”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 43

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 43

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Kurd di sînorên dewletên nû yên gorî peymanên Sevrê (1920) û Lozanê (1923) da”. Em îro ji sê beşên wê beşa duduyan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Kurd di sînorên dewletên nû yên gorî peymanên Sevrê (1920) û Lozanê (1923) da -2

V. Vêrtyayêv

* * *

Pirsa sereke li Konferansa Parîsê ya Aşîtîyê ew bû, ku prînsîpên Peymana Aşîtîyê amade bikin di navbera welatên di şêr da serketî (welatên Antantayê) û Almanîyayê û Împêratorîya Osmanîyê da, ku teslîm bûbûn, herwiha navbera hevalbendên wan – Bûlgarîstanê, Austrîyayê, Macaristanê da. Guftûgokirina pirsên aşîtîyê bi Împêratorîya Osmanîyê ra piştî girêdana Peymana Versalê ya Aşîtîyê bi Almanîyayê ra (28ê hezîranê sala 1919an) berdewam bûn û piştî 13 meh û nîvan bi girêdana Peymana Sevrê ya Aşîtîyê bi hukumeta Osmanîyê ra bi dawî hatin.

Havîna sala 1920î dîplomat û sîyasetmedarên Awropayê yên binavûdeng berevî karxaneya ferfûrî ya li Sevra rex Parîsê bûn, bona li ser kelefeyên Împêratorîya Osmanîyê qeyde û qanûnên sîyasî yên nû bo tevaya Rohilata Nêzîk amade bikin. Hela berî îmzekirina Peymana Sevrê di nava endamên Komeleya Tealîya Kurdistanê da dubendîyeke dijwar xuya dibû: ewana pareveyî li ser alîgirên otonomîya Kurdistanê di nava Tirkîya yekgirtî da û alîgirên serxwebûna dewleta kurdan bûn.

Li hevraxeberdanên Sevrê general Şerîf Paşa êdî nûnerê sê komên sîyasî yên navdar yên kurdên Împêratorîya Osmanîyê bû. Ya pêşin Komeleya Tealîya Kurdistanê bû, kul i wir rola sereke lawên Mîr Bedirxan dilîstin. Ya duduyan, Komîtêya serxwebûna Kurdistanê bû, ku bi navê ”Azadî” jî dihate naskirin, ku di destpêka salên 20î li Erzurumê hatibû sazkirin û serekeşîr û şêxên navdar diketine navê, di nav wan da herwiha nûnerên ronakbîrên kurdan jî hebûn. Terefdarên ”Azadî”yê piştgirên Kurdistana serbixwe bûn bi cûrê qiralîyetê ya di bin bandora demkî ya Brîtanîya Mezin. Hêza sîyasî ya kurdan ya sisîyan, ku Şerîf Paşa li hevraxeberdanên Sevrê nûnertîya wan dikir, Partîya kurdan a radîkal bû, ku bingehê wan nifşa nû ya binemala Bedirxanîyan bû (sala 1927an piranîya wan ketine nava rêxistina kurdan ya nasyonalîstîyê ”Xoybûn”ê). Wana li Sevrê alaya kurdan ya miletîyê – sor-zer-kesk bi Roya zêrîn di ortê da raberî amadekaran kirin.

Di dema îmzekirina Peymana Sevrê, li Tirkîyê hema bêje du desthilatî hebûn, yek hukumeta Osmanîyê ya berê bû li Stembolê, ya din terefdarên şerê dijî dagirkarîya welatên dereke bûn bi serokatîya Mustefa Kemal. Dewletên Roavayê hukumeta Osmanîyê ya berê wek alîyek qanûnî didîtin bo îmzekirina wê belgeyê û ev yek ji alîyê tevaya civaka tirkan da bi nerazîbûneke mezin va hate qebûlkirin. Lê hukumeta kemalîstan – Meclîsa Tirkîyê ya Miletîyê, ku li Enqerê bû, bi awayekî sert derkete dijî îmzekirina peymana peywendîdar, ku bi daxweza dewletên serketî hatîye amadekirin û berjewendîyên tirkan, kurdan, çerkezan û gelên welêt yên din hilnedane ber çavan, parastina yekîtîya musulmanîyê di goveka dewleteke yekgirtî da (Tirkîyê) piştguh kirine.

Peymana Sevrê, ku gerekê dawîhatina Şerê Hemcihanê yê yekê testîq bikira, 10ê tebaxê sala 1920î di hêlekê va ji alîyê welatên Antantayê û dewletên ku bi wan ra bûne yek û di hêleke din va ji alîyê hukumeta Osmanîyê da hate îmzekirin. Bi tevayî, ewê sînorên Tirkîyê yên nû destnîşan kir, xuya bû ku pir kêm bûbûn, tenê Stembol û ji çar perçeyên Asîya Biçûk sê perçe para wê ketibûn. Di ser da jî, kontrola li ser devtengên Behra Reş di bin hukumê dewletên Awropayê da bûn. Gorî sê xalên Peymanê li ser axa Tirkîyê gerekê li herêmên kurdnişîn axên otonom bihatana sazkirinê (xala 62an), gerekê amadekirina projeyên herêmên otonom di nava sê mehan da pêk bihatana (xala 63an) û firsendê bidine kurdan ku daxwez ji Koma Miletan bikin bo serxwebûnê bidine wan (xala 64an).

Em wê jî bêjin, ku Kerkuka bi neftê va dewlemend, herwiha Suleymanî, Dihok, Erbîl û Zaxo yên bi aborî pêşketî, gorî xala 22an a Peymana Versalê ya sala 1919an bûne axên binmandat yên Koma Miletan û ew kirine bin hukumê (protektotrata) Brîtanîya Mezin bi armanca ku wê di paşdemê da qedera wan axan bê biryardan. Başûr-roava Kurdistanê hema bi wan şertan va dane Sûrîyê, ku di bin kontrola Fransayê da bû, lê Kurdistana Farizistanê di nava xalên Peymana Sevrê da wek beşeke Kurdistana serbixwe ya xeyalî ne dihate dîtin. Sînorên Kurdistanê ku dikaribûn hebûna, axa ”ji rojhilata çemê Feratê, ji başûrê sînorê Ermenîstanê û ji bakurê sînorê Tirkîyê bi Sûrîyê û Mesopotamîyayê ra”3 hildigirta nava xwe.

Di Peymana Sevrê da ne zelal bû ka sînorên sîyasî yên van axên otonom û serbixwe gerekê ji ku ra derbaz bibin, û ev sebebek bû, ku ew Peyman demeke dirêj emel ne kir û di praktîkê da nikaribû bihata pêkanînê. Hatibû biryarkirin, ku endamên komîsyona taybetî ya ji nûnerên dewletên Antantayê gerekê di nava şeş mehan da sînorên Kurdistanê wek axeke otonom bikişandana. Hela di destpêka amadekirina Peymana Sevrê ya Aşîtîyê da Şerîf Paşayê ku nûnerê kurdan bû, nikaribû daxwezên gelê kurd raber bikira, ji ber ku nizanibû ka gelê kurd yê Împêratorîya Osmanîyê di rastîyê da çi dixweze – otonomî an serxwebûna tam. Lema jî gorî xalên 62, 63, 64 yên wê peymanê gerekê li Tirkîyê herêmên otonom bêne sazkirinê, bi perspêktîva ku di paşdemê da dikarin serbixwe bin, lê bi şertê ku binecîyên wan waran wê yekê bixwezin.

 

Peymana Sevrê demeke dirêj ne jîya, lê bona bi awayekî navnetewî naskirina mafên kurdan yên miletîyê roleke gelekî giring lîst. Lê Kurdistana yekgirtî ya serbixwe heta niha jî wek xeyal maye, ji ber ku di nav kurdan bi xwe da yekîtî tune û ewana zêde hêvîya xwe datînin li ser piştgirîkirina dewletên Roavayê û yên cînar, dewsa ku berjewendîyên miletê xwe ser her tiştî ra bigirin.

 

Peymana Sevrê deklarasyonên derheqa mafên gelan ji bo xwerêvebirinê binpê kir, axên Împêratorîya Osmanîyê gorî daxweza dilê xwe di nav dewletên Awropayê da parevekir bo hukumkirinê, lema jî gelek kurd ser wê bawerîyê bûn, ku ew peyman hewildaneke dewletên Roavayê (xaçparêzan) bû bona daxwezên xwe bi situyê musulmanan va bialînin. Hema di destpêka lihevkirina li ser sînoran, nûnerên kurdan dij derketin, ku herêma Wanê ji sînorên dewleta Kurdistanê a paşdemê der bimîne. Hîsên kurdan yên nasyonalîstîyê, ku bi şertên Peymana Sevrê xuliqîbûn, bû sebeb ku gelek kurd wê peymanê bendî tiştekî nehesibînin, ji ber ku ew peyman di wê dema dîrokî da dihate hesibandin wek aletek bona daxwezên împêrîalîstan bi situyê wan va bikin, û ji kurdan ra parevekirina Rohilata Nêzîk ya bi wî cûreyî dest nedida. Dema dewletên Awropayê di goveka Peymana Sevrê da mafê kurdan bo damezirandina dewleta xwe ya nû ya serbixwe nas kirin, gelek serekên kurdan û ronakbîrên wan bi aktîvî derketin dijî wan prînsîpên ”xweserîya kurdan”, ku di wê peymanê da hatibûne raberkirinê: hinekan digot ku gerekê serxwebûna kurdan ya tam hebe di bin parastina Brîtanîya Mezin da an jî bêy parastinê, hinekên din hêvîya xwe danîbûn li ser piştgirîkirina Rûsîya Sovêtîyê, lê hinekên din jî biryar kirin xwe bidine alîyê tevgera Mustefa Kemal (Ataturk) ya dijî împêrîyalîstîyê, ku bi sazkirina dewleta nû – Komara Tirkîyê di sala 1923an da Peymana Sevrê ya Aşîtîyê binax kir.

* * *

Di dawîya Şerê Hemcihanê yê yekê Sûrîya bi alîkarîya îngilîsan, bi artêşa Feysal îbin-Huseyn ji bin hukumê Împêratorîya Osmanîyê rizgar bû. Lê di encama lihevkirina di navbera Brîtanîya Mezin û Fransayê da ew welat hat îlankirin wek axa di bin hukumdarîya Fransayê da. Sînorên Sûrîyê bi Tirkîye Komarî ra bi peymana Enqereyê ya sala 1921ê, ku hukumetên Tirkîyê û Fransayê girêdabûn, hatine kişandin. Gorî wê belgenameyê axên ku niştecîyên kurd lê piranî bûn, ketine nava Tirkîya Komarî da, herwiha bajarên wisa, wek Mêrdîn û Nisêbîn. Bi vî awahî, Sûrî ji parastina axa xwe ji alîyê Fransayê da peymana bi Tirkîyê ra îmzekirî ya derheqa sînorê dewletê da sitend, ku ew sînor ji axa kurdan ya kal û bavan derbaz dibû û digihîşte heta sînorê bakur yê dewleta Helebê, ku dikete nava axa Sûrîyê ya di bin parastina Fransayê da.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *