Ezîzê Zîyo Bedirxanî

Ezîzê Zîyo Bedirxanî

Ji bîranînên min: Emek gerekê neyên jibîrkirin


Dr. Eskerê Boyîk

Salên 1991-92an, ez tim diҫûm bajarê Almatê, dihatim. Lê sala 1993an bi tam, malê va destguhestî wî bajarî bûm.
Bajarê Almatê da nas û dostê me di nava kurdên cî da hebûn. Salên Sovêtê hevaltiya me ҫê bûbû. Min zaniyarê Kurdî eyan Nadîr Nadîrov û hinek hevalên din jî nas dikir. Lê dostanî û nêzîkbûna min, ya malbetî bi malbeta kekê Zîyo ra hebû, ew jî bi serê lawê wî Ezîzê Zîyo Alîyêv bû.
Gelê Kurd yê Qazaxistanê yekrû nî bû. Civaka ku sala 1937an ji Naxîcêvana Azeyrbêcanê û ya 1944 ji Gurcistanê sirgûn kiribûn, hê tevî hev nebûbûn, li nav hevda ne helîya bûn.
Civaka ji Gurcistanê, li pey efûkirinê ra, bawarkî kes venegeriya bû cî-warê xweyî berê. Hukumdarên Gurcan derê welatê xwe li ber wan hișk dada bûn. Gișk Qazaxistanê da mabûn, binecî bûbûn û halê wan xweș bû. Nêzîkbûna wan li tev tirk û terekemeyan, ku bi wan ra, sala 1944 a sirgûn kiribûn, qewî bû. Ew tev ji cîkî hatibûn sirgûnkirin, rojên teng tev derbas kiribûn, hal-zewaca wan jî bi hevra hebû.
Roja ewlin da min tê derxist, ku kekê Zîyo ҫawa Qazax dibêjin wek “aksakal“ yan, pêșîkêșê wê êlê dihate naskirin. Tev lê dișêwirîn, gura wî da bûn, șîn-șaya, eyd-erefata da gotina dawîyê ya wî bû. Mala kekê Zîyo timê tije mêvan bûn. Malbetê da axaftin kurmancî bû, kurmanciya wan jî xweș bû, nêzîkî kurmanciya Kurmancên meye Ermenistanê bû. Nava wan da kurmancî xweș hatibû xweyîkirin. Bawarkî gișk, cînar, nas-dostên wan bi kurmancî diaxivîn. Tiștekî ecêb bû, berovajî gelek ciya, ciyê kurd lê dijîn, vira ne ku Kurd li nav der-doran, lê ew nav kurda da asîmîle dibûn, dihelîyan. Ȗ ew tev bi saya serê kekê Zîyo, malbeta wî bû.
Bavê Ezîz, Zîyoyê Bedirxan, mirovekî maqûl, berbihêr, hevekî hișkayî pêra hebû. Kurdekî orîgînal bû. Em, malbetî nêzîkî hev bûn. Eger eydek yan mêvanekî wî hebûya, ese erebe dișand pey min. Em tev diҫûne șîn-șayan.
Civaka wan, sala 1944 a ji komara Gurcistanê, nehîyên Aspînskîyê, Axirkelekê, Adîgîayê, gundên dora bajarê Batimê sirgûn kiribûn. Navê gundên wan ev bûne: Axҫe, Zêdever, Neklekef, Timûk, Colde, Anaket, Vêrteqan, Bilozde, Parestav, Rûstav.
Neheqîya mezin malbeta kekê Zîyo hatibû kirin. Sala 1941ê, kekê Zîyo ji neferê wî qetandibûn û ji gundê Axҫê, nehîya Aspîskîyê, Komara Gurcistanê biribûn pêșenîya șerê dewleta Sovêtê û Almaniyayê, șerê dijî fașîstan. Peyra, bêy agahîkê bidine wî, neferê mala wî jî, tevî civaka Kurdên cî, wek civakeke welatê Sovêtê ra giva „ne amin “, sirgûnî Qazaxistanê kiribûn. Dema dawî bi șêr tê, Zîyo, cilê leșkeriyê lê, bi nîșan-mêdalên altindariyê, vedigere gundê xwe, mala xwe. Lê ҫi mal, dinhêrê derê mala wî dadaye, gundê wan da mirovên nenas dijîn, kesekî nas gundda nîne. Jêra dibêjin, ku xelkê kurd, navda mala wî jî ji gund sirgûnî Qazaxistanê û komarên Asîya Navîn kirine. Ciyê sirgûniya malbetê jî nizanin. Diҫe bajarê Tilbîsê, paytextê Gurcistanê, derê hukumdar û mezinan dikute, lê tiștekî erênî, rast nabêjinê. Kes guh nade șikyat û gazinên wî. Mecbûr berê xwe dide Qazaxistanê, tê bajarê Almatayê.  5-6 mehan fabrîkeke bajêr da dixebite, neferê mala xwe digere. Bi teherekî ciyê mirovên xwe dihese. Ji malbeta wîye giran tenê xûșkeke wî sax mabû.
Nû dizewice.
Kekê Zîyo serhatîya emirê xwe min ra ҫend cara gilî kir. Min jî bi gotarekê kurt, ji wê ҫîroka neheqiyê, ji wan bûyarên dema șêr û pey ra, ku serê Kekê Zîyo ra derbas bûbûn rojnema Rya Teze da weșend. (RYA TEZE, hejmara 1(4563) 1ê Çileya paşin sala 1992an).
Min xeysetê wî cwamêrî hiz kir. Evdekî helal, rastgo bû, derew û qelpîtî tu cara qebûl nedikir, rûyê xweyê wan digot. Hișk bû, lê mirovatî cem zêde bû.
Malbeta kekê Zîyo, wê demê, li perê bajarê Almatê, gundê Zarya Vostokê da diman. Pênc law û keҫeke wî hebûn, tev jî zewicî bûn, malên wan, xebatên wan hebûn, halê wan xweș bû. Hîmê malbetê, tifaq-yekîtîya li nava wê êla wan da lawê kekê Zîyo, Ezîz va girêdayî bû.
Ezîz bi xwendina aborîyê ya bilind, rewșenbîrekî zaneyî welatparêz û milethiz bû. Serokatî deșîxaneke Zerîe’têye mezin dikir. Rûsî digotin “baza” /cîyê standin, zexîrekirin, belavkirin, kirîn-firotina hasileta malhebûna gundîtîyê ya bajarê Almatayê, bajar û gundê dorê), bi deha dukan û șaxê wê bazayê hebûn. Cem wî bi hezara xebatҫî dixebitîn. Ji gelek welatên cihanê mêwê cûrbicûr, sîtrûs û tiștên din distandin. Ne tenê Almatê, lê temamîya Qazaxistanê da Ezîz naskirî bû. Nas û dostê wî hukumata komarê da pir bûn. Ji warê aboriyê da jî malbeta wan xurt û serkeftî bû. Ezîz jî mirovekî destvekirî bû, ber malê dinê nedinhêrî.
Wê demê her bûyarê kurdewarî navê Ezîz va girêdayî bûn. Kurda xwe wî digirtin. Mêvan hîmlî dihatin cem wî.
Wekî ez șaș nîbim, ew mesrefên rewșenbîrî, ya rewșenbîrîya Kurdên Almatayê heta vê dawîyê jî dikirin, payê pirê Ezîz dikir, bêyî xwe nîșan bide ku xudanê wan mesrefan ewe.
Ez niha difikirim, eger Ezîz û malbeta wî nîbyna, ew Kurdên ku salên 1989-1992 ji Ermenistanê reviyan, berê xwe dane Qazaxistanê wê ҫawa karibûna wur rehet cî-war bibûne, pirsên xwe ҫareser bikirana. Em tev jî zanin ku mirovên cîhil dibin, ji welatekî diҫin welatekî din, ji wan ra ciqas pirsgirêk ҫê dibin…
Bawarkî pirsgirêkên binecîbûna wan, ya ji sedî 70-80 î, bi destê Ezîzê Zîyo, nas û dostên wî ҫareser bûn. Cîyê karê wî, mala wî, ya bavê wî timê tije mirov bûn. Gelekên, ku ҫûbûne Azeyrbêcanê, komarên Sovêta berê yên din, nikaribûn binecî bûna, vedigeriyan, berê xwe didan Almatayê, Qazaxistanê.
Bi șêkirandin gerekê bê gotin, ku vê pașwextîyê eger Almata bû merkezeke pêșdaҫûyîna ҫand û kûltûra kurdewarî, berê rewșenbîr, sîyasetmedar, hunermendên Kurdên cihanê vegerand berbi Almatayê, tevî emekê hinek hevalan, wurda berê ewlin emekê Ezîzê Zîyo jî mezin e. Ewî bi malê xwe, bi nas û dostên xwe, bi nav û zanebûnên xwe di wî warî da gelek rê rast kirin.
Tevî karên civakî yê mezin wusa jî wî dîroka sirgûnya Kurdên Qazaxistanê ya salên 1937 û 1944 a, ji arșîvê KGB ê, yên tarî derxist, ji wundabûnê xilas kir û ew zulma neîsanî ku wan sala anîbûn serê wê para Kurdan raxist ber xwendevanan, kire malê dîroka Kurdî. /„Kurdên Qazaxistanê“, sal 1995, Almata, kurmancî /.
-Kovara “Kurdistan” (Nûbar), hejmara ewlin bi siponsoriya Ezîzê Zîyo hate weșendin.
-Dema ez ҫûme Almatayê, Kurdên wê komarê jî, ҫawa hemû kêmnetewên Qazaxistanê, ji xwe ra Komelên ҫand û kûltûra netewî ava kiribûn. Serokê komelê Ezîzê Zîyo bû. Dewletê, di nava bajêr, avayê „Mala Dostanîya gelan“ da cî dabûn komelên wî rengî. Odeyek jî dabûn komela Kurdan. Rojekê Ezîz min ra got: “Eva saleke odek dane me, derê wê tim dadaye, kes lê nabe xweyî. Dema min jî nîne ez herim têda rûnêm, minra gotin, serokên komelên din ji mezina ra gotine, eger kurd odê naxwezin, lê xweyî dernakevin, bidine me. Heta tu betalî, hîvî dikim rojê șemî û ledê here derî veke, têda rûnê. Wa bêxwedî bimîne, odeyê ji destê me here.
Odeke xweș bû. Dorê odên komelên gelên din bûn. Odên rex oda me êdî șên bûn. Karê xwe dimeșandin. Ez hineka ra bûme nas. Weke du-sê meha ez diҫûm, odê da rûdiniștim. Min kaxaz kitêbê xwe dibir wir, xwera dixebitîm.
Pașê, bi hewildana Ezîz komela me hêdî hêdî jî șên bû. Endamên komelê dest bi xebateke aktîv kirin. Nenihêrî karê Ezîz yê fermî pir bû û gelekî mijûl bû, lê kar û xebatê kurdewarî bîra nedikir, guhê wî tim li ser her tiștî bû.

***
Sal buhurîn. Min xwest vê bîranîna xwe ya kurt xwendevanan ra parevekim. Di karê kurdewarî da, tevî emekê herd zanyarên kurde bi nav û deng Nadir Nadîrov, Kinyazê Îbrahîm wusa jî emekê Ezîzê Zîyo Bedirxan di pêșdaҫûyîna rewșenbîrîya Kurdên Qazaxistanê da zêde ye.

Di sûret da: Ji alîyê çepê:  profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan, doktor Eskerê Boyîk, akademîsyan Nadirê Kerem Nadîrov, nivîskarê ji Avstralîyayê Riza Çolpan, ronakbîrekî gelê me Filîtê Îbrahîm, birayê wî Avdilbekirê Îbrahîm, Zarîna Filît.

Yên runiştî, ji alîyê çepê: Arif Nadîrov, Selmanê Cebêr, Romîyê kurê Eskerê Boyîk, Yaşaê Zîyo û Îbrahîmê Filît.

Sûret yê salên 1990î ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev