Berhemên kurdzanên me – 251

Berhemên kurdzanên me – 251

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa yekê bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA -1

1. Mêmoranduma 12 adar 1971 û testîqbûna rejîma têrorê li welêt 

Têkoşîna bona mafên Kurdan ên millî ji bo berdana tê ro r û zordestiyê li Kurdistana Tirkiyê bi hêz dibû û tevî wê şerkariya xebatkaran bona mafên xwe yên civakî-aborî û siyasî, bona firehkirina azayên dêmokrat, dijî siyaseta empêryalîzmê û casûsên wê yên li Tirkiyê, pêş va diçû. Tevî wê şerkariyê nemaze karker û keç û xort (piranî xwendekar, usa jî nûnerên rewşenbîrên pêşverû) dibûn.

 

Di nava wan şertan da, rêaksyona Tirkiyê biryar kir ku bi destê ordiya Tirkiyê derbekê bigihîne tevgera dêmokratîk a li welêt. Di 12 adar 1971 da, bi navê hêzên Tirkiyê yên çekdar, serokê barêgeha sereke û generalê ordiyê, Mehmud Tegmaç; qumandöu-ê pareskeran, general Faruk Giiler; Cemal Eyicioglu û Ihsan Batur mêmorandumeke ku gelek mîna ultimatum bû ji serek, serokên sênatê û palata meclisa millî ra şand. Di nava wê mêmorandumê da dihate gotin ku bêkaretiya parlement û hukûmetê gihand anarşiyê, şerrê di navbera biran da, usa jî bêqanûniya civakî-aborî, û loma jî pêwîst e hukûmeta bi ser partiyan, ku bêqanûniyên li welêt bide hildan û rêformên ku bi destÛrê hatin dîtin û li ser prensipên Ata-TUrk in pêk bîne, saz bikin. Eger usa nîn be, hêzên çekdar ewê mecbûr bibin ku dîwanê hildin destê xwe (130, r. 273-274).

 

Wê rojê hukûmeta Partiya Heqiyê bi serokatiya S. Demirel ku ji sala 1965 da li ser hukm bû ji text hat avêtin.

 

Qewimandinên durojê nîşan da ku, nenihêrî jibîranîna di derheqa “rêforman” da, hêzên ordiyê dixwest ku bi mêtodên hov şerkariya karkeran bihincirînin, nehêlin ku ceng û rewşenbîrên Tirkan, usa jî bineciyên kurd, şerkariyê bikin bona ku bigihêjin destxistina mafên xwe.

 

Di 26 adar 1971 da, hukumeta “li ser partiyan” a pêşîn a bi serokatiya Nihat Erim, a ku di 26 nîsan da li wilayetên Stembol, Kocali, Diyarbekir û Siirtê halê eskeriyê li ser mehekê îlan kir, hat damezrandin. Paşê halê eskeriyê li wan wilayetan çend caran hat dirêj kirin. Bi vî awayî, halê eskerî li merkezên admînîstratîf û yên sinaetê ku tê da prolêtarya Tirkiyê pirr bû, xwendekar û rewşenbîrên pêşverû karekî pêşverû dikir, hat îlan kirin. Ew hal li wilayetên rohilatê jî hat îlan kirin, ji ber ku li wira tevgera Kurdan komên Tirkiyê yên rêaksyonêr kiribûn nava gêjgerînê.

 

Dîwanên Tirkiyê ku wekîldariyên bêhempa stendin, dest pê kir mecalên usa ku dijî hemû cûre şerkariya dêmokratîk û pêşverû li welêt bûn qebûl bike, bona qedexekirina rêxistinên siyasî yên çep û dijî komele û organên weşanê yên pêşverû.

 

Di 21 tîrmeh 1971 da, dîwana Tirkiyê di derheqa qedexekirina Partiya Karkerên Tirkiyê da îlan kir (bi isbat ew di 21 çileya paşîn 1971 da hatibû qedexe kirin) (53, r. 12), lê serokên wê bi serkariya sekreterê wê yê sereke, Behice Boran, girt û da mehkema xusûsî ku di şertên halê eskerî da kar dikir. Li dawiyê mehkemê ew bi demên cihê-cihê hebs kir.

 

Mehkema destûrî sebebê şeklî ji bo qedexekirina karkirina Partiya Tirkiyê ya Karkeran biryarên kongreya wê partiyê ya 4an, ku biryarek jî di derheqa pirsa Kurdan da bû û ku di nava wê da xwe mukur dihat ku pirseke usa li welêt heye û ku divê ji tebiya şerkariya sinifa karkeran a şoreşvaniyê ber bi safîkirina wê bibin, hesab kir (53, r. 12).

 

Bona kêmkirina azayên burjuwa di îlona 1971 da, para parlementerên rêaksyonêr bi destê meclisê guhart, kir nava destûra sala 1961 û 30 xalên wê hatin nuh kirin. Bi gotina N. Erim, wê destûrê bona Tirkiyê azayên nedestûrdayî raber dikirin. Serekwezîr, N. Erim, ku bona guhartinên di nava destûrê da pêş da dihat, ew fikir diparast ku divê azayên burjuwa bidin kêm kirin, got ku li welêt pirsek heye û ku ” li rohilata welêt qumandarî di şertên halê qaydeder û eskeriyê da her roj gunehkaran digre” (193, 14.9.1971).

 

Nemaze mehkemên qaydeder-mehkemên eskerî karekî pîs dikir. Ewha, di nîveka gulana 1971 da, li Diyarbekirê civîna mehkemê, ku tê da karên koma mirovan (22 kes) lê dinihêrî û ku di “nava daxwaziya ku dewleta Kurdan saz bikin” dihatin gunehkar kirin, hat derbas kirin. Ew hemû endamên ORÇŞ bûn (199, 11.5.1971). Di dawiya hezîrana 1971 da, polîs li Mêrdînê du kesên ku li bal wan “edebiyata di derheqa pirsa Kurdan da hebû” girtin, lê li Diyarbekirê 11 merivên ku li bal wan çekên cihê-cihê hebûn hatin girtin (193, 23.6.1971). Wê demê nûnerên Kurdan ên rewşenbîr ên wek Tarik Ziya Ekinci, Canip Yildirirh, Kemal Burkay, Naci Kutlay, Mihdî Zana, M. Emîn Bozarslan, Yusuf Ekinci û bi sedan karkerên Kurdan ên pêşverû yên bi nav û deng, hatin girtin (224, 1971, No 2, r. 2).

 

Pey îlankirina halê eskerî ra, bi salixên weşana Kurdan a welatên derve yên pêşverû, tenê li Diyarbekir û Silvanê 4.000 Kurd hatin girtin (224, 1971, No 2, r. 2).

 

Di sala 1972 da jî girtin û têror li Kurdistanê berdewam bûn. Di sibata 1972 da, qumandariya halê eskerî ya li Diyarbekir û Silvanê daxuyaniya N° 30, ku tê da dihat gotin ku ji 7 hetanî 18 sibat 1972, pey dûgera mirovan ra 10 xwendekar, çar mamosta, weşanvanek, bazirganek û xwendekarekî liseyê li Diyarbekirê hatin girtin, weşand. Gunehê wan ew bû ku wan rêxistineke dizî, ku armanc danîbû pêşiya xwe ku “qayda destûrî û dêmokratîk bidin hildan” li Tirkiyê, “gel rake serhildana çekdarî, yekîtiya millî û yekîtiya welêt biteribîne-şerpeze bike”, saz kiribû (216, 20.2.1972).

 

Di 17 nîsana wê salê da, li Diyarbekirê civîn bi serokatiya wezîrê karên hundirî, Ferit Kubat, ku wê li wê pirsê wek girêdayî wilayetên Tirkiyê yên Rohilata Başûr dinihêrî, hat derbas kirin. Qumandarê eskerên cendirman û generalê ordiyê, Kemalettin Eken; serokê serwêrtiya bêqeziyabûna dewletê, Orhan Erbug; walî, serokên parên bêqeziyabûna dewletê û qumandarên hêzên cendirman ên wilayetên Adiyaman, Mûş, Mêrdîn, Bingol, Siirt, Meletye, Urfa, Bitlis, Elazig û Diyarbekirê tevî wê civînê dibûn (216, 17.4.1972). Di civînan da xurtkirina kirinên cezakirinê li Kurdistana Tirkiyê hat biryar kirin. Di dawiya nîsana 1972 da, qumandariya halê eskerî li Diyarbekir û Siirtê daxuyaniyekê (N° 63), ku tê da di derheqa kirinên dîwana eskerî ya cezakirinê da dihat gilî kirin, da weşandin. Tê da usa jî dihat gotin ku bi saya 10.230 agahdariyên ku me ji kesan stendine, ji 10.000 bêtir kes hatin girtin (216, 28.4.1972).

 

Di gulana 1972 da, mehkema halê eskerî dest bi lênihêrandina kirinên serok û endamên Partiya Kurdistana Tirkiyê yên dêmokrasiyê kir. Di nava wan da Abdulkadir Okteman, Şebap Bilgiç, Egit Tanrikulu, Anf Zeyrek, Xûrşîd Onik, Mehmed Tayfan, Tahir Oktem, Mehmet Giinduz, Ramazan Halimoglu, Yusuf Ugli, Abdullah Kalalip, Abdulcelil Erkan, Sabri Vesek, Şerafettin Elçi, Nurettin Sik, Fadil Çiftçi, Nadir Çiftçi, Ahmed Kayer, Yusuf Bilek, Abdi Oner, Salahettin Teymurtaş, Taha Gerentaş, Fahrettin Yavuz, Siileyman Fekhan, Kaya Begdur, Edip Karahan, Musa Anter, Zulkuf Şahin hebûn. Hinek kes, wek Doktor Said, Kirmizitoprak, doktor Faik Savaş, Nazmi Balkasa, Hikmet Buluttekin, Hasan Yikilmiş û Ali Kaplan, bi cûrê dûr ve dan mehkemê, ji ber ku ew li welatên derve bûn (216, 23.5.1972).

 

Ew gişk jî hatin hebs kirin û cezayên cihê-cihê xwarin. Di dawiya gulana wê salê da, serokê ORÇŞ, Yumut Budak, bona miqala “Li zanîngehê li polîs xistine” ji aliyê mehkema Ankarê ya eskerî salek ceza xwar û piştre ew şand Kastamonu, sirgûniyê (216, 26.5.1972). Di nîveka meha tîrmeh 1972 da, li navenda qezayê Hilwanê (wilayeta Urfayê) serwêrê dibistana destpêkê, ŞêxmÛs Haciyusufoglu, û Mehmet Nakçi bi gunehkariya “bona propagandakirina komunîzm û kurdîzmê” hatin girtin (193, 13.7.1972). Di 21 tîrmeh 1972 da, li qumandariya mehkema eskerî ya halê eskeriyê li wilayetên Diyarbekir û Siirtê, mehkema mamostayên dibistanên navîn ên navenda qezayê Taşliçayê (wilayeta Agiriyê), Ihsan Demirci û Necati GUneş, serokê rêxistina cî (ya wilayeta Agiriyê) ya Partiya Tirkiyê ya Karkeran, Ferit Şahin, xelas bû. Ew di nava propaganda “komunîzm û kurdîzmê da” dihatin gunehkar kirin. Mehkemê S sal û 10 meh dan Ferit Şahin Û Necati GUneş, lê Ihsan Demirci 4 sal û 10 meh ceza xwar (216, 22.7.1972).

 

Di tebaxa 1972 da, sosyologê tirk ê bi nav û deng, Ismail Beşikçi, ji aliyê mehkema Diyarbekirê ya eskerî 13 sal ceza xwar, ji bo propaganda “komunîzm û kurdîzmê”. Di nava gunehkarkirinê da dihat gotin ku di salên 1967-1971 da, Ismail Beşikçi di nava gotin û xebatên xwe da li zanîngeha bi navê AtatUrk (Erzurum) û rêxistinên usa da, wek li Partiya Tirkityê ya Karkeran, Dev-Genç û ORÇŞ, propaganda “komunîzm û kurdîzmê” kiriye (216, I5.8.1972).

 

Dîwanên eskeriyê, tevî girtina mîlîtanên pêşverû, bi behana talîmên eskeri li navçeyên Kurdan karên cezakirinê didan derbas kirin. Di 19 oktobr 1972 da, li navçeya Batmanê (wilayeta Siirtê) talîmên eskerî di bin navê dizî “Bulce-1” da hatin derbas kirin. Hêzên peya, eskerên hewa û cendirme tevî wan talîmatan bûn. Bona ku dîna xwe bidin talîmatan, serek C. Suney, serekwezîr F. Melen, serekê barêgeha sereke GUler, qumandarên hêzên peya, eskerên hewa, eskerên dengizê, usa jî zabitên ordiya Tirkiyê yên mayîn hatibûn Batmanê (216, 20.11.1972).

 

Dema talîmên eskeriyê fîşekên rasteqîn hatin bi kar anîn, bombe û lexmên cûre-cûre ku hemû tiş tên ruhber li wan deran qir kirin diavêtin hevdu. Di weşana Tirkiyê da wêneyên serok C. Suney û serekwezîr F. Melen ku bi alîkariya dûrbînê mêze dikir ku çawa “dijmin tê hincirandin” çap kirin (216, 20.10.1972). Pey talîman ra, serok qîmeteke mezin da eskerên Tirkan. Di 21 oktobr da, rojnama Tercuman miqalek bi sernivîsara “Pêşmerge hatine kuştin û talîm xelas bûne” weşand.

 

Ev hemû tişt di derheqa kirinên ji pêş hazirkirî da şehadet dida. Di derheqa wê yekê da benda Ecvet Guresin “Işaret ji bo Rohilata Başûr” ku di hejmara Hurriyet a 22 oktobr 1972 da hatiye weşandin heye. Tê da tê gotin ku talîmên “Bulce-I” talîmên sade nîn bûn. Naveroka wan bi awakî din bû. Berî her tiştî, dema di dema talîman da, ne fişekên sade, lê yên ra s t bi kar dianîn. Tevgeliya hêzên peya, eskerên hewa, usa jî cendirman, serokên qumandariya hêzên welêt ên çekdar ên sereke divê bidana nîşan dan ku dema serhildanê ewê hema xût bi wî awayî şer bikin. Xudanê miqalê di dawiyê da nivîsî ku ew talîm ewê bibin işaretdayîna berk bona wan kesên ku li rex kursiyan rûniştine û bi xwe bawer dibêjin:

 

“Li Tirkiyê ne ku yek gel, ne ku yek netewe, lê gelek gel dijîn” û divê serbestiyê bidin wan. Bi salixên rojnama Hurriyet li qezayê Batmanê bineciyên 33 gundan tam cîguhastî navçeyên mayîn kirin (209, 21.10.1972). Hukûmeta Tirkiyê, tevî xurtkirina karên cezakirinê li hundirê welêt, dijî Kurdan hêza xwe dicivand ser hev bona dîsa tevgera Kurdan li Kurdistanê bi riya SENTO bihincirîne. Ewha, di nîveka hezîrana 1973 da, li Tehranê civîna Şêwra wezîran a SENTO hat derbas kirin. Di dawiya civînê da daxuyaniyek hat weşandin û tê da dihat îlan kirin ku ji ruyê xurtbûna karê pîre-pîrekirin û têrorîzmê, hevalbendên ji SENTO ewê hişyarbûneke bêhempa diyar bikin (216, 13.6.1973). Bi gilîkî mayîn, komên Tirkiye û îranê yên serkarîkir mecal qebûl dikir bona nehêlin ku tevrabûna Kurdan li wan welatan bê aktîf kirin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev