Pirtûka Sevda Kaplanê ”Dîno” derket

Pirtûka Sevda Kaplanê ”Dîno” derket

Weşanxaneya J&J berhema rojnamevana navdar çap kir

 

Taybet nivîskarên jin heta nûha pirsên evîndarîyê, erotîzmê di berhemên xwe de baş veneguhêztine nava tekstên edebî. Nivîskara jin bi wêrekî vê mijarê derdixîne pêş, dilbijandin û xwestekên erotîkî bi zelalî formûle dike.

 

Pirsa erotîzmê û evîndarîyê çiqasî pirseke têkilhev be jî, çiqasî ev têgeh hevdû dahf bidin jî, çiqasî formata xwe biguherînin jî, pirsgirêk bi hemû tazîbûna xwe di pirtûka nivîskar de baş derdikeve pêşberî xwîneran.

 

Di pirtûkê de nivîskar behsa Evîndariya Dîno û Dînê dike. Li gora rastî û bûyerên di pirtûkê de evîndarî – erotîzm di navbêyna dû kesên Kurd de derbas dibe.

Pirtûka bi navê ”Dîno” 87 rûpel e. Di edebiyata cîhanê de wekî Romana bi navê Novel an bi navê Romançe tê pênase kirin û tê qebûl kirin.

 

Pirtûka çîroka a Roman ji alîyê rojnemeger Sevda Kaplan ve hatiye nivîsandin û ji weşanxaneya J&J derketiye. Vêga li hemû pirtûkfiroşan de cihê xwe girtiye.

Bendek ji pirtûkê wisa ye;

”Ji cemîdîbûna hewayê em ketin bin lihefê û me lihêf kişand ser serê xwe, di bin lihêfê de wî wek marekî xwe avêt ser min, gava laşê me li hevdu diket, dinya bêtir germ dibû”. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev