Pirtûka ”Kurd – miletê jixwemezintir” derket

Pirtûka ”Kurd – miletê jixwemezintir” derket

Berhema nivîskar û rojnamevanê Kurd Arif Zêrevan ji Weşanxaneya Hîvda derket

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka nivîskar û rojnamevanê Kurd Arif Zêrevan a bi navê “Kurd – miletê jixwemezintir” ji Weşanxaneya Hîvda derket û niha li ber destê xwînerê xwe ye.

Pirtûka Arif Zêrevan a “Kurd – miletê jixwemezintir” ku têde behsa çîroka siyasî, civakî û kulturî ya 20 salên dawiyê ya miletê kurd dike hat belavkirin.

Arif Zêrevan di pêşgotina pirtûkê de dibêje: “Heger hinek kesên nekurd ji min bipirsin ‘kurd kî ne’, ez dê bibêjim: Kurd miletek in ko eve dused sal in osmanî û sefewî, paşê jî Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye bi piştgiriya Ewropayê û Rûsyayê dixwazin nesla wan ji ser rûyê erdê rakin lê belê bi ser neketin. Kurd miletekê qayîm e, xweragir e, serhildêr e, xudanesl û binyad e. Kurd di nêv agirê cehennema çar dewletan de; bi çiyayên xwe, bi zimanê xwe, bi pêşmergeyên xwe, bi alaya xwe û bi agirê newrozê serê xwe hildidin û têknaçin. Kurd miletekê jixwemezintir e.”

Di beşeke pirtûkê de Zêrevan nivîsandiye: “Li hemî Rojhilata-nêvê tenê miletê kurd e ko ji bo avakirina dewleta xwe û miletê xwe dînê îslamê nake emrazekê siyasî ji ber kurd ji hêza xwe ya beşerî 50 milyon nifûs piştrast in, ji welatê xwe yê cografîk Kurdistana mezin piştrast in û ji baweriya xwe ya neteweyî yanî ji kurdayetiya xwe piştrast in. Bo miletê kurd dîn baweriyek e di nêvbera Xwedayê mezin û ebdên wî de û kurdan jî wekî tirkan, ereban û farisan ihtiyacî bi polîtîzekirina îslamê nîne.”

Rojnamevan Mihemed Sanrî jî derbarê Arif Zêrevan û pirtûka wî de dibêje: “Arif Zêrevan, rojnamevan û nivîskarekê zimanzelal, fikirzelal, helwêstzelal û konkret e. Ew bi rengdêran û bi hevok û komekên pasîv li dora mijaran naçe û nayêt. Ew, gotina xwe, fikra xwe û helwêsta xwe bi zimanekê yekser û bêvedan dinivîsîne. Vê kitêbê bixwîne, tu dê bi ruhê zimanê kurdî bihesî, tu dê bi helwêsteka siyasî ya jixwepiştrast bihesî. Arif Zêrevan hişê xwe û qelema xwe di asteka bilind de bi kar tîne û behsa miletê kurd yê jixwemezintir dike.

Ev kitêb behsa çîroka siyasî, civakî û kulturî ya 20 salên dawiyê ya miletê kurd dike. Kurdistan dagirkirî be jî kurd hêdî ne miletekê bi gotina klasîk “bindest” in. Kurd di meydana siyasî û stratejîk ya cîhanê de hêdî aktor û xudangotin in. Gotina kurdan gelek caran ji gotina dewletan qedirbilindtir e.”

Arif Zêrevan kî ye?

Rojnamevan û nivîskar Arif Zêrevan ji herêma Botan ya bakurê Kurdistanê ye û wî li cem babê xwe seyda Şêx Mele Evdirehmanê Gundikî dersên zimanê erebî û dînî xwendine. Wî li Zanîgeha Stockholmê fakulteya rojnamevaniyê qedandiye û ji sala 1995ê ve di medyaya swêdî û kurdî de kar kiriye.

Arif Zêrevanî sala 1997ê kitêba “Bingehên rastnivîsandina kurdiyê (kirmancî) nivîsiye. Paşê jî kitêba Celadet Alî Bedir-Xanî “Alfabeya kurdî” amade kiriye. Wî, “Dîwana” Melayê Cizîrî û “Memozîna” Ehmedê Xanî ji alfabeya erebî transkrîbeyî alfabeya kurdî-latînî kirine û ew wekî kitêb derxistine.

Ji sala 2002-yê ve Arif Zêrevan di warê siyasî û kulturî de gelek nivîsar di malpera Nefelê û hinek malperên dî yên kurdî de nivîsîne û ew wekî rojnamevan û nivîskar tê naskirin.

Çavkanî: https://www.rudaw.net/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *