Salvegera 94. ya damezirandina Cemîyeta Xoybûnê

Salvegera 94. ya damezirandina Cemîyeta Xoybûnê

Mutlu Can

… Em manê li Baxde şeş mehan. Me dersên xwe dixwendin.

Şêx Elî Riza [Kurê Şêx Seîd Efendîyê Nemir M.C.] ji me re got:

“Emê cemiyetekê çekin navê wê cemîyetê Xoybûn e.” Gote me; “Ez hêvî dikim hûn herdu herin Mûsilê ji bo hûn Kurdên me yê ku ji ber Tirka bazdane û yên qeza Zaxo û Dihokê û Amediyê hînî qewmîyeta Kurdî bikin. Ji wan re bejin wê cemiyetek çêbe, navê wê Xoybûn e.” ….

… Em gêhiştin Beyrûdê, heval li îstesyonê li hêvîya me sekinîbûn, em birin otêlê.

Sibehê em tev civiyan li mala Papazyan ê Ermenî; reîsê Partîya Taşnaq. Em panzdeh peya bûn:

 

1- Celadet Bedirxan Beg,

2- Elî Rizayê kurê Şêx Seîd,

3- Memduh Selîm Wanlî,

4- Doktor Şukrî Mehmed,

5- Fehmî Beg (kâtibe Şêx Seîd bû ),

6- Kamîl Efendî (mulazim bû li Iraqê)

7- Kerîm Efendî (ew jî mulazim bû li Iraqê),

8- Tewfîq Efendî (mulazim bû li Tirkiyê, bazdabû çûbû Iraqê),

9- Haco Axa (reîsê eşîra Hevêrka),

10- Emînê Ehmed lawê Perîxanê (serekê eşîra Rema),

11- Bedredîn (reîsê eşîra hebizbinî),

12- Bozan Beg

13- Mustefa Şahîn (her du serekên eşîra Bereza)

14- Ehmed Abdurrehman Axa (kurê Şahîn Axa)

15- Abdullah Cizrawî

 

[Ruhê wan şa be…]

Çavkanî: Bîranînên Têkoşerekî Kurd: Ehmedê Abdurrehman Axayê Kurê Şahîn Axa -I-: Armanc, Hejmar: 91 [91-99], 1989, r. 5

&

Not: Qasî ku min berê çend mehan bihîstîye bîranînên wî wek dosyayek li ber destê weşanxaneya Avesta de ye. Ez hêvîdar im ku demekî nêz de em agahdar bibin ku wek kiteb hatîye çapkirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev