KARWANÊ ERZURUMÊ

KARWANÊ ERZURUMÊ

Çavkanî: Ahmed Aras

Nivîs û amadekirin: Mihemed Erzurum

 

Heyla lawo, emê ji Erzurmê hatin bi karwanî

Emê peya bûne şewitya Çulyê bi mêvanî

Qîz û bûkên Çulyê li ser kanyê kiras-şo danî

Ew qonaxa ku em lê peyabûn bi mêvanî

Ji bo navrojê, ji me ra xaşîl danî

 

Wey can Evdal,

Wey can Evdal…

 

Lawo wexê hatim Çulya şewitî cot-kanî ne

Gava ku ji bo navrojê sifre danîne

Pêşt ra hatin qîzeke ezep du hebê bûkîne

Li Evdal nihêrîn bi tîqe tîq pê kenîne

Keçka ezep digo ev mêvana yekî kurt î kin e

Destê wî nagihîje sifrê, texte û nîn e

Bawer bikin ewê îro birçî bimîne.

Evdal şermî dibe û xwe ji paşda dikişîne

Ji qama nîvro hetanî êvarê birçî dimîne

Bi keder û meraq êvarê ser xwe da tîne

Di dilê xwe da rica dike ji Rebê jorîne

Dibê îro dewetek çêbe Evdal bikevê û xwe têda bihejîne…

 

Hey can Evdal,

Hey can Evdal

 

Dilê Evdal bi kul û wê bi tîr e

Qonaxê danê êvarê ji Evdal ra danî nan û şîr e

Evdal ji derdê xwe ra dibêje, dilobîne û qîre-qîr e,

Yek hate cem, got keremke were deweta mîr e.

 

Hey can Evdal

Hey can Evdal

 

Dema ew xeber hilda Evdalê belqitî

Xurc kişande ortê, li devê xurcê xebitî

Jê derxist qatek çekê nelixwekirî, nexebitî

Çek ser bejna xwe da berda Evdalê belqitî

Derket derva ber bi mala mîr berjêr şiqitî…

 

Hey can Evdal

Hey can Evdal

 

Evdal ku dikeve govendê xwe dihejîne

Ji defçî- zurneçî re çavê xwe diqirpîne

Direqise, dengê xwe hildide dike qîrîne

Defçî- zurnecî sekinîne, li hev nihêrî ne

Dibên êdî tu kes erbeteka awha nabîne…

 

Hey can Evdal

Hey can Evdal

 

Weyla Evdalê belqitî

Govend di hevda xelitî

Ew keçka ketye ser govendê xwe dihejîne

Desmalê li ba dike, govendê li pey xwe dikşîne

Evdal li ser keçkê kilama dibê û dike qîrîne

Keçik tê dikeve destê Evdal xwe dibe-tîne

Dibê te ez xecil kirim, edî bese min neêşîne!

 

Hey can Evdal

Hey can Evdal

 

Keçik hay ji xwe tunîne, bişkokê pêsîra wê qetyane

Evdal mêze dike ku serê memikê wê xûdane…

 

Hey can Evdal

Hey can Evdal

 

Evdal ji defçî, ji zurnecî re çavê xwe diqirpîne

Daweta giran e, tarî ye, kes hacî kesî tunîne

Evdal destê keçkê digvêşe, çava jêra diqirpîne

Wê digre dibe hewliyê ramûsanekî jê distîne

Dibê te digo destê mêvan naghîje texte û nîn e

Evdalê Zeynikê di binê pirsa de namîne

De tu here bira herkes xêrê ji bazara xwe bibîne…

 

Hey can Evdal

Hey can Evdal

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev