Parlamenterê Kurd cara 6em bo Dumayê hat hilbijartin

Parlamenterê Kurd cara 6em bo Dumayê hat hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Rêveberiya Partiya “Rûsyaya Yekbûyî” Zelîmxan Mutsoyev jî, yê ku bi eslê xwe ve Kurdê ji Gurcistanê ye, ji sala 1996an vir ve bo 6emîn car ser hev bû parlamenterê Dûmayê.

Zelîmxan Mutsoyev li parêzgeha Sverdlovskê li herêma hilbijartinê ya yek-kursî piraniya dengê hilbijêran bi dest anî.

Zelîmxanê Alîk Mutsoyev parlementerê serdemên 3, 4, 5, 6, 7 yê Dûmaya Dewletê ya Meclîsa Federal a Federasyona Rûsyayê ye, endamê Komîteya Berevaniyê ya Dûmaya Dewletê ye. Herwiha ew Endamê Konseya Bilind a Partiya “Rûsyaya Yekbûyî” ye.

Piştî ku encamên dengdanê eşkere bûn Mutsoyev li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got “Encamên hilbijartinê hatin ragihandin; Em bi serketin! Serkeftina ku di Hilbijartina Parlamenteriya Dumaya Dewletê ya Federasyona Rûsyayê de hatiye bidestxistin, serkeftina me ya hevpar e.”

Mustoyev herwiha got: “Ez ji dil ji her kesê ku deng dane min re spas dikim û bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Mîna her gav, ez dê hemû sozên ku min daye we, bicîh bînim. Di xizmetguzariya giştî de, deriyê min ji her kesî re vekirîye. Ez dê li parlamentoya Rûsyayê berdewamiya berevaniya xem û hêviyên we bikim.”

Zelîmxanê Alîk Mutsoyev di 13ê Cotmeha 1959an de li paytexta Gurcistanê Tîflîsê di malbateke Kurd de ji dayîk bû. Mutsoyev di 10 saliya xwe de dê û bavê xwe wenda kir.

Zelîmxan Mutsoyev di xortaniya xwe de bi awayekî profesyonel werzişa avêtina çakût û ragbiyê dikir. Lêbelê piştî newxweşîya piştê dev ji werzişê berda.

Mustoyev ji Enstîtuya Endezyariya Avahîsaziyê ya Volgogradê derçû û di navbera salên 1979-1981 de di artêşa Sovyetê de xizmet kir.

Zelîmxan Mustoyev di 1987-1988 de karsaziyek dirûtinê vekir. Mustoyev karsaziya xwe berfireh kir û li Ukrayna, Moskow û Ermenistanê şax vekir.

Li gorî ”Forbes”ê di sala 2013an de di rêza “200 karsazên herî dewlemend ên Rûsyayê” di rêza 68an de cih girt.

Zelîmxan Mutsoyev di vê demê de ket nav siyasetê. Di 1999an de ew ji herêma Sverdlovskö bo Dumaya Dewletê hate hilbijartin û ji wê demê heta niha 6 car li ser hev hat hilbijartin.

Mustoyev ji xeynî Kurdî bi Rûsî, Îngilîzî, Tirkî, Farsî, Gurcî, Ermenkî, Azerî dizane.

Çavkanî: https://www.rudaw.net/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev