Li Şengalê PKKê tiştên gelek xirab dike

Li Şengalê PKKê tiştên gelek xirab dike

Êrîşa li dijî Rûdawê karê PKKê ye

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar 

PKK di jiyana neteweya kurd û her kurdekî de û li her parçeyeke Kurdistanê xeteriya xwe didomîne. PKK her roj, heta her deqîqeyekê bi karên xwe yên xirab derdikeve pêşiya me. Beriya vê demekê PKKê li Rojavayê Kurdistanê bi xwepêşandanên xwe yên bi wêneyên Ocalan û sembolên PKKê li dijî Serokê Kurdistanê û PDKê derket pêş me. 

Dîsa du-sê rojan berê PKKê li Rojavayê Kurdistanê hemû nirxên mirovatiyê û hejayiyên neteweyî yên Kurdistanê binpê kir û perçiqand.

Hîç şik tune ye ku siyaseta PKKê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê navendeke taybet ve tê rêvebirin. Taybetî heta wek vê gavê rejîma Suriyê her tişta dixwaze li dijê kurda li rojavayê Kurdistanê bi Qendilê dide kirin.

Van rojan ENKSê li Rojavayê Kurdistanê hinek xwepêşandan li darxistin. Milîsên PKKê bi tundî êrîşê wan kirin, Ala Kurdistanê binpê kirin, jinên kurd birîndar kirin û ew kolanan de xirandin. Gelek vekirî tişta polîsên tirk li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dikin tu cara wek ya ku milîsên PKKê li Qamişlo kirîn ne xirabtir e.

“Babetek din ewe ku, gelek aliyên kurd, dema bûyerek rûdide di cih de daxûyaniya derdixin û bûyeran şermezar dikin. Gelo çend partîyên siyasî, yan jî dezgehên sivîl, dezgehên mafê mirovan êrîşa çekdarêm PKKê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin? Rasti mirov mereqa van navan dike.

“Di derheqê PKKê de gelek tişt tên gotin, lê dixweyê xelkek ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî û rojane naxwaze rastiya heyî bibîne. Ji bîr nekin ku dê ev siyaset ewilê serê xwediyê xwe û duvre jî serê hevkarên xwe û yê li dûv wan diçin bixwe.

Li hinek welatên Ewropa kiryarên çekdarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê hatin şermezar kirin.

*****

PKK li Dewleta Federe ya Kurdistanê bi dehan salan e ku karên gelek xirab dike. Karên PKKê yê xirab a sereke, daxweza xirakirina Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Ji vê mezintir xirabiyek li Kurdistanê, li neteweya kurd nayê kirin. Lewra baş tê zanîn û dinya jî û Neteweyên Yekgirtî ji Dewleta Federe ya Kurdistanê wek hêlîna 50 mîlyon kurdan, hemû beşên Kurdistanê, hemû kurdên li dinyayê dizane. Dema ku PKKê dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bike, wê demê ev tê wateyê ku PKK li hemberî hemû neteweya kurd û kurdan şer dike.

Gelek aşkere ye ku PKKê piştî ku DAEŞ ji Şengalê hat derxistin, bi piştgiya dewletên kolonyalîst bi taybetî jî bi piştgiriya Îranê li Şengalê cîwar bû. Hasdî Şabî jî wek hêzeke  piştgir ya Îranê û gelek rêxistinên din yên terorîst, neyasayî, biyanî, dagirker li Şerngalê cîwar bûn.

Van rêxistinan li ser gelê me Şengalê zûlmeke mezin li darxistin. Şengal tarûmar kirin. Bê aramî çêkirin. PKKê, zarok û ciwanên kurdan ji Şengalê revandin birin kirin leşkerên xwe. Ew zarok û ciwanên ku siyaseta wan neecibandin, hepis kirin, êşkence li wan kirin, ew kûştin. Gor lêkolînekê hejmara zarokên PKKê li Şengalê revandine, ji DAEŞê zêdetirin in.

Lê ji bona ku rêxistinên terorîst bi tevayî û PKKê ji Şengalê dev berdin, di bin çavderiya Neteweyên Yekgirtî de di navbeyna Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê de peymanek hat erê kirin. Hezar mixabin ji salekê zêdetir e ku ev peymana cîbicî nebû.

Gelek fermanderên PKKê jî, ji zûlma PKKê û ji xizmeta wan ya dewletên kolonyalîst eciz bûn, dev ji PKKê berdan.

51 çekdarên PKKê li çiyayê Şingalê 25ê Îlona 2021ê dest ji sengerên xwe berdan û pêwendî bi Fermandariya Şingalê ya Pêşmergeyên Kurdistanê re kirin. Fermandarê wan çekdaran jî aşkere dike: “PKKê xizmeta gelê me nake, ji ber wê me pêwendî bi Pêşmerge re kir.”

Berpirsê Liqê 17 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Aştî Koçer ji ragihand, “Îro li çiyayê Şingalê 51 çekdarên PKKê ji nav refên PKKê derketin û xwe gihandin hêzên Pêşmerge yên li Fermandariya Şingalê.”

Fermandarê wan çekdarên PKKê Şihab Qasim Hesen ragihand, “Baregehên me li navçeya Zorava ya ser bi nahiya Sinûnê bûn. Piştî 5 mehan di nava rêzên PKKê de, em gihîştin wê baweriyê ku PKKê xizmeta miletê me nake, ji ber wê me pêwendî bi Fewca Yek a Pêşmerge ya Fermandariya Şingalê re kir.”

Ew qewimandin gelek baş û hêja ye. Lê divê hemû kurdên dilsoz yên di nav PKKê de xebat dimeşînin,  dev ji PKKê berdin.

Piştî ku fermandarên PKKê dev ji PKKê berdan, ew kesên ji PKKê re piştgirbûn jî dev ji PKKê berdidin. PKKê ji bona ku pêşiya vê bigre, 52 Şengalî revandine. Nûha ciyê wan jî ne diyar e.

Fermandarek ji Fermandariya Şingalê ya Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê Şemo Îdo ragihand ku “52 kes li Şingalê ji aliyê PKKê ve hatin revandin û heta niha winda ne. Xelkê Şingalê ji reftarên PKKê aciz in û piraniya wan dixwazin pêwendî bi rêzên PDKê bikin.”

Hîç şik tune ye ku PKKê bi dehsalan e ku karên gelek xirab li Başûrê Kurdistanê dimeşîne. Di van salên dawî de li Tirkiyeyê di rewşeke gelek xirab de ye. Loma jî dê hîn zêdetir êrîşker be. Loma divê hemû kurd  ev xeteriya PKKê bibînin, helwesteke zelal li hemberî PKKê diyar bikin. Ji bona ku PKKê li Dewleta Federe ya Kurdistanê tasfiye bibe û bê qedandin xebat bikin.

Divê hemû partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê jî, li hemberî PKKê xwediyê helwesteke xurt bin. Lewra her partî û rêxistinek xwediyê Dewleta Federe ya Kurdistanê ne. Loma jî hemû partî rêxistinên Kurdistanê  dewleta xwe li hemberî PKKê biparêzin û nehêlin ku PKKê zirar bide dewleta wan. Pi taytbetî jî divê partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê îzin nedin ku PKKê di nav partiyên wan destwerdanê bike.

PKK-Ê LI ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ ÊRÎŞA XWE Lİ HEMBERÎ ÇAPEMENİYA KURDİSTANÊ DIDOMÎNE

PKKê bi gelek qerekter û taybetiyên xwe tê nas kirin. Taybetî û qerektereke PKKê jî ew e ku PKKê li dijî çapemeniyê cuda ye. Sedema vê yekê jî li dijî fikir û şiroveyên cûda ye. Ev jî, ji ne demokrat bûna wê tê. Tê zanîn ku PKKê bi her awayî rêxistinek totalîter, dîktatoral, faşîst a civakî ye.

PKKê ji bona ku dixwaze yek partiyek (PKKê), yek  îdeolojiyek (Faşîzm-Kemalîzm-Stalînîzn), yek serokek (Ocalan) hebe û desthilatdar, ji fikrên cûda ditirse. Fikrên cûda, demokrasiyê, maf û azadiyên mirovî li dijî hebûna xwe dibîne.

PKKê ji bona ku ev sîstema xwe ya dîktatoriya faşîst ava bike, bi giştî li dijî çapemeniyê; bi taybetî li dijî, rojname, kovar, telewîzyonên ne dibin bandor û konrola wê de ye. Loma jî di van salên dawî li Rojavayê Kurdistanê êrîsî telewîzyonên Başûrê Kurdistanê dike. Xebata wan qedexe dike. Êrîşî peyamnêr û rojnamevanên wan dikin, wan brîndar dikin, ofîsên wan dişewitînin.

Heman tiştî li hemberî rojname, kovar, radyo, telewîzyonê Rojavayê Kurdistanê yên serbixwe û yên partî û rêxistinên Roavayê Kurdistanê jî dike.

Beriya demekê ofîs û xebata Telewîzyona 24an qedexe kir.

Dûho jî Ofîsa Telewîzyona Rûdawê şewitand. Lê ev çar car e ku li hemberî Rûdawê êrîş pêk tên.

Peyamnêrê Rûdawê yê Qamişloyê, ragihand ku derengiya şevê kesên nenas bi bombeyên molotof êrîşî ofîsa Rûdawê ya li bajarê Qamişlo kirin û di encamê de beşek ji ofîsa Rûdawê agir pêket.

Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo Berzan Ferman got “Sêşemê di demjimêr 00:30an de heta niha kesên ku nannama nehatiye zanîn bi molotofan êrişî ofîsa Rûdawê ya kirin û di encamê de beşek ji Ofîsa Rûdawê ya Qamişloyê hat şewitandin.”

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku di derbarê kesên ku heta niha nasnameya wan nehatiye zanîn de hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser dest bi lêkolînê kirine.

Ev metoda bi her awayî metoda PKKê ye. Molotof jî çeka PKKê ya bi navûdeng e. Loma jî Asayîş dizane ku ew kî ne. Lê Asayîş ji tirsa nikare navê wan kesan diyar bike. Dê navê wan veşêre.

Divê hiqûq û dad li benda asayîşa PKKê nemîne. Civata Rojavayê Kurdistanê û hemû rêxisin û partiyên Rojavaye Kurdistanê, keomeleyên wan, pêşengê civakî li dijî ev çalakiya faşîst ya PKKê derkevin.

Herwiha peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah jî di derbarê bûyerê de got “di demjimêr 00:30an de ji aliyê grûpeke ku heta niha nasnama wê nehatiye zanîn bi molotofan êrişî ser ofîsa Rûdawê ya Qamişloyê hatiye kirin.”

Peyamnêra Rûdawê da zanîn ku “dema êrişî ser ofîsê de hatiye kirin tu kes tê de tinebûye lê zirareke zêde ya madî çêbûye.

Het niha ev cara çarem e ku êrişî ser ofîsa Rûdawê ya Qamişloyê pêk tê. Cara yekem di 08.05 2021an de, cara duyem di 22.08.2021an de, cara sêyêm 05,09.2021an de û cara dawîn jî di 28.09.2021an de êrişî ser ofîsa Qamişloyê ya Rûdawê hatine kirin.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev