Hemcivîna Serwêrtîya Yekîtîya kurdên Qazaxistanê «Berbang»

Hemcivîna Serwêrtîya Yekîtîya kurdên Qazaxistanê «Berbang»

17ê îlonê sala 2021ê li bajarê Almatîyê hemcivîna Serwêrtîya Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê bi sedirtîya birêz cîgirê pêşin yê serokê Yekîtîyê Ezîmê Şemo Abdullayev hate derbazkirin.

Ji bo rewşa sanîtarîyê-êpîdêmîologîyê di welêt da hemcivîn bi kêmtir kesan va hate derbazkirin.

Di civînê da herwiha karmendên aktîv û vêtêranên Yekîtîyê wek mêvan amade bûn.

 

Di Rojevê da ev pirs hatine minaqeşekirinê:

 

– Derheqa Konferansa hesabdayîn-hilbijartinê ya ji demê zûtir ya Yekîtîya ”Berbang”ê ya kurdên Komara Qazaxistan (KQ);

– Pêşnîyarkirina namzetê ji alîyê Serwêrtîya Yekîtîyê bona tevbûna di hilbijartinên serokê nû yê Yekîtîya ”Berbang”ê ya kurdên KQ ;

– Pirsên cuda.

 

Cîgirê pêşin yê serokê Serwêrtîya Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê birêz Ezîmê Şemo Abdullayev bi gotinên silavkirinê va civîn vekir, qedirê bîranîna wan kesan girt û keda wan bilind qîmet kir, wek karmendên aktîv yên Yekîtîyê – serok K. Î. Mîrzoyev, serekê şerefê N. K. Nadirov, endamê Serwêrtîyê Z. A. Balayev, ku van dawîyan xatir ji vê cihanê xwestin.

Bi vê pirsê va girêdayî birêz Ezîmê Şemo pêşnîyara derheqa bangkirina Konferansa hesabdayîn-hilbijartinê ya ji demê zûtir raberî endamên Serwêrtîyê kir bona serokê nû û serokatîya Yekîtîyê hilbijêrin.

Pişta ra endamên Serwêrtîyê axivîn, her kesî ji wan derheqa rojevê da bawerîyên xwe gotin, namzetên ji Serwêrtîyê di hilbijartinên nû yên zûtirekê da bona Serokê Yekîtîyê pêşnîyar kirin.

Di encama hemcivîna Serwêrtîya Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê da bi yekdengî biryar hate qebûlkirin ji navê Serwêrtîyê serokê Yekîtîyê yê pêşin, endamê Assambleya gelên Qazaxistanê, karmendê dewletê û civakê yê emekdar birêz Ezîzê Zîyo Bedîrxan wek namzet raber bikin.

Cîgirê pêşin yê serokê Yekîtîyê birêz Ezîmê Şemo Abdullayev encamên konferansê serhevda anî û ber Serwêrtîyê pêşnîyar kir gorî qanûnnameya Yekîtîyê roja konferansa hesabdayînê-hilbijartinê testîq bikin, rewşa êpîdêmîologîyê ya li welêt bidine ber çavan. Hemû endamên Serwêrtîyê bi yekdengî qayîlîya xwe dîyar kirin.

Ewî herwiha destnîşan kir, ku lazim e konferansê anegorî Destûrnameya Komara Qazaxistanê û qanûndarîya fermî ya Yekîtîya ”Berbang”ê ya kurdên KQ bidine derbazkirin.

Hemû kesên ji êtnosa kurdên welêt dikarin gorî qanûnên heyî xwe wek namzet pêşnîyar bikin.

Di dawîya hemcivînê da tevgelên wê fikirên xwe gotin derheqa pêşketina karê Yekîtîyê da.

___________

 

Anonsa derheqa derbazkirina Konferansa hesabdayîn-hilbijartinê ya ji demê zûtir ya Yekîtîya ”Berbang”ê ya kurdên Komara Qazaxistan (KQ)

 

Roja hemcivînê: 21ê cotmehê sala 2021ê

Wextê derbazkirinê: 12:00

Cîyê derbazkirinê: Mala Dostan, bajarê Almatîyê.

 

Anegorî Qanûnnameya Yekîtîya kurdan ”Berbang”ê û di goveka strûktûra teşkîldarîyê ya Yekîtîyê, li konferansê biryarên giring têne qebûlkirinê bona xebata Yekîtîyê ya paşdemê, di nav wan da hilbijartinên endamên Serwêrtîyê, serekên fîlîalan û serokê Yekîtîyê.

Bi vî awahî, hilbijatinên ji demê zûtir yên Serokê hevalbendîya civakî ya komarê ”Yekîtîya kurdan ”Berbang”ê destpê bûn.

Cûrê derbazkirin û dengdayînê li konferansê tê dîyarkirin. Biryarên konferansê bi piranîya dengên dêlêgeyên amadebûyî tê qebûlkirinê.

Serokê Yekîtîya kurdan ”Berbang”ê dikare her hemwelatîyê Komara Qazaxistanê bê hilbijartin, ku ji 30 (sî) salî ne kêmtir e, zimanên dewletê, kurdî û rûsî rind zane û li Qazaxistanê dijî.

Namzet gerekê ji deh rojan ne kêmtir berî destpêka hilbijartinan – hetanî 10.10.2021 daxweza xwe ya bona bibe serokê Yekîtîyê dîyar bike.

Dema hesabkirina dengan gerekê ji endamên Yekîtîyê û dêlêgeyên konferansê komîsyonek bê sazkirinê, ku gorî Qanûnnameyê ev kes gerekê eseyî bikevine navê :

 

▪︎ cîgirê serokê Yekîtîya ”Berbang”ê;

▪︎serekên fîlîalên Yekîtîyê;

▪︎sêkrêtarê bersîvdar, ku wê di roja dengdanê da bê hilbijartin.

 

Namzet di hêla xwe da dikarin şexsên xwe yên amindar bikine nava wî karî, bona pêvajoya hesabkirina dengan zelaltir û bêqusûr be.

 

▪︎kopîya nasnameya xwe;

▪︎belgeya ku hatîye dadgehkirinê an jî ne hatîye dadgehkirinê;

▪︎kaxeza erzeyê ya tijîkirî (ya ku namzet îmze kirîye û derxistîye ser kaxez) derheqa pêşdakişandina namzetîya xwe li ser qulixa serokê Yekîtîya kurdan ”Berbang”ê.

▪︎wêneyê 3х4 (an bi awayê digital an jî ser kaxez derxistî).

 

Belge dikarin bi reng bişînin ser navnîşana fermî ya Yekîtîya ”Berbang”ê – [email protected]; an jî bi vê navnîşanê: 050010, г. Алматы, улица Курмангазы, дом 40, Дом Дружбы, РОО “Ассоциация “Барбанг” курдов”, кабинет 25, bi serdazêdekirina van gotinan va: ”bona tevbûna nava hilbijartinên serokatîya Yekîtîya ”Berbang”ê ya kurdên Qazaxistanê.

Piştî dawîanîna hesabkirina dengan û hilbijartina serekê nû yê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê, jê şûnda, anegorî Qanûnnameya Yekîtîyê, konferans wê serok û cîgirê wî/ê yê pêşin, herwiha endamên serwêrtîya Yekîtîyê ser 5 salan hilbijêre.

Girêdayî bi wê yekê ra, ku dikarin sînordarîyên bo karantînê bikevine dewrê û berçavgirtina rewşa îro ya sanîtarîyê-êpîdêmîologîyê li welêt, dengdayîn wê li warê jîyîna hinbijarvanan bê derbazkirinê. Bi vî awahî, mandat (dêlêgeyên fermî yên konferansê) wê di dema derbazkirina konferansê ji navê hilbijarvanên xwe dengê xwe bidin.

Anegorî statîstîka fermî ya derheqa jimara êtnosa kurdan li Komara Qazaxistanê, mandat wê li van herêmên welêt yên li jêr destnîşankirî bi van jimaran bêne raberkirinê (serê her 2000 kesî mandatek):

 

  • Herêma Akmolînê – 1
  • Aktyûbînsk – 1
  • Herêma Almatîyê – 8
  • Herêma Atîraûskê – 1
  • Herêma Cembûlê – 8
  • Herêma Karagandayê – 1
  • Herêma Kostanayê -1
  • Herêma Bakurê Qazaxistanê – 1
  • Herêma Mangîstaûskê – 1
  • Herêma Turkêstanê – 3
  • Bajarê Nor-Sultanê – 2
  • Bajarê Almatîyê – 5
  • Bajarê Çîmkendê – 2

 

Têkilî:

📧 E-mail: [email protected]

Têlêfon: +7 (727) 267-07-49.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev