Ji nimûneyên zargotina me – 250

Ji nimûneyên zargotina me – 250

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçardehan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema heftan berdewama nivîsa ”EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA” ye. Em îro beşa wê a heftan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA -7 

Him wexta mîrat parevekirinê, him jî wexta chêbûnê, mêtoda parevekirina heywanet û hebûna malêye din ”kic” bû. Lê cûrekî parevekirinê din jî hebû: yê ku hebûn parevedikir usa dikir, wekî zef firqî nekeve orta tişta. Ewî tiştêd pak û qolayî qîmetda weke hev dikir, paşê bi kic parevedikir. Ew tiştê malêyî pir qîmet, wekî nedihat parevekirin, qîmetê wî başqe kivş dikirin û didan kurekî, birakî mîratxur, eger ewî bixwesta, lê wekî kesekî ji bira kur û kurapa nexwesta, wî çaxî ew tiştê biha difrotin, perê stendî parî ser hev dikirin. Wê şûnda hebûn tiştêd usa jî, wekî parevenedikirin. Neferêd malêye ji hevqetîyayî kotan, cot, nîrêd ga, goma pêz, guhêr, erebe, firxûn û yêd din tevayî didan xebatê.

Hebûn bira, ap, kurapêd usa, wekî ne dixwestin haceta tevayî bidin xebatê, para xwe distendin, dibirin mala xweye teze.

Mîratxarinêra grêdayî edetekî din jî nav kurdada hebû. Pey mirina malxuêra, wexta parevekirina mîratê (wekî birêd malê ji hev chê bûna) par ne dighîşt birayê ku diha zûda cihê bibû, lê dighîşt birêd qazincêyî malda. Birayê zûda chêbûyî dikaribû tev şuxulê birêd xweye çûk bûya, alî wan bikira, wexta chêbûnê hebûna wana nav wanda parevekira û glîyêd din.

Wexta parevekirina mîratê edet bû, çevîyêd malêye hîmlî (xanî, otax, gom) dighîşt birê mezin, çevîyêd din yêd dha qolayî didan birê çûk, orte. Lê vira tiştek hebû, wekî pey mirina kalikê yan jî bavêra, wêkî dê neçûya bal kurê xweyî mezin, lê biçûya bal yê çûk, wî çaxî, çawa extîyarî, ji çevîyêd malêye hîmlî yek dighîşt birê çûk, çimkî dê wê bal wî bidebirîya. Ew yek heta îro jî nav kurdada heye. Ew yek, bi texmîna me, ji matrîarxatê tê, paşmayîye, grêdaye blindkirina hurmata jinêra, extîyarîya wêye arxayîkra, wekî zemanê berektîyêda hebûye, wekî him malda, him jî derva (nav cmaetêda) jinê serkarî kirîye.

Extîyarîya jinêye mîratxarinê mala kurdda qasî ya mêr nîbû, çimkî himberî mêr kirî jina kurd malda, nav cmaetêda niqisî bû.

Raste, niqisbûna jinêra grêdayî heta îro qewînin qanûnêd agnatîyê nav kurdêd ji welatê me derda. Lê rex wan paşmaya jî hene qanûnêd kognatîyê û nha, her cîya, edetê kurdada tên eyankirin. Hilbet, yêd kognatîyê himberî yêd agnatîyê kirî dha sist tên eyankirin.

Bi wî teherî, pey mirina malxuêra, wexta hebûna malê nehata parevekirin, neferêd malê ji hev chê nebûna, wî çaxî ocaxa kal û bava cîyê xweda qewîn dima. Ew ocax, ew mal bona neferêd malê buhurtî dihat hesabkirin.

Malxuê malê, çawa edet, wexta mirina xwe nedigot gelo mîrata wî bighîje kê. Wexta bira û kurêd wî tunebûna, her wî çaxî digot, wekî mîrata wî gerek bighîje kîjan pizmamî. Bi gotina Emerê Ahmed, zevayê malê jî dikaribû bibûya xweymîrat, lê gerek zeva ji qebîla wî bûya, pizmamê wî nêzîk yan jî dûr. Hebûn merî jî, wekî zevê ne pizmam jî dikirin mîratxur. Usa bû qanûna xûn-qinêtîyê nav kurdada.

Wexta mîratxurê yekî tunebûya, ewî berî mirina xwe dikaribû bigota mîrata wî bidne destebirakê wî.

”Pêncî sal pêşda,- digot Axoyê Haco,- em diman nehya Talînêda li gundê Zurbe(28). Gundîkî navê wî Heso, pizmamêd wî tunebûn, her destebirakekî wî hebû, navê wî Qulîxan bû. Wexta mirina xwe Heso got,- pey mirina minra hebûna min bidin destebirakê minî Qulîxan. Wî çaxî Qulîxan jî bal nivîna destebirakê xwe rûniştîbû. Nelîna Heso bû. Wexta ewî glîyê xwe kuta kir, hêsir ji çevê Qulîxan hatin xarê”(29).

Raste, ew cûre mîratxarin hindik diqewimî, lê hebû. Ew yek nîvê pirê wexta xerîbîyê diqewimî, wexta ku pizmam gelekî ji hev dûr bûn.

Nha pirs pêşda te, eger destebirak pizmam nîne, lê çima mîrat dighîje wî? Eva edeta jî ji zemanê berektîyê pêşda hatîye, çimkî wexta berektîyê ser hîmê qrara destebiraktîyê, destebirak jî bira û pizmam dihatin hesabkirin: Berê, zemanê arxayîk, bona qewatê, alîkirina hev, nav gelek cmaetada, mêra, usa jî jina tilîyêd xwe qul dikirin, xûna hevdu dimêtin û bi wê sêrêmonîyê jî dibûn birêd hev, xûşk û bira yan jî, eger jin bûna, dibûn xûşkêd hev. Ser hîmê deba kal û bava jî destebirak, xûşk û bira ji xûn û qinêtekê, silsiletekê dihatin hesabkirin, çimkî xûna wana hatibû pevguhastin û dua lê hatibû kirin. Bi wî teherî, destebiraktî jî bi qanûnêd hebandinê dihat perwedekirin. Ew edet nav gelek cmaetada hebûye: nav slavonada, ermenîyada, asorîyada, gurcada, farizada, tirkada, kurdada û yêd din.

Nav wan cmaeta gişka jî wê pevgrêdanêra dibêjin ”biratî”, ”xûşk û biratî”, mesele: nav cmaetêd slavonda jêra dibêjin: ”Po biratîmstvo” (bratî), nav cmaeta gêrmanda ”Dîe verbraderung” (biratî), nav ermenîyada: ”yêxbayrûtyûn” û yêd din.

Gişk jî nîşan didin xebera biratîyê, ya xûn û qinêtîyê. Îzna destebirak hebû ne ku tenê mîrata birê xweyî mirî bixara, lê usa jî bona hev heyf ji dijmin hilanîna.

Terîqzan K. Bazîlêvîç, wexta derheqa heyfhilanîna skyûta xeber dide, dibêje:

”Nav skyûtada hebû edetê heyfhilanînê, wekî tiştekî gelekî kivşe nav cmaetêd qeydemexlûqetîya patrîyarxal-berektîyêda. Usa jî hebû nîşandayîna ebûbetkirina ”birabûnê” (wexta destebiraktîyê-E.E.). Wan herdu merîya, yêd ku qrar kiribûn, wekî bibin birêd hev, ji destêd xwe xûn berdidan, xûna xwe dikirin tasekê û nav şerevêda vedixarin”(30).

Pey vê ebûbetîyêra destebirak, xûşk û bira cabdar bûn ber hev. Gerek ewana bona hev helal bûna, hev hiz bikirina, bona heyfhilanînê û glîyêd din tifaqa wana yek bûya, mîrata hev bixarana çawa kurd dibêjin: ”Bona hev mirî bûna”, bi hevra şêwra xwe bikirina, usa, çawa birayêd helal.

Nha jî nav kurdada destebiraktîyê heye, lê ew edetê tilîbirînê, xûnvexarinê hatîye hilanîn. Wexta dibin destebirakêd hev, kasa şeravê hiltînin, serda duayê dikin û sozê biratîyê, xûşk û biratîyê didin hev, dibin destebirak, xûşk û bira. Sêrêmonîya berê, dînra grêdayî, hatîye hilanîn.

Nav kurdêd Sovêtîyêda edetê destebiraktîyê hatîye hilanîn, lê hene paşmayî, çawa tradîsîya, nha ji hezara yek dibin destebirak, ew jî çawa me go, bê sêrêmonîya, bi celebê sade xeberê didin hev, wekî bûne destebirak. Ew destebiraktî gele cîya bi kasa îçkê tê pîrozkirin.

Edetekî kurda din jî, bi mîratxarinêra grêdayî, ew pirsa pey mirina bavêra bal kê mayîna zara bû. Ser hîmê qanûna agnatîyê û heleqetîya pizmamtîyê, pey mirina bavêra zarêd wî nedighîştin dê, diman bal apê, kurapa yan jî pizmamêd din. Extîyarîya jina bî tunebû, wekî zarêd xwe bi xwera bibira mala bavê xwe, xweykira, çimkî ji terefê bavê zaru dihatin naskirin, lema jî gelek cara bi qanûna lêvîratêra grêdayî, jinêd bî bona bal zarêd xwe bimana, tîyêd xwe distendin.

Me got, wekî wexta mîratxarinê usa jî wexta chêbûne, para mezin malda dighîşt birê mezin, lê hebûn birêd usa jî, wekî gelekî ji hev hiz dikirin, başqe gotî birê mezin ji yêd xweye çûktir hiz dikir, bona hebûnê dilê wan ne diket, mîrat hema bi çapekê nav hevda parevedikirin.

Pirs pêşda te, gerek bi ulmî bê şrovekirin, gelo ew para mezine ku dighîşt birê mezin, çi pirsêra tê grêdan? Yanê ew edetê para mezin çawa pêşda hatîye, çimkî ew edet nav mletêd dinda jî hebûye. Gelo vira neynesî qanûna emrda mezinayîye yan tiştekî din hebûye? Wexta Maksîm Kovalêvskî derheqa mîratxarina cmaeta os xeber dide, tîne ortê nêta Mên, wekî ew, wê para birê mezin rêzûltata heleqetîya fêodalîyê hesab dike, yanê ew qanûna cmaetîyê hesab dike, wekî formasîya fêodalîzmêda pêşda hatîye, wekî extîyarîya kurê fêodalî mezin hebûye, ser hîmê prînsîpêd seyasetîyê, para mîratê mezin xwera hilde(31).

M. Kovalêvskî jî bi nêta Mênra qayîl bûye. Bi texmîna me ew fikr ne raste, çimkî ew edet nav gelek cmaetada, komêd xûn û qinêtîyêda zef zûda hebûye. Lê wexta fêodalîzmê, cîyê ku fêodal lê hebûne, kûr bûye. Nha jî hene cmaet, qebîl, wekî dereca fêodalîzmê derbaz nebûne, hema ser hîmê xûn û qinêtîyê, hesabkirina xebatê, emekê merîyê mezin û hurmetgirtina mezina pêra, para mîratêye mezin ghîştîye birê mezin.

Wexta mîratxarinê, ew cûre parevekirina mîratê yan jî wexta chêbûnê stendina para mezin wekî bira, kurêd mezin distendin, ne ku tu bê seyasetîyêra grêdayîye, çawa difikire Mên, lê bi qanûnêd mezinayî-çûkayîyêra, hurmetgirtinêra, emekra, çawa ew hîmdarê senteneta kulfet bûye. Neynesîya stendina para mezin ji alîyê birê mezin, kurê mezin xênji hurmetê, usa jî ji rûyê xebata bira, kura bûye, çimkî birê mezin anegorî emrê xwe û xebata xweye kirî dha zef qazanc kiribû, keda wî hebûna malêda dha pire, çawa dibêjin, emekê wî malda dha zef bû, lema jî bi hurmet û bi mezinaya wîra tevayî, çawa me got, keda wî malda dihat hesabkirin, bo wê yekê jî ji mîratê para mezin dighîşt wî. Bi zmanê ermenî para mezinê malêra dibêjin ”Avagî bajîn” (para yê mezin), bi zmanê osa: ”xêstaga”. Paşmayîyêd xêstagayê îro jî em dibînin nav cmaetêd Daxistanêda: nav osada, xêvsûrêd gurcda, elekberêd adrbêcanada û nav cmaetêd dinda.

Awa, parevekirina mîratê, hesabkirina bira, apa, kurapa, pizmama vê gavê jî nav kurdada heye, bal me ew edet hîmlî hatîye guhastin.

Berî rêvolyûsîya Oktyabrê kurdêd me Pişkavkazê pey qanûnêd hukumetêye mîratxarinê nediçûn. Ewana, çawa me jorê got, bi qanûnêd edet-deba berê yole diçûn. Zemanê Sovêtîyêda, bi pêşdaçûyîna malhebûn, kûltûra kurdara grêdayî, hîmlî hat guhastin edetê wan. Nha mîrat, çawa nav hemû cmaetêd Sovêtîyêda, usa jî nav kurdada ser hîmê qanûnêd extîyarîya bajarvanêd Sovêtîyê, bi kodêksî tê parevekirin. Nha mîna berê nîne, mîrata kurdê kolxozvan tenê dighîje kur, nebîyê merîyê mirî, lê wekî ewana jî li ortê tunebin, wî çaxî dighîje bira, birazîya, lê extîyarîya jina jî (xûşk, qîz, qîzap) heye bibin mîratxur. Eva hilanîna edetê patrîarxale, wekî gelek sala û zemana nav kurdada kokvedabû.

Eva yeka, çawa qewmandina cmaetîyêye pêş, grêdayîye heyetîya temamîya extîyarîya jinêye qasî ya mêra, wekî zemanê Sovêtîyêda pêşda hat û terîqêda qewmandineke tezeye nav temamîya emrjîyîna jina kurdda.

Bajarada, kolxozada, sovxozada tu kes nikare hebûna merîyê mirî nede, mesele, wexta yek bimire, lê heqrojêd kolxozêda hebin, îzna mîratxur heye wan heqroja çawa dereceke mîratê bistîne(32), usa jî heqîyata yê mirî ji sovxoza, fabrîka, zavoda û ji cîyê mayîn, bistîne, lê eger pey mirina merîkîra birêd wî, xûşk, kurap, qîzapêd wî tunebin, wî çaxî mîrat dighîje hukumetê.

Derheqa qanûnêd kodêksê em mesela naynin ortê, çimkî her bajarvanekî me derheqa wê yekê zane.

Bi wî teherî, çawa me ji deba kurdaye mîratxarinê dît, mîratxarin jî rêzûltata heleqetîya cmaetêd zemanê arxayîk bûye û timê, heta îro jî nav cmaetada hatîye û tê derbazkirin ser riknê xûn û qinêtîyê, pizmamtîyê.

  1. WEXTA HEBANDINÊ

Zûda destpêkirî, heta vê axirîyê jî, ber û qebîlêd kurda hîmlî tebîyet hebandine, paşmayîyêd wê em îro jî dibînin nav kurda gişkada.

Em ku dibêjin hebandina tebîyetê, fem dikin ber, prêdmêt û qewmandinêd wê, kundebûn, fêtîşbûna wan tişta û qewmandina ji alîyê merîyada. Meriva, ku ji wan prêdmêt û qewmandinêd tebîyetê çawa qinyat û guhastina wan nav wext û mezîla bê ser û binda fem nedikirin, lema jî bi celebê fantastîkî ew dihebandin.

Cûrê hebandina zemanê berê grêdayî bû bi berek û qebîlara, baza êkonomîka wanara. Bal komêd xûn û qinêtîyêye başqe-başqe hebû spêsîfîka hebandinê. Wexta neferêd bereka tişt, qewmandinêd tebîyetê dihebandin, her berekek totêma wê hebandinê hebû: mî, beran, ga, bzin, gakûvî, deve, hesp, pişîk, gur, hirç, cûrêd hêşinayî û yêd din. Her berekê zanibû, çika çi dihebîne, bi çi cûreyî, hema ew yek jî spêsîfîka hebandina wan bû, bi tebîyetêra grêdayî. Wexta F. Êngêls derheqa merivêd hind, berekêd wanda, rabûn-rûniştandina wana xeber dide, dibêje, wekî hinda wî çaxî hela nizanibûn derheqa pûthebandinêda (pûtperestîyê). Wî çaxî hebandina qewatêd tebîyetê zor bû, wekî berbi polîtêîzmê diçû. Hebûn eydêd qebîlêd başqe-başqe û cûrêd hebandina wan, lîstik, reqas, her qebîlekê eydêd xwe başqe derbaz dikirin(33).

Ser hîmê xeberêd Êngêls em dikarin bêjin, wekî zemanê berekîyê, usa jî paşwextîyê, her qebîlek obyêkta hebandina wê hebûye, usa jî yêd kurda. Nav kurdada jî hene ber û qebîl, wekî hebandina wana ji ber, qebîlêd din tê ayrîkirin, mesele: nav êzdîyada, heta îro jî em dibînin hebandina pûtperestîyê. Kanîya wê zemanê totêîzmêye, ew hebandina Melekîtaûse, wekî me derheqa wê başqe nvîsîye, bi wê pirsêva dha mijûl nabin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev