Zelîmxan Lehengekî kurd û Kurdistanêyî hêja ye

Zelîmxan Lehengekî kurd û Kurdistanêyî hêja ye

Zelîmxan Mûsoyev cara şeşan pey hev di hilbijartinên parlamentîyê yên DÛMA Rûsîyayê da bi ser ket. Ev serketina tevaya gelê Rûsîyayê û tevaya kurdên cihanê ye. Ew welatparêzê mezin piştgirîyeke pir mezin da penaberên Şengalê û Kobanîyê. Û malpera me – Riataza, eva 7 sal in bi saya serê welatparêzîya wî ya ji dil bêrawestan kar dike. 

Her kesî ev welatparêzîya wî dît û qîmet kir. Yek ji wan jî welatparêzê mezin, akademîsyen Kinyazê Îbrahîmê rehmetî bû, ku berî 5 salan derheqa serketinên birêz Zelîmxan Mûsoyev da hastên dilê xwe nivîsî.

 

Kerem bikin, li jêr gotara professor Kinyazê Îbrahîm ya derheqa birêz Zelîmxan Mûsoyev da bixwînin:

Car hene mirov bi hebûna hinek kesên ji miletê xwe serfiraz û serbilind dibe. Mirov xweziya xwe pê tîne ku kesên wiha herdem hebin û zêde bibin. Siyasetmedar û karsazê kurd Zelîmxan Mûsoyev yek ji wan kesan e.

Wekî tê zanîn hilbijartina Parlamentoya Dûmaya Rûsyayê pêk hat. Parlamenterê kurd Zelîmxan Mûsoev vê carê jî wekî 4 carên berê bi ser ket û hate hilbijartin. Mûsoev cara 5-an e ku navê miletê kurd bilind dike, dibe parlamenter û dikeve parlamentoya Rûsîyayê.

Em baş dizanim ku Kekê Zelîmxan ne tenê siyasetmedar û karsazekî baş e, ew her wiha kurdperwer û dilsozekî miletê me ye jî. Emê tu caran ked û emega wî ya li ser gelê kurd jibîr nekin û herdem bişêkirînin.

Alîkariya wî ya ku ji bo gelê me yê Şengalê û Kobaniyê di hişê me de ye û li ber çavê me ye. Ez li ser navê xwe û li ser navê Yekitiya Civata Kurdên Qazaxistanê (Berbang) pîrozbahiyê li kekê me Zelîmxan Mûsoyev dikim, saxî û silametiyê jê re re hêvî dikim.

Profesor Kinyazê Îbrahîm
Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê (
Berbang)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev