Bedbextîya êzdîyên Şengalê berdewam e

Bedbextîya êzdîyên Şengalê berdewam e

Komîsyona Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) çû ser sînorê Polonîyayê-Bêlorûsê û alîkarî gîhande penaberên êzdî yên ji Şengalê, ku li wir asê bûne.

 

FNDK hema pê hesiya, ku komeke kurdên êzdî li ser sînorê di navbera Polonîyayê û Bêlorûsê da bê alîkarî mane û di rewşeke diltezîn da ne, biryar kir komîsyonekê amade bike bona dîyarkirina cîyê penaberên êzdî , seba bikaribe alîkarîya maddî bigihîne wan.

 

Nûnerên FNDK Hejarê Şamil, Memê Mamoyî û bazirgan Qadir Balayêv ketine nava wê komîsyonê.

 

Roja yekşemê berbangê koma FNDK berê xwe da Bêlorûsê bona erkê xwe yê welatparêzîyê û piştgirîkirinê pêk bîne. Wana cîyê 15 penaberên êzdî dîyar kir, ku di nav wan da jin û zaro hebûn û hewcê alîkarîyê bûn.

 

Komîsyona FNDK xurekê bona sê mehan, dû-derman, kinc, heqê kirêya mayînê, qeydkirina wan li ser axa Bêlorûsê gîhande wan.

 

Nûnerên FNDK gotin, ku wana herwiha cîyê koma duduyan ya penaberên êzdî ya ji 17 kesan li ser sînorê Polonîyayê-Bêlorûsê dîyar kirine. Komsîyonê berê xwe da wira jî, bona alîkarîya maddî bigihîne wan.

 

Fermo, derheqa vê yekê da hevpeyvîna RÛDAWê bi ronakbîrê kurd Hejarê Şamil ra mêze bikin: 

 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev