Lîstikvana kurd a ciwan û bedew Avan Cemal

Lîstikvana kurd a ciwan û bedew Avan Cemal

Moscow Kurdish Film Festival karê xwe yê pîroz – propagandakirina û nasandina hunermendîya kurdan ya sînemagerîyê – berdewam dike. Vê carê em lîstikvaneke kurd ya navdar ji Suleymaynîya Kurdistana Başûr bi we didin nasîn.

 

Lîstikvana ciwan û bedew Avan Cemal (Silêmanî, Kurdistan, Iraq) lehenga Şîlan di drama «Ezmûn» a derhêneriya Şewket Emîn Korkî de lîst.

 

Ji zaroktiya xwe ve wê xeyal dikir ku bibe lîstikvan. Zarokatiya wê li Îranê derbas bûye. Avan û malbata xwe koçî Swêdê û paşê jî England dikin.

 

Zanîna çar çandên cihêreng û zanîna çar zimanan alîkariya wê kir ku di pîşeyê de hilbijartinek bike. Avan bawernameya bekaloryosê û çend kursên şanoyê digire.

 

Di sala 2019 de, wê dest bi kariyera xwe ya cinema bi fîlimê «Ezmûn» kir, piştî ku ew beşdarî projeyên din bû, di nav de rêzefîlma televîzyonê «VEKOLÎN».

 

Avan di cîhana sînemaya Kurdî de xwedî pêşerojeke mezin e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev