51 çekdar dest ji PKKê berdidin û pêwendî bi Pêşmerge re dikin

51 çekdar dest ji PKKê berdidin û pêwendî bi Pêşmerge re dikin

PKKê xizmeta gelê me nake, ji ber wê me pêwendî bi Pêşmerge re kir

Navenda Nûçeyan (K24) – 51 çekdarên PKKê li çiyayê Şingalê 25ê Îlona 2021ê dest ji sengerên xwe berdan û pêwendî bi Fermandariya Şingalê ya Pêşmergeyên Kurdistanê re kirin. Fermandarê wan çekdaran jî aşkere dike: “PKKê xizmeta gelê me nake, ji ber wê me pêwendî bi Pêşmerge re kir.”

Berpirsê Liqê 17 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Aştî Koçer ji K24ê re ragihand: “Îro li çiyayê Şingalê 51 çekdarên PKKê ji nav refên PKKê derketin û xwe gihandin hêzên Pêşmerge yên li Fermandariya Şingalê.”

Fermandarê wan çekdarên PKKê Şihab Qasim Hesen ji K24ê re ragihand: “Barêgehên me li navçeya Zorava ya ser bi nahiya Sinûnê bûn. Piştî 5 mehan di nava rêzên PKKê de, em gihîştin wê baweriyê ku PKKê xizmeta miletê me nake, ji ber wê me pêwendî bi Fewca Yek a Pêşmerge ya Fermandariya Şingalê re kir.”

Herwiha wî fermandarê PKKê got: “Berpirsê Liqê 17 ê PDKê pêwendî bi me re kir û em spasiya xwe ji bo PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nîşan didin ku her dem hevkariyê bi koçberên Şingalê re dikin û alîkariya wan dikin.”

Riataza 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev