Jina Kurd a wêjevan

Jina Kurd a wêjevan

Wêjeya kurdî, ew wêjeya dêrîn e ku bi civakbûyîna mirovan re

tovê xwe çandiye û şaxên xwe di erdê de kûr kiriye.

Di bikaranîna wêjeyê de kurd xwedî dîrokeke kevnar e, ew jî yek ji wan gelên resen e

ku li ser xaka Mezopotamyayê serî hildane û li ser xaka xwe pêş ketiye. 

Wêjeya kurdî ya dewlemend ji dewlemendiya dîroka gelê xwe û ji têkoşîna jina kurd hatiye.

 

Lema Mihemed Elî

 

Weke ku tê zanîn di cîhanê de gel û civakên bê wêje nehatine dîtin an jî bi demê re tune bûne. Ji bo ku gel û civak bi tunebûnê re rû bi rû nemînin, di şerê man û nemanê de ketine pêşbaziyê, ew gelê ku ziman, çand û wêjeya xwe parast û bi pêş xist, cihê xwe di lîsteya hebûnê de tomar kir.

 

Di vê pêşbaziya man û nemanê de gelê kurd xwedî helwestên ber biçav bû ku xwe li ser pîyan bigire û hebûna xwe isbat kir. Bêguman rola jina kurd di vê parastin û pêşketinê de roleke sereke û berbiçav e.

 

Daku em girîngiya wêjeyê binasin divê em bizanibin wêje çi ye.

 

Wêje; ew zanista ku hemû têkiliyên jiyana mirov û civakê bi me dide nasîn û têgihandin. Wêje, raboriya mirovahiyê diparêze û tomar dike,

ew bingeha xwe ji sincê pak, hizira hevpar û wijdanê civakê werdigire.

 

Di nava xwe de xemilandina peyvan, raman, hest û aşopiyan bi devokî yan jî bi nivîskî ji bo xwendevan û guhdarên xwe bi hest, kelecan, coş û bedewiyeke bilind radigihîne ku wateya xwe di jiyanê de, ji rastkirina rêkûpêkiya reftar, perwerde, zanîn û çandina nirxên hêja werdigire.

 

Di zimanê kurdî de têgeha wêjeyê ji peyva wişe hetiye, ev peyv jî di zimanê kurdî yê kevnar de tê wateya peyva xweş, di nava herikîna demê de wişeyê cihê xwe ji peyva bêje û wêjeyê re hiştiye, tê wateya peyva xweş.

 

Wêjeya kurdî, ev wêjeya dêrîn e ku bi civakbûyîna mirovan re tovê xwe çandiye û şaxên xwe di erdê de kûr kiriye. Di bikaranîna wêjeyê de kurd xwedî dîrokeke kevnar e, ew jî yek ji wan gelên resen e ku li ser xaka Mezopotamyayê serî hildane û li ser xaka xwe bi pêş ketiye.

Ev wêjeya ku li ser çanda Neolotîk hatiye avakirin, xwedî dewlemendiyeke dîrokî ye. Wêjeya kurdî ya dewlemend ji dewlemendiya dîroka gelê xwe û ji têkoşîna jina kurd hatiye.

 

Di dîroka civakbûyîna mirovahiyê de, jin pêşeng û rêvebera vê serdemê bû, di vê dema ku mirov ji ajalan veqetiya û bingeha mirovahiyê danî, bi riya jindayikê ev kombûyîn hat çêkirin. Di vê gava pîroz de ziman hat afirandin û jinê bingeha wêjeyê danî, ku bi vegotina çîrokên ku weke bûyer û serpêhatî bi mêran re di dema nêçîran de derbas dibû, jinê jî ev serpêhatî weke çîrok ji zarokên xwe re vedigot. Di vê pêvajoyê de helbestê jî serî hilda, bêguman ew jî jinê dest pê kiriye, ji ber vê yekê em dibêjin jin pêşenga civakbûyîna mirovahiyê ye.

Bi domana demê re şaxên wêjeyê weke efsane, destan, gotinên pêşiyan, mamik û her wekî din çêbûn…..

 

Jixwe di serdemên destpêkê de wêje devokî bû û paşê kete warê nivîsê, wêjeya devokî qonaxeke dirêj da ber xwe, di vê serdemê de dîrok nehatiye tomarkirin weke ku me got wêje devokî bû û hîn nivîs nehatibû meydanê, ji ber vê yekê kesê wêjevan bi navê xwe ango bi berhemên xwe nedihatin naskirin, wêje civakê diafirand û li ser navê wê civakê ango wê netewê wêje dihat tomarkirin.

 

Bi derketina pirtûka pîroz Avestayê re wêjeya kurdî ya devokî rê dît ku bikeve warê tomarkirina nivîskî. Di serdema ku nivîsê li Kurdistanê serî hilda, berhemên ango xuliqkariya wêjeya devokî xwe berda nava nivîsê da ku di dîroka nivîsê de cihê xwe bigire, pştî Avestayê û bi domana demê re gelê kurd bi dagirkerî û pişavtinê re rû bi rû ma.

 

Desthilatdarên ku Kurdistan dagir û perçe kirine, ji parçekirinê wêdetir dest avêtine nirxên civaka kurd, di her alî de xwestine kurdan ji nasnamaya wê bişo, ji ber vê yekê dest avêtin qedexekirina nivîs û wêjeya kurdî, ji ber ku wêje nasnamaya civaka xwe ye, diviyabû wê nasnameyê tune bikin.

 

Bi şewitandina Avestayê re, wêjeya kurdî ket neçariya xweparastinê ya di riya wêjeya devokî de. Ev wêjeya ku bi hezarê salan li ser zimanê gelê kurd û bi taybet li ser zimanê jina kurd xwe parast, ji parastinê wêdetir xwe bi pêş xist, gelê kurd têgihişt ku ziman wêjeyê diparêze û wêje ziman bi pêş dixe.

 

Di vê navbera zor û zehmet de, jina kurd bê navber hemû bûyer, serpêhatî, xweşî û nexweşî, kuştin û talankirina bi ser natewa kurdan de hatî di riya zimanê xwe û wêjeya xwe ya devokî de parast.

 

Dem derbas dibe û Îslam dest bi fituhatên xwe dike ku paşê digihêje Kurdistanê û xwe weke ola yekem û yekxwedayî li ser netewa kurd mîna gelek netewên din ferz dike. Di vê ferzkirinê de ziman û wêjeya ereban di riya mizgeftên ku li Kurdistanê ava dike ferz dike.

 

Êdî pişaftina bi rengekî din dest pê dike ku di bin navê olê de siyaseta ferizkirina ereban xwe dide pêş. Di dibistanên olî de xortên oldar ên kurd weke feqîyan li van dibistanan dixwînin û fêrî zimanê erebî dibin, di riya vê fêrkirinê re deriyekî nû ji xwe re dibînin ku wêjeya xwe ya devokî bixin warê nivîsê, ev derî jî xwe derbirînkirin di riya bikaranîna tîpên erebî lê bikaranîna zimanê xwe yê kurdî de bû. Ji vê serdemê re hat gotin ( Serdema Wêjeya Kurdî ya Kilasîk) jixwe di vê serdemê de gelek wêjevanên navdar navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka wêjeya kurdî de tomar kirin, weke (Baba Tahirê Hemedanî, Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê xanî…..hwd).

 

Ji aliyê jinên wêjevan ve jî ne kêmî mêran bûn ku xwe fêrî nivîsê bikin berhem û xuliqkariya xwe bidin tomarkirin. Wek mînak di sedsala (7-8-12- 13-15) an de, di nava Yarasaniyan de bi taybet di sedsalên (12-15) an de, jinên kurd yên helbestvan xwe dan pêş, ên mîna (Celale Xanima Loristanî, Rihan Xanima Loristanî, Lîza Xanim, Dayê Tewraza Hewramî û Nêrgiz Xanim) ku di serdema xwe de ji bo wêjeya nivîskî xwedî cihên giring bûn.

 

Celale Xanima Loristanî 

 

Yek ji van jinên ku roleke xwe ya taybet û giring di wêjeya kurdî de hebû Celale Xanima Loristanî bû. Yek ji jinên ku di civaka xwe de xwedî hestên nazik û coşeke mezin bû. Di sala 998’an de li Loristanê Celale Xanim ji dayîk bûye, di nîvê sedsala 11’an de çûye ser dilovaniya xwedê. Di mijarên nivîsandina helbestan de şareza û pispor bû, di warê bikaranîna amûrên mûzîkê de jî şareza bû, mîna tembûr û hin amûrên mûzîkê yên din. Her weha Celale Xanima Loristanî, jineke di oldariya xwe de xwedî bawerî bû, baweriya wê ji ola Yaresanî re bi rêzdarî pêk tanî û nêzîk dibû. Di Encûmena Ronahiya Xweda de cih digirt ku hemû oldar, wêjevan, zanyar, xwediyên bîr û baweriya Yaresanî li encûmanê li hev dicivîyan, sitran û awazên olî distrandin. Celale Xanima Loristanî, helbestên xwe bi awayê çarîn dinivîsand, helbestên wê bi rêkûpêk û xwedî wateyên giran in.

 

Mestûre Kurdistanî

 

Yek ji jinên wêjevan ku nav û dengê wê li seranserî Kurdistanê belav bûye Mestûre Erdelanî bû, ev jina wêjevan ne tenê derbarê wêjeyê de kar û xebatên xwe dikirin. Mestûre Erdelanî weke dîroknasa yekem a li Rojhilata Navîn e ku li ser dîrokê pirtûkek afirandîye. Ev jina kurd ku xwedî hêzeke bê hempa di nivîsê de, her weha di helbesta kilasîk a kurdî de xwedî hestên kûr û bi wate bû. Cihekî Mestûreyê yê girîng di nav mîrnişîna Erdelanî de hebû.

 

Helbestvan, nivîskar, xêzkar û dîroknivîsa kurd Mah Şeref Xanim, ango bi nasnavê Mestûre Erdelanî û Mestûre Kurdistanî hatiye naskirin, di sala 1804’an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û di sala 1848’an de di 44 saliya xwe de li bajarê Silêmaniyê koça dawî kiriye û di goristana giştî ya bi navê Girdê Seywan a li bajarê Silêmaniyê sipartine axê.

 

Mestûre Kurdistanî, jineke zane û zîrek bû, di bawermendiya xwe ya olî de jî rêzdar bû, di xetxweşiyê da ango xêzkariyê de pir şareza bû. Tevî zimanê dayikê yê kurdî di zimanê erebî û farisî de jî jineke şehreza bû, hîn di zaroktiya wê de wêjeya Farisî û wêjeya Erebî bala wê kişand û mereqek li ba wê çê bû ku di van aliyan de şehreza bibe.

 

Li ser Kaybanûya mîrnişîna Erdelan Mestûre Erdelanî, lêkolînerên helbestên wê wiha dibêjin:”Helbestên Mestûre di ristina xwe de xwedî mebestên zor, dijwar û kûr in. Dîwana Mestûre ya helbestan şahida serkeftina jinê ya di civakeke de ku deng bi ser dengê mêr nakeve, her wiha di nivîsên xwe de pala xwe daye zanist û wêjeya ku di serdema wê de li pêş bû, wêjeya kurdî, farisî û wêjeya erebî ji xwe re kir pira ku di riya wê re pêş bikeve û berheman biafirîne.

 

Mestûre, li ser destê alim û zaniyarên serdema xwe hatiye perwerdekirin. Di pirtûka (Mûcem?a Elfuqeha) ya Rida Qelî Xan Hidayet de, Rida dibêje ku; helbestên wê rê jê re vekirin ku cihekî wê yê berz li gel alim, zanyar û helbestvanan çêbibe. Helbestvanê gewre Mewlewî di helbesteke xwe de wiha li ser Mestûre gotiye: “Roja bedewîye, rûniştiye li ser textê pak û pîroz, ronahiyê dide derdor.”Ji berhemên Mah Şeref Xanim: Dîwana Mestûre, Mêjûyî Erdelan, Şerî?eta Islamê.

 

Her weha Hefse Xanima Neqîb jî di wêje ya kurdî de xwedî roleke pîroz bû, bi zanabûna xwe jinên kurd bi rêxistin dikir. Her weha di dema me ya îro de ji jinên kedkar û wêjevan di Kurdistanê de xwedî helwest in, mîna Fatma Savcî ku di 1974’an de li Gundê Girdê Mîran yê girêdayî Nisêbînê ji dayik bûye, di warê helbest û nivîsê de jineke xwedî ked e,  berhemên wê Gulên Qasid, Xewnên Zîvî, Bîra Birînê, Şewq û Payiz, Ristika Morîkan, Rojnivîseka Rojava-Ber Binxetê ve hene.

 

Em dikarin bêjin ku jina kurd di her pêvajoyeke dîroka wêjeya Kurdî de serkêş û xwedî roleke girîng bû, da ku ev nasname wenda nebe û hebûna xwe bidomîne. Jina kurd kedeke bêhempa daye.

 

Çavkanî : jinnews

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev