Keşfeke nû ji bo dîroka kurdan: Di berhemên latînî de kurd û welatê wan Kurdistan

Keşfeke nû ji bo dîroka kurdan: Di berhemên latînî de kurd û welatê wan Kurdistan

Omitê Mistefê 

-Awireke nûjen li dîroknasiya ewropî ya berî Ronesansê: Bikaranîna ferhengên latînî yên erdnîgariya Încîlê wekî çavkaniyên dîroka kurdan a kevnare-

Pêşek

Berî çend rojan lêkolînerê kurd Dara Gimgimî du rûpelên berhemeke latînî li ser rûpela xwe ya medyaya civakî weşandin û keşfeke nû ji bo dîroka kurdan a kevnare da destpêkirin. Lêkolînerî bi van her du rûpelan dergehê pirtûkeke sedsala 17an li pêşberî kurdan vekir ku heta niha neketiye destê dîroknasên kurd ên kevn û tezegihiştî. Rojhilatnas, lêkolînerê dêrê û dîroknasê frensî Samuel Bochartî (Samuelis Bocharti) piştî lêgerînên dûr û dirêj ferhengeke erdnîgariya pîroz a Încîlê amade kiriye ku di qada xwe de gelekî giranbiha ye. Nirxê pirtûkê yê ji bo kurdan her du mijarên di bin sernavên “Keştiya Nûh Pêxember” û “Medayî” ne; nivîskarî berhema xwe ji bo dêrên ewropayî amade kiriye û navê “Erdnîgariya Pîroz a Peleg û Kenanê/Geographia Sacra seu Phaleg et Canaan” lê kiriye. Di vê kurtexebatê de em ê qala nivîskar, berhema wî û mijarên li ser kurdan bikin; her wiha bi alîkariya wergera Googlê çend nimûneyan ji berhemê nîşanî raya giştî ya dîrokhez bikin ku rêya lêkolînên pêştir hêsatir be.

  1. Li ser kesayeta Samuel Bochartî çend gotin

Samuel Bochart (1599-1667) ayînzan û rojhilatnasekî reformîst, erdnîgar û xwezanasekî frensî ye. Piştî ku li Sedan, Saumur, London, Oxford û Leidenê perwerdehiya xwe qedandiye, di sala 1625an de li bajarê Kanê (Caen) bûye keşîş. Kralîçeya Swêdê sala 1652an Bochart vexwendiye Stockholmê ku di pirtûkxaneya wê de hînî destnivîsên erebî bibe. Piştî vê perwerdehiya taybet vedigere Fransayê û dibe endamê Akademiya Zanist, Huner û Destnivîsan.

Bochart di destpêkê de berhemeke ducildî ya bi navê “Hierozoicon an jî xebateke dualî li ser ajelên Pirtûka Pîroz/Hierozoicon sive bipartitum opus de animalibus sacrae scripturae” (1663) dinivîse; ev ferhenga wî ya lêkolînî qala hin ajelan dike ku navên wan di Incîlê de derbas dibin. Bochartî di vê xebata xwe de daye ser şopa xwezanasên misilman ên wekî Dumeyrî û Qezwînî ku wê heyamê berhemên wan li Ewropayê peyda nedibûn; wî ji bo rîşenasiya peyvan kevneşopiya xeyalî ya serdema klasîk bi kar aniye û ev rêbaza wî derbasî çanda serdema navîn jî bûye.

Bochart mirovekî xwedî feraseteke kûr bû û zimanên rojhilatî yên sereke dizanibûn; li gel zimanên ibranî, suryanî û erebî wî di temenê xwe yê pêşketî de dixwest ku hînî zimanê hebeşî bibe. Gava wî zanyariyek ji zimanekî biyanî werdigirt, di destpêkê de teksta jêgirtî bi zimanê resen tomar dikir û piştre wateya wê ya latînî dinivîsî; lewre çapxaneyên Londrayê bi dijwarî tîpên van alfabeyan peyda dikirin ku ji bo çapkirina berhemên wî bi kar bînin.

  1. Berhema wî ya hêja: “Erdnîgariya Pîroz a Peleg û Kenanê” (Geographia Sacra seu Phaleg et Canaan)

Samuel Bochart zanyarekî Încîla protestan a frensî ye ku şagirtê Thomas Erpenius û mamosteyê Pierre Daniel Huet e; her wiha yek ji çend nifşên pêşîn e ku li ser bingehê ramanên humanîstên Ronesansê dîtinên xwe yên şoreşgerî bi şêwaza nivîsên klasîk nivîsîne, di nava şert û mercên çandî yên civakên yûnanî û romayî de ramanên xwe bi zimanê latînî şayese kirine, her çiqas armancên wî bi tevahî nehatine fêmkirin jî di dîroka ramanan de xwediyê disîplîneke taybet e.

Bêguman Bochartî gelek berhem nivîsîne; ji bilî ferhenga wî ya erebî-latînî xebatên wî yên sereke ev in:

  • Erdnîgariya Pîroz a Peleg û Kenanê/Geographia Sacra seu Phaleg et Canaan, (Caen 1646);
  • Di kargeriya ayînî ya protestanan de şêwirmendî/De consiliandis in religionis negotio protestantibus, (1662);
  • Hierozoïcon, (London 1663).

Bêguman pirtûka Bochartî ya dubergî “Geographia Sacra seu Phaleg et Canaan” bandoreke kûr li ser şîroveya Încîlê ya sedsala 17an kiriye.

Samuel Bochartî berhema xwe wekî çar pirtûkan amade kiriye û di destpêka pirtûka yekem de (pênc beşên pêşîn: 27 rûpel) qala Keştiya Nûh û erdnîgariya wê dike; bi rastî zanyariyên ku wî di sala 1646an de tomar kirine gelekî resen in, mirov dikare bibêje ku zanyarên serdema me hê bi van agehiyan nehesiyane an jî heke pê hesiabin jî bi zanatî paşguh kirine: “Li gorî hinek nêrînên ku ez bi dilxwazî nêzikîrastiyê dibînim, -ji ber ku gelek berhevkarên wê zanyariyê hene û hinekên wan ji Jeromeyî kevntir in- keştiya Nûhîber bi çiyayên Gordyayê hatiye guhastin ku ji niştecihên wê re Kardoxî tê gotin. Ev netwe wekî Kardeî, Kordîeî, Kordiyayî, Korduenî, Gordî, Kordeî, Kurdî û hwd tê zanîn; ev çiya jî wekî Kardû, Kardon, Kûrûd, Kardînûs, Kordîayûs û hwd tê naskirin. Tê gotin ku heya niha jî beşek ji keştiyê li Ermenistanê li çiyayê Gordyayan ketiye ku hin kesan tevahiya wê ji wir derxistiye. Her çiqas AleksanderêMezin van çiyayên Ermenistanê li şûna Gordiyan wekî Korkûran bi nav bike jî, di navbera vê gotinê û vegotinên wî de cudahiyeke ewqasî mezin tuneye. Ez bawer dikim ku wî qala niştecihên wan deveran (kardoxiyan) kiriye…” (r. 20)1

Piştî ku Bochart zanyariyên beriya xwe radigîne, wan rexne dike û şûnwarê kurdên kardûxî wiha şîrove dike: “Ptolemeus çiyayên Gordenen û Gordieosê li ber çavkaniyên Dicleyê, Kardûxiyan jî li nêzîkê çemê Kurê, di navbera Kadeş û avên Mardistanê de destnîşan dike ku welatê hoz û tîreyên cihêreng ên Gordiyan e. Lê belê, tiştê teqez ew e ku Kardûxî li ber Dicleyê hene; bi rastî ne li ser çavkaniyan in, lê di nava sînorên Ermenistan û Aşûristanê an jî li welatê Hezbaniyan (Adiabene) niştecih in ku Kordya û Gordiyan ji hev nayên cudakirin…” (r. 21) 2

Ji beşa şeşem heta şanzdehem a pirtûka pêşîn derbarê erdnîgariya Babîlê de ye ku ji devera Şengalê dest pê dike. Nivîskarî pirtûka duyem ji Samiyan re veqetandiye; lê di beşa duyem de qala Îlamê û di beşa 12an de jî qala Dicleyê dike. Di pirtûka çaran de jî behsa Nemrûd (beşa 12an) û Neynewayê (beşa 20an) dike. Her çi ku mijara “Madai” ye, (ango med) ew jî di beşa 14an de (r. 219-225) derbas dibe: “Heke hûn peyva erebî ya Mahat bipejirînin, –ya ku ez jê fêm nakim- Madai bêguman di her rewşê de neteweya Medêye. Bi rastî pirtûkên Danyal û Estherî li her derê ji bo Med û Persan peyvên Paras û Madai di gel hev bi kar tînin. Tiştek hewce nake ku meriv li ser rewşa Medyayê bibêje, ji ber ku ew rastiyeke pir naskirî ye.” “Li wê derê ji Medan re Arî û Aryanî tê gotin ku li nêzîkê Kadeşê ye, ango beşa çiyayî ya Medyayê ye…” “Polybius bi awayekî balkêş behsa Ekbatanayê (Hemedan) dike û dibêje ku paytexta bajarên serdema navîn e, ew ji hemî paytextên din gelekî pêşdetir e. Dîmena wê cuda ye; xezîne, tirbên qralan û Perestgeha Anahîtayê li wir in…” (r. 220-221)

Serencama vê lêkolîna destpêkî

Bêguman ev agehiyên destpêkî yên ku me bi rêya wergera Googleê bi dest xistine, ne zanyariyên teqez û piştrastkirî ne; lê ji bo nirxandineke giştî pêngaveke baş in. Di vê lêgerîna xwe de em rastî hinek zanyariyên dîtir hatin ku divê bi xwendekarên kurd re pareve bikim:

  1. Dema ku peyvên “Martianam paludem” bala min kişandin, min li ser Googleê lêgerînek da destpêkirin; min dît ku di berhemeke din a latînî de jî li kêleka van peyvan qala kurdan tê kirin: “Li milê çepê yê Maronya, Erzerom û Wan a binefşî hem gelên Ermenistanê hem jî parêzgarên kurd ên ku li nêzikî Gola Tûşpayê û çavkaniyên Mardistanê dijiyan amade bûn. // In sinistri Maroniae, Erzirumi, et Vanni purpurati stabant cum utriusque Armeniae gentibus, et Curdorum pracfectis, quicirca Tospitem lacum et Martianam paludem habitant, cifque attributus erat summus castrorum pracfectus”3Îcar min gote xwe: “Gelo li vê herêmê qala kurdên ‘Mard’, ‘Mart’ an jî ‘Mar’ tê kirin yan na?” Di lêgerîneke înternetî de rastî vê agehiyê hatim: “Mardpetakan, herêmeke dîrokî ya Ermenistanê bû; sînorên wê ji Mîrekiya Anjewasî ya li Corduene li başûrê Gola Wanê dest pê dikir û heta Siunik a li bakurê çemê Erez diçû… Navçeyên jêrîn tê de hebûn: Mardastan (axa Mêrdan), Bûn Mardastan (axa sereke ya Mêrdînan), Çuaşrot, Tornavan, Ercîşakovit, Xulanovit, Alanrot, Krçunik, Nexçewan, Garnî û mîrektiya Ancaxî Jor. Di heman demê de bajarên Marakan (warê Medan), û Maravan (bajarokê Medyayê) tê de jî hebûn.” 4
  2. Piştî ku min berhema Samuel Bochartî ya bi navê “Erdnîgariya Pîroz a Peleg û Kenanê”dît, mereqek li min çêbû; min gote xwe: “Gelo piştî Bochartî kesek li ser erdnîgariya Încîlê xebitiye yan na?” Di lêgerîneke înternetî de rastî pirtûkeke sala 1813an hatim ku bi rastî jî mehtel mam: “ERMENISTAN, parêzgeheke Asyayê ye ku ji Turkomaniya ya nûjen û perçeyek ji Persiyayê pêk tê; Gurcistan li bakur, Kurdistan an jî Aşûristan a kevnar li başûr, û Anatoliya an jî Asya Biçûk rojavaya wê ne…”5Piştî xwendina vê zanyariya şaş û alîgir hişê min çû ser dîroka nivîsandina her du berheman: Pirtûka Samuel Bochartî di sedsala 17an de (1647) hatibû çapkirin û ya Eliyah Parîş jî di sedsala 19an de (1813) hatibû weşandin. Di peyva “ARARAT”ê de zanyariyên kevn ên filehan tunebûn, tenê bi alîgiriya ermeniyan digot ku “Armenians call it…/Ermenî dibêjinê ku…”. Hate bîra min ku ewropayiyên fileh piştî Ronesansê hemû pirtûkên latînî avêtine ser gizilgo û sergoya dîrokê; êdî guh nadin keşe û papazên latînîaxêv û bi dilê xwe û bi azadiyeke bêsînor her tiştî dinivîsin, vê bêbextiya zanistî gotina pêşiyan a kurdan “heke girt ez im, heke negirt ji xwe diz im” anî bîra min. Dîsa hate bîra min ku piştî avakirina Komara Tirkiyayê û qedexekirina zimanê osmanî, hemû zanyariyên osmaniyan ên derbarê kurdan de jî hatin betalkirin; bi vî awayî dîroka kurdan a di gel osmaniyan hevpar bi biryareke neheq ji holê hate rakirin û qedera neteweyekê hate girêdan.
  3. Wêneyê Samuel Bochartî yê ku sala 1699an de ji aliyê Pieter Louis van Schuppen ve hatiye xêzkirin jî ez şaş û mehtel hiştim; di binê wêneyî de alayeke ku dişibihe alaya Tirkiyayê ya niha hatiye çêkirin û alaya osmaniyan a wê çaxê sê heb heyvik bûn. Piştre hîn dibim ku ew alaya “heyvik û stêrka pênc nikilî”aydî romayî û bîzansiyan bûye.
  4. Di dawiyê de gihiştim wê qinaetê ku bi geşedana Ronenasansa Ewropayê re nirxê zanyariyên latînî nemaye; tapûya erdê Kurdistanê yê ku di nava erdnîgariya Încîlê de li ser navê kurdan tomarkirî jî hatiye betalkirin, heman tişt piştî rûxandina dûgela osmanî û qedexekirina wêjeya wê jî pêk hatiye û erdnîgariya Kurdistanê du caran hatiye înkarkirin: carekê li derve û carekê jî li hundir.

Jêrenotên tekstê:

1 “Altera fententia, cui accedo libentius, quia plures habet affertores, & in his quoſdam Hieronymo longè vetuſtiores, arcæ Noe locum mutatur in Gordyaeorum montibus, qui ijdem Carduhi dicuntur, Cardiei, Cordyaei, Cordueni, Gordi, Cordæi, Curdi & c. Ut & variè feribitur montis nomen Kardu, Cardon, Kurud, Kardynus, Cordyaeus & c. … Fertur autem etiam nunc navigui pars aliqua fupereffe in Armeniâ in monte Gordyaeorum, quofdam inde auferre bitumine erafo: Eô autem ablato utuntur homines pro amuleto. Nec multo aliter Alexander Polyhistor, nifi quòd hos Armeniæ montes pro Gordyæis Corcyræos appellat: Quomodo vocaffe credo locorum incolas …” Samuelis Bocharti Geographia Sacra: https://www.digitale-sammlungen.de/en/view/bsb10353452?page=68,69; dema gihiştinê: 02.09.2021.

2 Hi omnes in id confentiunt arcam Noae quieuiffe super montes Gordaerum. Sed de illorum montium fitu non convenit inter feriptores. Ptolemæus Gordenen & Gordieos montes ponit circa fontes Tigridis, & Carduchos circa Cyrum fluuium, inter Cadusios & Martianam paludem, tanquam populos diuerfos à Gordiaeis. Certum tamen eft Carduchos ad Tigrim habitaffe, non quidem ad fontes, fed in Armeniæ & Affyriæ vel Adiabenes confinijs, & ab his non diftingui Cordyaeos feu Gordiaeos.

3Jac. Augusti Thuani, Historiarum sui temporis tomus primus, (bi latînî), S. Buckley: Londini, 1733, c. 4, r. 366. https://books.google.com.tr/books?id=ytVYTDSRJWMC&pg=PA366&lpg=PA366&dq=martianam+paludem&source=bl&ots=4jqhHUPuuk&sig=ACfU3U2ItIVbu9GekGQRp8dsJsmAFmEUsQ&hl=tr&sa=X&ved=2ahUKEwiA__a4zeHyAhVGhf0HHZe7Cd8Q6AF6BAgLEAM#v=onepage&q=martianam%20paludem&f=false; dema gihiştinê: 03.09.2021; 04:08. Her wiha bnr.: Servaas Galle, Sibylliakoi chrēsmoi, hoc est, Sibyllina oracula ex veteribus codicibus emendata, ac restituta et commentariis diversorum illustrata, operâ & studio Servatii Gallæi : accedunt etiam oracula magica Zoroastris, Jovis, Apollinis, &c. : Astrampsychi Oneiro-criticum, &c. græce & latine, cum notis variorum, apud Henricum & viduam Theodori Boom, 1689, c. 2, r. 150-159; https://books.google.com.tr/books?id=lW1eAAAAcAAJ&pg=PA157&dq=Martianam+paludem&hl=tr&sa=X&ved=2ahUKEwiDlKqsz-HyAhWMQvEDHcOoADAQ6AEwCHoECAUQAg#v=onepage&q=Martianam%20paludem&f=false; dema gihiştinê: 03.09.2021; 04:18.

4https://en.wikipedia.org/wiki/Mardpetakan; dema gihiştinê: 03.09.2021; 04:31.

5“ARMENIA, a province of Asia, consisting modern Turcomania, and a part of Persia, having Georgia on the north, Curdistan, the ancient Assyria on the south, and Natolia or asia Minor on the west…”; Elijah Parish, Sacred Geography or a Gazetter of the Bible, Samuel T. Armstrong: Boston, 1833.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *