Nameyên evînî – 145

Nameyên evînî – 145

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Nura can, ez henekan nakim. Yek ji bingehê wan gotinên min ew e, ku di nav gelek salan da min ji kesên di emirê te da fikirên wisa dagirtî û fîlosofî nebihîstine. Merivê xwendî û zane tiştek e, merivê aqilmend tiştekî din e. Tu aqilmend î! Tu bêjî na jî, tu tiştek naguhêre. Tu biryara xwe di nava çend sanîyan da didî û rast û têr û tije didî. Ez bawer nakim, ku te di jîyana xwe da şaşîyên mezin kiribin, an jî tuyê bikî. Belkî şaşîya te ya here mezin ew e, ku niha te yekî wek min hilbijartîye.

 

¤¤¤

Nura can, min zanibû tuyê ji van gotinan hinekî biêşî. Niha jî ez bo wê diêşim, ku min bêhemdî xwe tu êşandî. Lê min nikaribû negota te.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *