Ji nimûneyên zargotina me – 252

Ji nimûneyên zargotina me – 252

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçardehan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema heftan berdewama nivîsa ”EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA” ye. Em îro beşa wê a nehan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA -9 

Her welatê me Sovêtîyêdane, wekî hîmlî ew yek ji ortê hatîye hildan. Nav kurdêd Ermenîstanê, Gurcstanê û yêd dinda, ji mletêd din dizewicin, qîza didin, qîza tînin, qîz û xort bi dilê xwe hev distînin. Eva yeka pêşdaçûyîneke berbiçeve emrjîyîna kurdêd Sovêtîyêda. Wê şûnda, heleqetîya xûn û qinêtîyê usa jî eyan dibe wexta dayîna qurbana û çûyîna ser mezela. Nha jî kurdêd Golovîno her sal meha îyûnê yan jî îyûlê diçin ser mezelêd bera xwe, pêz serjê dikin, bal mezela kuçik dadidin, xarina goştî hazin dikin, usa jî êmîş û xurekêd din dibin ser mezela, bona nanê devê mirîyêd xwe bidin. Her malek bona ruhê mirîyêd xwe nan dide. Bi gotina mella, şêx û pîra ew nan, xarin ber ruhê mirîyêd wan dikeve, yanê bona li „wê dinê“ para wan jî hebe. Wekî usane, vêderê ew nanê ku tê dayîn, bi gotina terêqê, bo para ruhê bira, pizmamane, ne bona ruhêd merîyêd ne pizmam, çimkî ser hîmê femdarîya neferêd bereka, çawa mezeled mirîyêd wana ku kom bûn, bal hev bûn, ruhê mirîyêd wan jî hesêbanî wê dinyayê bal hevin, xwerina wan jî wê li cîkîbe. Pirsa wan komêd xûn û qinêtîyê îzbat dike arxêologîya. Vê axirîyê li gelek welata, başqe gotî Ermenîstanêda mezelêd usa mezin hatine dîtin, wekî têda berê gelek meyt hatibûne çelkirin. Ew mirî, çawa arxêologîya îzbat dike, neferêd berekekê bûne, wekî hevra mezelekîda hatine çelkirinê, yanê bi gotina fanatîka, bona li wê dnyayê xarina wan pizmama cîkîbe. Yanê bona ewana, çawa li vê dnyayê, usa jî li wê dnyayê, her alîyava komekê bidin hev. Usa jî em dikarin bêjin derheqa qurbana. Wexta merîkî malê, neferê qebîlê qurban didan, wa difikirî, wekî ew komekê dide ruhê merîyê xweyî mirî. Bona saxa jî didan seva ew merîyê sax ji qedayê, êş û êşûkê xilazbe, yanê „xweykirîyê xwedê, mêr û milyaketabe“, bighîje mirazê xwe û glîyêd din.

Hebûn berêd kurdaye usa, wekî wexta goştê qurbanê bela dikirin, bi xwe ji wî goştî ne dixarin, goşt hûr dikirin û yek par belayî ser cînara dikirin. Berêd usa nha jî hene Dêrsimêda, mesele: bi gotina Karo Abêtyan(42), wekî êpêce wext nav kurdêd Dêrsimêda maye, bera Hesoya wexta qurbanê didin, ji goştê qurbanê naxun. Ewana xarina goştê qurbanê gune hesab dikin, goştê qurbanê parî ser cînarêd xwe dikin. Lê hene berêd usa jî, mesele: Hesenlerêd Laçînê, Sitûrka, Witäya, Beşîya, Anqosîyêd Aparanê, kurdêd Talînê ji goştê qurbanê dixun. Ewana qurban serjê dikirin, nîvê goştî pirê parî ser cînara dikirin, yê din jî merîyêd malê dixarin.

Qebîlêd kurdaye Dêrsimê nîşan didin, wekî nav wanda hebûne heywanet „tabû“, wekî neferêd berekê çawa totêma wana goştê wê nexarine yan tabû bûye.

Derheqa totêmîzmê û tabûyêda Şarl Ênşlên rast gotîye, wekî „Tabûya ku derheqa heywanada heye, nîşan dide, ku kuştin, goştxarina heywana totêm qedexe bûye, ku riknê totêmîzmê tê hesabkirin. Nav hinek qebîlêd Avstralîyayêda, wexta neferêd wê cendekê totêmê dibînin, hema tenê bo wê yekê dikin şîn û girî. Ne axir totêma sax jî ruhbere, ya ku ji xûn û qinêta kal û bava tê hesabkirin“(43).

Wexta malhebûna cmaetê bere-bere pêşda diçû, femdarî û emrjîyîna cmaetê jî hat guhastin, meriva dha zef dixwestin nêzîkî prêdmêt (tişt) û qewmandinêd tebîyetê bin, ew tişt û qewmandin ji xwera kirin fêtîş, hebandin. Hilbet, eva yeka nîvê pirê grêdayî bûye berekara, dha qewîn teşkîlbûna neferêd wêra.

Zemanê bereka neferêd berekê dixwestin berevî dora totêma xwe bin, gazîya xwe bi wê kin, bo bereka wan qewatbe, wextê oxirmêd gran neyê altkirin. Lema jî hineka totêm hesab dikirin pêşîyêd xwe û dixwestin ji xûn û qinêta totêma xwe bin. Raste, stadîya berekaye pêşin, çawa fêtîş, goştê totêmê nedixarin, lê bona wê nêtê, çawa me go, wekî ji alîyê xûn- qinêtîyê tevî totêma xwe bin, lema jî hindik-hindik dest pê kirin goştê totêmê xarin. Zemanê berî qûltîyê, usa jî paşwextîyê, nav berekada û berada bûbû edet, wekî totêm serjê dikirin, hema ser „textê buhurtî“ neferêd berekê pirtî goştê totêmê xave-xav dixarin, yê medê wî neçûya goşt, wî çaxî pêçîya xwe dikir nav xûna heywana qurban, dikir devê xwe yan jî li weseleke qilafetê li xwe dixist.

Çawa paşmayîn, heta îro jî nav gelek ber û qebîlêd kurdada edete, xûna heywana qurban enîya xwe dixin. Em dikarin bêjin, wekî ew ebûbetî ji zemanê bereka pêşda hatîye û grêdayîye sîstêma hebandina totêmara, xûn û qinêtîya merîyara.

Şarl Ênşlên wexta derheqa qebîla Arnût û edetê wanda xeber dide, dibêje, wekî neferêd wê qebîlê totêmêd xwe pir dihebandin, nava wanda „pey rojîyara ebûbet tê kirin, wekî temam du meha dikşîne. Wexta întîçyûma heywana totêmê serjê dikin û goştê wê ser textê ebûbetîyê dixun. Hinek komada, ji wê yekê şûnda, merîyêd kal û reqasçî dilîzin, ji goştê totêmê hevekî dixun, mêrêd sere, nêçîrvan hinek xûna xwe dirêjin û wê xûnê li zinara, cîyêd buhurtî dixin.

Tabû hatîye hildan, merî dikarin goştê totêma xwe, yê heywanê yan jî hêşnayî buxun, ruhê wan bighîje ruhê totêma wane buhurtî, usa çawa keşîş bi cûrê şerafê û nan xûna Îsa derbazî qlafetê înakirîya dike(44).

Ênşlên rast dibêje, hema ew nan mêrone, ku keşîş dida mrîdêd xwe, edetê berekara, neferêd wanra grêdayîye, paşmayîna wî zemanîye, wekî dînê Îsayî perê xwe daye ser, çawa dibêjin, daqurçandîye, kirîye qanûneke xwe.

Bi texmîna me, sîstêma qurbana ser hîmê femdarîya totêmîzmê pêşda hatîye û paşmayêd wê heta îro jî hene nav qebîl-cmaetêd dnyayêda, dha zêde nav kurdada.

Nha jî li Îranê qebîleke kurda heye, ku jêra dibêjin „Celalewand“, neferêd wê qebîlê belabûyîne, lê ewana hîmlî li nehîya Dînawarê dimînin, qeza Kermanşahê. 300 malêd wan wêderê hene, yêd din Qazvînêda, Tûsêrkanêda, Şahêda û li dora Têhranê dimînin. Derheqa neferêd wê qebîlê, pizmamtîya wanda nivîsîye A. P. Kolpakov, usa jî ewî nvîsîye derheqa sêrêmonîyêd hebandina wan, wekî nav qebîlêd kurdaye dinda tune. Bi gotina Kolpakov ewana aqasî jî pey Mehemedîyê, mecîtê naçin, çiqas pey tebîyetê.

„Wexta zaru ji dya xwe dibe,- dibêje Kolpakov, -bav ji mal dertê, dê zarê – Mamo xwey dike. 8-10 roja pey azabûna dêra, dê diçe himamê. Şev bal dya zarubûyî çirê vêdixin heta sibê. 40 şevî çirê vênasînin, bona wê yekê wekî ew çira berî cinade, dûrxe, xweykirîyê pizmamabe“(45).

Nav kurdêd êzdîda femdarîya pizmamtîyê, ber û qebîla usa zef rûniştîye, wekî mîfologîya kurdada cîyê wêyî eyan heye. Derheqa wê yekêda Arsên nvîsîye:

„Êzdîya hesab dikin, wekî cmaeta wan hela berî Adem hebûye, qebîla başqe bûye. Bi gotina wan (êzdîya- E. E.) berî Adem, qebîla êzdîyaye şêxa, pîra ser sê derecêd hîmlî bûye: Şêxê Bêgran, (şêxûbekirana- E.E.) yan jî Şêxê Şêxan, Şêx sinan (Şîxisnan- E. E.), Şêxê Şemsa berî Adem hebûne û parî ser sê dereca dibin: Scadînan, Nesredînan, Şemsedînan û Melekferxedînan. Dibêjin, wekî Melekferxedînan, wexta Ferxedîn hîmdarê bereka wan bûye, li erdê xuya kirîye Şêx Adî (Şîxadî-E.E), ewî xwera baxçe danîye, Adem jî toretmîş kirîye û kirîye qerewilê baxcê xwe“(46).

Hilbet, eva lêgênde, wekî wextêda hatîye efrandin. Çawa dixuêne, Arsên derheqa kastayêd êzdîya rind nizane. Ew kastayêd êzdîya û egîtêd mîfologîyê nvîsara xweda tev hev dike, çimkî derheqa wê yekê bi krîtîkî nêzîkî glîya nabe, mesele: heyetîya şêx Adî qebûl dike, çawa lêgêndêda heye, ew ku çawa me jorê got, Şêx Adî merî bûye, Xwedê nîbûye, çawa qewlêd êzdîyada hatîye gotin, lê ser hîmê femdarîya prînsîpêd manîzmê bi Xwedêtî gazîkirinê. Nha meytê wî jî li Lalişê, ziyareta êzdîyada, rex serkarê êzdîya (Êzdî) defnandine. Derheqa wê yekê em hûrglî nabêjin.

Serî ewe, wekî li vir glî tê gotin derheqa berekêd kurda, komêd wane xûn û qinêtîyê, çimkî Bîblîayêda jî heye, wekî merivayî ji Adem û Hewayê toretmîş bûne, ew fikra nav kurdada jî heye. Lê êzdîya yanê başqe bûne berekê, wekî paşê pir bûne. Wê şûnda hebûne sêrêmonîyêd wan, edet û terîqa wan. Raste, berekêd êzdîya ser navê şêxê vê lêgêndê hatine gotinê, lê em zanin, wekî şêx, xênji terêqê, usa jî serekêd berê, qebîla bûne, hela şêxêd usa jî heûne, wekî şêxtî nekirine, tenê bi şuxulê qebîla xweva, şer û dewava mijûl bûne, serwêrî li şûxûlê qebîlê, berê jî kirine. Bextê her neferekî berê destê şêxda bû.

Şêx ser navê hebandinê ocaxa xwe, kîsî neferêd bin destî xwe, mirîdêd xwe didebirand, ewana xwera didan xebatê, keda wan dixar.

Hene cûrêd hebandinêye din jî, wekî dha ne lazime em bînin ortê, ew jî nîşan didin heleqetîya neferêd kurdaye pizmamtîyê û bîr tînin qeyde-qanûnêd bereka, bera, qebîla, pevgrêdan, alîkarîya neferêd bereka bona hev. Wekî usane, çawa hebandinêda usa jî qewmandinêd cmaetîyê dinda hatîye eyankirin heleqetîya kurdaye xûn û qinêtîyê.

Ew qanûnêd pizmamtîyê, usa jî qewmandinêd nav cmaetêdaye din, cmaetê hebandina xweda buhurtî hesab kirîye, bi femdarîya dîn hatine şirovekirin, dîn wekî ser hîmê qewmandinêd tebîyetê û cmaetîyê eyankirina fantastîkîye serê merîyada.

Sîstêma hebandinê, wekî jêra dibêjin rêlîgîya, xebatçîyara timê belengazî, kesîbî anîye.

Wê şûnda, em ji terîqa merivayê zanin, wekî hebandin, rêlîgîya timê mqablî ulmê pêş bûye, mqabilî destanîn û îcatêd têxnîkayê bûye, timê ew destêd muftexurada sîlih bûye, bo ewana keda xebatçîya bixun.

Hema ewê hebandinê kurdêd êzdîyara bedbextî, belengazî, sexîrtî anîbû, çimkî ser hîmê hebandina êzdîya, bi glî – gotinêd şêx û pîra, êzdîyara xwendin gune dihat hesabkirin. Her nav kurdêd Sovêtîyêda fanatîzma wê hîmlî hat hildan, Partîya Komûnîstîyê û hukumeta Sovêtîyê întêlîgêntêd kurdaye pêş, ser hîmê rastîyê, bi ulmî kurdêd êzdî dan serwextkirin, wekî xwendin ne guneye, lema jî zarêd wan xwendin, pêşda çûn. Merîyê kurde ahil bi çevê xwe dîtin kara xwendinê, nha ne ku tenê cahil, usa jî hemû ahil bê gilî-gotin zarêd xwe dişînin mekteba.

Awa, çawa îzbatîyê êtnografîyê, folklorê, mîfologîyê û emrjîyîna kurdaye îroyîn nîşan didin, nav kurdada usa jî wexta hebandinê xûn û qinêtî, pizmamtî tê eyankirin. Ew yek grêdaîye emrjîyîna wane patrîarxalra, wekî ewana sal û zemana paşmayî bûne, hebandinêda jî dîtine nêzîkaya xweye xûn û qinêtîyê.

 

 

 

  1. WEXTÊ NAVDAYÎNÊ

 

Xênji qewmandinêd tebîyetê û cmaetîyê heleqetîya xûn û qinêtîyê, usa jî navêd arizî û yêd dinda tên eyankirin. Berê ewlin em hildin navê bera û qebîl,a wekî ser navêd merîya, cî-wara, heywana û hêşinayê tê dayîn.

Kutasîya navê berê yan jî navê qebîlê, wekî neferêd wê pê tên naskirin, hîmlî bi îzafêtêd A. Î. Ya tên kivşkirin, wekî nîşan didin jêrabûnê, çika gelo ew merî ji kîjan berê yan jî qebîlêye. Mesele: bi van îzafêta kuta dibin navêd van ber û qebîlêd Kurdistana Îranê: Bêkzada, Dêbokrî, Malakûxî, Başûkî, Keleşî, Perencî, Îmamî, Tûkvî, Taûgûza, Dewrêşî, Dûroî, Dêlyaşîra, Xaltî, Şîyanî, Kzîm-Xanîya, Şahînî(47) û yêd din.

Hilbet, hene xeberêd din jî, wekî kivş dikin navêd ber û qebîla, lê îzafêtêd wana A. Î, Ya nînin, bi sûfîksêd din xlaz dibin, yanê ser navê serkarêd ber û qebîla hatine nîşandayîn, ew ji zmanêd başqene, ketine nav zmanê me, mesele: „Oxlî,“, „Oxlû“, „Alanlû“, „Dêngêol“(48) û yêd din. Eva teseletîya zmanê tirkane ser zmanê me. Bo drêj nebe, dha em mesela naynin ortê. Wekî usane paşpirtikêd A. Î, Ya nîşan didin, wekî flan nefer ji kîjan berê yan jî qebîlêye, nîşan didin jêrabûna ber û qebîla.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev