Ferhenga Felsefeyê

Ferhenga Felsefeyê

Weşanxaneya NAyê berhemeke nivîskarê malpera RIATAZA çap kir

 

Xwedîyê berhemên ku di vê kitêbê da têne behskirin, nivîskarê malpera me Alî Gurdilî ye, ku me eva 7 sal in hema bêje her heftê nivîs an wergereke wî a felsefeyî di rûpelên RIATAZA da çap kirine. 

Li jêr xudanê vê berhema pir pêwîst û bêhempa Alî Gurdilî sipasîya xwe dide weşanxaneyê û keda wan dost, heval û dezgehan qîmet dike, ku alî karê wîyê bi salan kirine. Malpera me şanaz e, ku tevî belavkirin, qîmetkirina vî karê pîroz bûye.

 

Zahf dilşad im niha, rastî nizanim niha çi binivîsînim. Keda me a 20 salan, îro wekî Ferhenga Felsefeyê çap bû û kete xizmeta kurdîzimanan. Spas ji bo berpirs û xebatkarên Weşanxaneya NA ê re, ku xwedî li xebatên me derketin û wekî projeyekî, dest bi weşandina xebatên me kirin. Mala wan ava. Dîsa, heke piştgirî û xweyîtîya gelek dost û hevalan tunebûya, rastî ew e ku me nikaribû xwe bigihanda roja îro.

 

Peyayên ez behsa wan dikim, ew kes in ku di dema weşana Malpera Felsefevan de, di çapa Kovara Felsefevan de, di kar û xebatên me yên li ser medya sosyal de, her û her piştgirîya me kirin û bawerîya xwe, bi me anîn in.

 

Mala wan hezar caran ava be. Bawer bikin heke ew tunebûna, dê hêvîya me jî tunebûya bo rojên ronak û azad. Baş e ku hûn hene, dost û hevalên min ên hêja. Gelek spas ji bo we.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev