Helîma Emo 80 salî ye. Pîroz be!

Helîma Emo 80 salî ye. Pîroz be!

Têmûrê Xelîl

Belkî di bîra hinek kesan da maye, ku min derheqa vê jina kurde delal da berî zêdeyî 40 salan gotarek nivîsî û di hejmara 1ê ya rojnameya ”Kurdistan Press”ê da çap kir. Û piştî ewqas salan min careke din ew xanima şîrhelal û zane li bajarê Alamtîyê, li mala kurê wî, bizîşkê navûdeng, profêsor Barîyê Nadir Nadirov dît û wê pirtûka xwe ”Xwerinên kurdî yên miletîyê” dîyarî min kir.

Pirtûka bi sernvîsara ”Xwerinên kurdî yên miletîyê” ya doktora kîmîyayê, dosênt Helîma Emo, ku hûn li jêrê bergê wê dibînin, sala 1994an li paytextê berê yê Qazaxistanê Alma-Atayê ji alîyê Wezîreta perwerdeyê ya Komara Qazaxistanê bi zimanê rûsî ronahî dîtîye.

Wê rojê li mala Barîyê Nadir ez ji şabûna û bextewarîyê weke dibêjin, ”ji vê dinyayê çûm dinyayeke din”. Li wê malê kurdî, kurdîtî, kurdbûn difûrîya. Ne wana behsa karên xwe yên derecebilind û navên xwe yên di komarê da belavbûyî kirin, ne jî min. Texmîn bikin, ev kes li dora min rûniştibûn: Barî, ku bizîşkekî di komarê da eyan, profêsor e, Helîma diya wî doktor, dosênt e, Nadirê Keremê Nadirovê rehmetî, malxwêyê Helîma Emo, akadêmîsyen e, tê hesibandinê wek bavê senaya neft û gazê li Qazaxistanê û zanyarekî li tevaya Sovyet da binavûdeng e, herdu birayên Barî – Arif û Dîma jî ser karên bilind da nin, lê Arifê kurê Barî û diya wî – Narîna Kinyaz Nadirova sereka bankeke Almatîyê ya navdar, xwe li ulm girtine, ku ez bawer im wê di nav demeke kurt da li tevaya cihanê deng bidin.

Me her tenê behsa karên wan yên bi kurdî û kurdan va girêdayî kir. Me behsa pirtûka Helîma Emo a ser xwerinên kurdî, derheqa dersdayîna wê a kurdî, behsa xezûrê Barî (bavê Narîna xanima wî) – Kinyazê Hemîd kir, ku li Ermenîstanê parlamentar e, civîna pêşin a du salên dawî li Parlamentoya Ermenîstanê wî birêva bir û ew herwiha serekê rêxistina kurdên Ermenîstanê ye. Min ji xanima Barî – Narîna Kinyaz Nadirovayê bihîst ku nêta wê heye karê xwe li Hewlêra paytextê Kurdistanê berdewam bike, dixweze welatê me şên û dewlemend bike.

Wê rojê Nadirê Kerem nameyeke min ji berîka xwe derxist, ku min sala 1986an jê ra şandîye. Dilê min baristan bû, ku wî kurdê mezin ewqas sal nameya min wek dîyarîyekê bal xwe parastibû.

Texmîn bikin, malbeta Helîma Emo sala 1937an ji Ermenîstanê sirgûnî Qirgizistanê kirine, malbeta mêrê wê Nadirê Kerem jî ji Naxçiwana Azirbêcanê sirgûnî Qazaxistanê kirine. Kurdbûn wana gîhandîye hev û ew kurdbûn îro bi zarê zar û nevîyên wan geş e û şewq vedide. Ango, kurdên berî zêdeyî 100 salan ji welatê xwe derketî, mihacirbûyî, sirgûnbûyî, 5 hezar kîlomêtran dûrî welatê xwe wek berî 100 salan kurd mane û misqalekê jî kurdbûna wan nexeyîrîye.

 

Desteya Rêvebir ya malpera Riataza 80 salîya xanima zane û aqilmend – doktora zanyarîyê Helîma Emo pîroz dike, ku herwiha bi saya xemxurî û dilovanîya wê ye jî, ku malxwêyê wê Nadirê Kerem Nadirov li cihanê bû zanyarekî binavûdeng û hersê kurên wê bûne merivên kêrhatî bo komara xwe, miletê xwe û welatê xwe.

 

Di wêneyan da:

– Wêneyê sereke: Neferên malbeta akademîsyan Nadirê Kerem Nadirov.

 

– Nameya min bo akadêmîsyanê kurd Nadirê Kerem Nadirov, sal 1986.

 

– Helîma Emo û ez di hewşa mala kurê wê – profesor Barî da.

 

– Ji çepê Barîyê Nadir, Arifê kurê Nadirov, ez bi qapanê qazaxî ku Barî dîyarî min kir, akadêmîsyan Nadirê Kerem Nadirov

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev