên gêopolîtîkî pêrspêktîvên baş vebûn bona tevgerê bi riya şoreşgerîyê-dêmokratîyê pêş va bibin, lê li vir jî gelek dijwarî hebûn: zûtirekê wê dest bi “şerê sar” bûya.

Pirsgirêka kurdan bi taybetmendî û naveroka xwe va herdem jî pirsgirêka navnetewî bûye. Întêrnasyonalkirina wê gîhande wê yekê, ku Kurdistan hate perçekirin û piştî şerê hemcihanê yê yekê rewş xirabtir bû, dema dewsa du perçeyan Kurdistan bû çar perçe. Sebebên wê hebûn; wek medenên Kurdistanê yên dewlemend, rewşa stratêgî ya pir giring û yek jî serhildanên kurdan yên pey hev, ku dibû sebeb bona Kurdistan herdem di nav rewşeke aloz da be. Li vira berjewendîyên dewletên herêmê û yên Awropayê (Yekîtîya Sovyet jî di nav da) hebûn û her yek ji wana xwedî armanc û meremekî bû, carna ew berjewendî wekehev bûn (pir caran ew dijî nasyonalîzma kurdan bûn), carna jî yên dijderketinê bûn, ku ew jî di hindava xwe da zirar dida tevgera kurdan.

Tirkîya, Îran, û paşê jî Îraq di dema em li ser disekinin da ya xwe kirine yek bona derkevine dijî tevgera kurdan. Hereketên wan zêde dijî wê yekê bû, ku pêşî li tevgerên kurdên Tirkîyê, Îranê, Îraqê û herwiha Sûrîyê yên tevayî bigirin û di encamê da kurd nikaribûn pêşenîyeke yekgirtî ya şerê azadarîyê saz bikin. Îngilîs û Fransîya jî di hindava tevgera kurdan da xwe li xeta dijminatîyê girtibûn û kar û barên kurdên Îraqê û Sûrîyê kontrol dikirin. Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî demeke dirêj guh ne didane pirsa kurdan, lê di dawîya şêr da li Kurdistana Îranê piştgirîya Îngilîs kirin, ku ji dêmokratên kurdan ra dest ne dida. Eger em bêne ser dewletên faşîstîyê – Almanîyayê û Îtalîyayê, em dikarin bêjin, ku wana hewil dida pirsa kurdan ji bo karê xwe yê jihevxistinê li Rohilata Nêzîk û Rohilata Behra Sipî bi kar bînin, lê zêde bi ser ne ketin. Bi vî awahî, kurd di şerê ji bo rizgarîyê da tu alîkarî ne ji dêmokratîya Roavayê, ne jî ji dewletên faşîstîyê sitendin.

Sîyaseta Yekîtîya Sovyet di pirsa kurdan da ya taybetî bû. Bi bingehê xwe va ew ji sîyaseta qiralîyetê cuda dibû, ango, ne ya împêrîyalîstîyê bû, ne jî ya dagîrkarîyê. Eksî wê, Yekîtîya Sovyet, ku bi îdêayên marksîzmê-lênînîzmê hatibû ruhdarkirin, bi zar digot ew terefdara mafên gelan e bona xweîdarekirinê, heta sazkirina dewleta xwe ya serbixwe jî, û ji wî mafî para kurdan jî heye. Lê di rastîyê da sîyaseta Yekîtîya Sovyet bi sîyaseta wê ya der ra girêdayî bû û helwêsta xwe ya di hindava tevgerên miletîyê da, xwesma li dewletên ser sînorên xwe, bi berjewendîyên xwe va dida girêdan, bi gotineke din, bi rewşa xwe ya sîyasî û aramîya dewletê va girê dida. Sîyaseta Stalîn ya hundurîn ew xeta xwe ya ne gorî prînsîpên marksîstîyê bi awayekî sade şirove dikir, digot, ku filan an bêvan serhildanên kurdan bi bawerîya Moskvayê ne di wextê da nin, yên rêaksyon, derebegîyê, bi mêlgirtina împêrîyalîstîyê, cesûsîyê û h.w.d. in. Lê di hindava serhildanên din da, ku dûrî sînorên wê bûn û di wextekî din da diqewimîn, tam fikireke din dihate gotin. Helwêsta ha ne dihîşt, ku Sovyet piştgirîya tevgera kurdan bike, lê di hêleke din va jî gerekê li xwe mukur bên, ku di dema şerê hemcihanê yê dudan da hinek alîkarî dane kurdên Îranê, herwiha kurdên Îraqê jî. Lê ew alîkarîyeke derengî ketî, ne pir û kêm kardar bû.

Bi vî awahî, di dawîya dewrana em li ser disekinin da wisa xuya bû, ku pirsa kurdan wek di destpêka xwe da ji çareserîyê gelekî dûr e. Lê ew demeke wisa nîbû, ku gelê kurd bêfeyda xerc kiribû. Kurd ji dibistana pir dijwar, lê kardar ra derbaz bû, rûyê dost û dijminên xwe yên rasteqîn baştir nas kir, kadroyên şervan û serekên nû perwerde kir. Ber kurdan asoyên nû vebûn û ew bi saya serê wan şehîdan bûn, ku çend nisletan ji bo rizgarîya gelê xwe dane.

 

122 AVPRF, fonda ”Sêkrêtarîya V. M. Molotov”, dexle 7, çente 470, defter 33, belge 2, kopîya.

123 Dîsa li wir, belge 8-9.

124 Dîsa li wir, fonda 94, 1945, çente 2, dexle 8, defter 2, belge 5-6.

125 Dîsa li wir, belge 15, 02.11.1945.

126 R. Lacoste, ku li her deran “destê Moskvayê” didît û gelek fikirên xwe zêde dikir, nivîsî, ku Moskva di dema şêr li Bêyrûtê, Soûcbûlakê (Mehabadê) û Îraqê navbenda propaganda kurdî saz kiribû û bangî wan dikir “serxwebûna rasteqîn” bistînin. Ewana bi çend rêxistinan ra girêdayî bûn, ku şerê dijî Tirkîyê dikirin, û alî nêzîkîhevbûna nasyonalîstên kurdan bi miletên din yên kêmjimar dikirin (di nav wan da aşûrîyan jî), ku derdiketine dijî hukumetên dewletên Rohilata Nêzîk (Lacoste R. La Russie sovietique et la question d`Orient. P., 1946, rûpel 209.

127 Rambout L. Les kurdes et le droit, rûpel 138-143; Rondot P. Les revendications nationales kurdes de 1943 a 1949. – Cahiers de l`Orient contemporain. P., 1949, hejmar 18-19.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev