Kurdên li Diasporayê ji Federasyonan ber bi Konfederasyonê ve diçin!

Kurdên li Diasporayê ji Federasyonan ber bi Konfederasyonê ve diçin!

Federasyonên komeleyên Kurdistanî yên Almanya, Danmark, Fînland û Norwec di rojên 18 û 19 îlonê li bajarê Giessen a Almanya bi mazûvanîya Civaka Kurd civîyan. Federasyona Kurdên Sovyeta berê jî wek çavdêr beşdar bû. Piştî xebata sê salan gihîştin qonaxa damezrandina konfederasyoneke hevpar.

Civîn bi helbijartina dîwanê, bi sirûda netewî û rêzgirtin ji bo cangoryên şehîdên Kurdistanê despê kir. Ji bo dîwanê welat Nehrî û Leylan Hekarî hatin hilbijartin.

Yekem berpirsê Civaka kurd birêz Mehmet Tanriverdî bi axaftineke kurt bixêrhatina mêvanan kir. Wî di derbarê kar û fonksîyana Civaka Kurd de agahdarî da û li ser xebata pêkhanîna DIAKURDê ya ji konferansa destpêkê ya li Stockholm 2018 de û heta nuha hinekî agahdarî da.

Ednan Axacan, berdevkê Komîta damezrandina DIAKURDê axafî. E. Axacan di axaftina xwe de got ku, DÎAKURD li ser bingeha Federasyonan ava bûye. Federasyonên ku dixwazin û dikarin di nav DIAKURDê de cîh bigrin bi xêr bên. Em dixwazin organizasyonek gelek xurt ava bikin, lobiya kurdî xurt bikin.

Herwiha; Osman Aytar, ji bo ku gotareke li ser fonksîyon û giringîya karên dîasporayê hatibû vexwendin, gotara xwe pêşkêş kir.

Dîsa, Vîldan Tanrîkulu ku ji bo pêşkêşkirina zanînên xwe yên di derbarê kar û xebatên federasyonan hatibû vexwendinê. Gotareke li ser struktura federasyonan pêşkêş kir.

Herwiha civîn bi çend workshopan domand û di kotayî de, li ser encama civînê daxuyaniyek ji bo raya giştî hatiye amadekirin.

Di civînê de televisyonên Kurdistan24 û Rûdaw jî amadebûn.

 

Daxûyaniya konferansa DIAKURDê

Federasyonên Kurdistanî yên Almanya, Danmark, Fînland û Norwec pêngaveke nû bo damezrandina Konfedarasyona Kurdên Diyaspora ango Diakurdê hilgirtin.

Nûnerên federasyonên kurdî rojên 18 û 19 îlonê li bajarê Gießen (Almanya) kom bûn ji bo nirxandina xebat û çalakiyên bihûrî û plankirina kongreya damezrandinê.

Di konferansê de mêvanên rêzdar Dr. Osman Aytar û Vildan Tanrikulu babetên taybet bi lêkolînên li ser diyasporayê û dîroka xebata kurdên diyasporayê pêşkêş kirin.

Federasyona Kurdên welatên Sovyeta berê niha weke çavdêr di konferansê de amade bûn. Em bi hêvî ne, ku ew piştî koça dawiyê rêhevalên xebata Diakurdê rêzdaran Dr. Knyazê Îbrahîm Mîrzoyev û Yurî Nabîêv di demek nêz de nûnerê xwe bo komîteya damezrandina Diakurdê diyar bikin.

Konferansê bangî hemû federasyon û navendên Kurdistaniyên diayasporayê yên derewey xebata Diakurdê kir ku beşdarî wê komxebatê bibin. Deriyê Diakurdê bo hemû aliyên navkirî vekirî ye û hemû endam di wê xebata demokratîk de yeksan in.

Konferansê biryar da ku kongreya damezrandina Diakurdê di 22.1.2022’an de bê rêkxistin. Di kongreyê de nûnerên federasyonan, kesayetiyên pispor, nûnerên partî û rêkxistinên neteweyî û dostên kurdan li diyasporayê amade dibin.

Konferansê bi pêwîst zanî spasekî taybet li Civaka Kurd ya Almanya bike bo mandîbûn û amadekariya wê konferansa dû rojî.

Beşdarên Konferansa amadekariya kongreya Diakurdê
Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd)

Giessen, Almanya – 19/9/2021

Çavkanî: http://www.rupelanu.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev