NAVEROK Û WATEYA DÎN Û AYÎNÊ

NAVEROK Û WATEYA DÎN Û AYÎNÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Çend roj berê min li vîdeoyeke biraderê me Mamed Cimo temaşe kir. Wî, agahdarî li ser naveroka peyvika “dîn”ê dida. Piştre ez jî sêwirîn û tiştên ku digotin kêm bûn lê ne zêde bûn. Piştre min jî dîtina xwe di zanîna dîn û ayînê de bi van çend rêzên li jêrê eşkere kir. Bi kurtî dikarim weha bêjim:

 

. Navê vê ola ku Mihemed Pêxemberê kurdnijad (xxl) belav kiriye, jê re dibêjin “Dînê Îslamê”.

. Ew nav jî, ji SELMandina kurdiya kurmancî hatiye wergirtin.

. Navê perestiniya ku jê re gotine “ayîn” jî, ji eynik û neynika kurdiya kurmancî hatiye wergirtin. Ji ber ku meriv xwe di eynik/neynikê de dibîne, li wê gorê hêj meriv xwe li hevûdu sererast dike.

 

Peyvika “dîn”ê, ji dîtinê ye; dîn, diyîn, dîtin ango dibîne.

Dîtin jî, bi aqil, bi hiş û têgehiştinê çêdibe.

Bêguman îdeolojiya “dîn”an, zanîn û têgehiştin e.

Dema ku dîn û zanîn bi hev re bestebar bibin, herwekî nêr û mê, hebûnê derdixin holê. Naveroka hebûnê jî zo/çot e.

Ji ber ku yek ji wê cotê sifr e (0) û yek jî yek e (1).

Dema “0“ û “1” werin ber hevûdu, dibin hebûneke pirane.

Di zanistiya matematîkê de ger sifir (0) neyê bikaranîn, bi çû rengî jimarên têrbûyînê dernakevin holê. Lewra ew dê li jimara nehan (9) asteng bibin, jimar berfireh nabin û berepêş naçin.

Eger sifir (0) nebe û ger tenê jimara nehê (9) be, wê heyîn tenê ev Galaksiya ku extera me ya dinyayê jî di navê de ye, bête zanîn.

Lê bi sedan Galaksiyên dî jî hene û hêj nehatine naskirin. Lê eger hêdî hêdî be jî, niha ew Galaksî bi alîkariya sifrê (0) bi mirovan têne zanîn.

Hêvîdar im ku zanayên Kurd, xasma jî Mamed Cimo û Zagros Haco, di vê babetê de lêkolînên berfireh bikin, rastiya rasteqîne derxînin holê û pêşkêşê Raya Giştî bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev