Tahir Hewramî: Revenda Kurd wek Pêşmerge li welatên biyanî parastina mafên Kurdan kiriye

Tahir Hewramî: Revenda Kurd wek Pêşmerge li welatên biyanî parastina mafên Kurdan kiriye

Serokê Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt diaxive

Serokê Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt, bi minasebeta çaremîn salvegera referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê dibêje, sedema referandûmê, vekêşana desthilatdarên Iraqê, pêkneanîna destûrê û birîna mûçeyên hemwelatiyan bû. Di heman demê de bi giringî behsa rola revenda Kurd ên li welatên biyanî kir ku bi rêya xwepêşandanan yan jî bi her cureyeke din ya nûjen berevaniya mafên Kurdan kirine.

Serokê Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt Tahir Hewramî di hevpeyvîneke taybet ya bi Kurdistan24ê de got ku sedema referandûmê vekêşana rayedarên Iraqî ji pêkanîna destûrê bû, heta sala 2014an jî wan mafên xelkê birî, ji ber vê yekê êdî tu rê li pêş serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê nema û referandûm hate kirin. Heta ku referandûm di 25ê Îlona 2017an de hate kirin û ji sedî 93yê Kurdan dengê erê ji bo serxwebûnê dan.

Di heman demê de teqezî li ser wê yekê kir ku referandûmê doza Kurdî di asta navneteweyî de nasandiye û kiriye mijareke navdewletî û got ku Revenda Kurd her dem xwedî helwest e ji bo dabînkirina mafên gelê Kurd, çi bi xwepêşandanan be û çi jî bi şêweyekî din yê nûjen be.

Çavkanî: https://kurdishdc.org/revend/5854/?fbclid=IwAR1KHS1pID5XQeAO4v9AebtYTLgvJ3A66SBdqZZTBtJGRuSiAEgvBxfu3xc

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev