Ji Pêşgotina Kitêba ”Sed Pirsên Felsefeyî” (Philosophical Questions)

Ji Pêşgotina Kitêba ”Sed Pirsên Felsefeyî” (Philosophical Questions)

Ali Gurdilî

 

Di nav loda çalakî, kar û xebatên mirovî de, a ku herî zêde xwe dispêre metna nivîskî, meriv dikare bibêje ku felsefe ye. Sebebê vê yekê jî, ew e ku felsefe mîna disiplînên din bi pêş ve naçe, lêbelê li ser hev kom dibe û bi vî hawî, resenîya xwe diparêze. Wate, naşibe çalakîya zanistî û nabe, qanûnên zanistî.

 

Felsefehez, felsefenas, ramanwer û feylesofên ku dixwazin li ser mijarekê lêkolane bikin, berê xwe didin metnên berê yên felsefeyî û sûdekê jê digrin. Loma hebûna metnên felsefeyî, gelekî muhîm e. Heçî Sokrates e, wî li dû xwe metnekê nivîskî nehiştîye. Lê em dizanin ku Platonê şagirdê wî, temamîya felsefeya wî veguhastiya ser metna nivîskî.

 

Ji roja pêşîn heta roja îro, feylesofan gelek pirsên felsefeyî pirsîne û her feylesofekî jî, li gor resenîya xwe, li gor awira xwe a felsefeyî, bersiva wan pirsan daye. Mesela pirsa ”heyin çi ye?” gelek caran hatiye pirsîn û her feylesofekî, li gor awira xwe a felsefeyî, bersiva vê pirsê daye. Rast e, bersivên wan cuda ne. Lêbelê her bersivek, xweserî û xwemalîya xwediyê xwe dibêje û naşibe a yekî din.

 

Mesela bi sedan feylesofan, gotine ku ”heyîn, made ye” û di nav koma feylesofên materyalîst de cih girtine. Lê dema meriv li bersivên wan hûr dibe, meriv dibîne ku rê û rêgehên ku dane ber xwe, têgih û awayê wan ê fikirînê, çuqasî resen e û subjektîf e. Ji xwe, taybetîya herî giring a ku felsefeyê ji zanistê cuda dike jî, subjektîfîya wê ye.

 

Loma felsefe tu carê nade du qanûnên naguhêr, ji bo ferd û civakan, norman danayne û rê li ber afirandêrîya mirovî nagre. Lêbelê, giringiyê dide ramana tevbar û felsefeyî, awira rexnegir û hêza aqil û mantiqê. Di roja me de, gelek arîşeyên ferd û civakan hene. Ligel gelek pêşketinên dîtbar jî, arîşe bi temamî çareser nabin û wekî, hişkegirêkan, di cihê xwe de dimînin.

 

Çimkî lêgerana mirovî a wateyê, hê berdewam e û heta ku xwe negihîne hinek encamên watedar, wer xwiya ye ku arîşeyên mirovî dê her berdewam bin. Çimkî, temamîya arîşeyên me, ne arîşeyên teknîkî ne. Di vê xalê de, dibe ku mirov bikaribin ji zengînîya felsefeyê sûd werbigirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *