Modela Îraqê, Kurd û hilbijartin!

Modela Îraqê, Kurd û hilbijartin!

Şêxmûs Ozzengin

Îraq, bi sînorên xwe di navbera du miletan de hatîye parvekirin. Bi desthilatdarîya du cîhan ve birê de diçe. Yek Bexda ye, ya din jî Hevlêr e. Yanî bi destê Îraq a federal û Kurdistan a federe ve bi rêve diçe. Di destûra Îraq de mafên herêma Kurdistanê bi şiveyek berfireh hatîye şîrove kirin. Her çiqa hinek hêlên destûrê ne zelal bin jî, Kurd di destûra Îraqê de xwedî taybetîyên girîng in.

Di destûra Îraqê de du sazîyên girîng cîh digirin.

1-Parlemento; ev her bi bandora nîjadperestên şîe yên bi ser Îranê ve meşîya û li dij rûhê destûrê bûn xwedî helwest. Vê jî her nakokîyên di navbera Bexdayê û Hewlêrê de kûr kir. Li henber vê helwesta nîjadperestî jî nûnerên Kurd li Parlemento ya Federal helwestek hevgirtî û niştimanî dananîn. Ev jî bû sebebê destdirêjîya Bexdayê li ser mafê Kurd û kurdistanîyan.

2- Meclîsa Federalî: Ji 2005an û heta niha ev Meclîsa Federalî ava nebûye. Ji ber wê jî pir madeyên destûrê ku bi Meclîsa Federalî ve girêdayîne, derbasî jîyanê nebûne. Hêza şopandina destûrê nehatîye honandin, ku li ser pratîka destûrê kontrolek serete ava bibe. Di vî warî de Serokkomar jî erkê xwe bicîh neanîye.

Yek ji vê firqeya 2.emîn a madeya 140 ya destûra Îraqê ye. Ev madde ji Şingalê heta Kerkûkê û Xaneqîn digire nav xwe, ku bi referandûmê bêt tayîn kirin.

Biryar ew bû ku ev herêmên li gor madeya 140 ku heta 31.12.2007an bi referandûmê bên çareserkirin. Di normalê de divê heta vê rojê, serî li îradeya niştevanên van herêman bihata xistin û nakokî çareser bibûna. Lê hin Îran û hin jî Tirkîyê bandorek mezin li ser hikûmeta federal a Îraqê çêkirin û bi grûbek nijadperest ya şîeyên li Bexda re, her pêşî li vê madeyê girtin. Nehiştin ku Kerkûk jî di nav de, pirsgirêkên van deveran çareser bibe.

Dijminên Kurd û Kurdistanê, ji bona pêşîlêgirtina Kurdistanek xurt û bi bandor, beşek ji kurdan jî ji xwe re bikar anîne.

Ji roja ku destûra Îraqa Federal bi referandûmê hatîye pejirandin, heta niha 16 sal di ser re derbas bûn. Di van herêmên ne bi ser herêma Kurdistanê (an jî Kurdistan a federe) ve negirêdayî de pir bûyer qewimîn. Yek ji van bûyeran êrîşên DAÎŞê yên ser van herêman bû, ku artêşa Îraqê ev herêm giştik, bê ku biparêze, bi çekên destên xwe re radestî DAÎŞê kir.

Pêşmergan di mercên pir zahmet de li ber xwe da û ev herêm hemû, yek bi yek ji bin dagirkarîya DAÎŞê rizgar kir û hêza pêşmerge li van herêman bicîh bû. Şer, sê salan zêdetir li ser dirêjaya 1100 km. dom kir. Di vî şerê li henber DAÎŞê de kurdan 2100 cangorî û nêzî 10 hezaran jî birîndar da.

Kurdan, ji bona ku xwe ji destdirêjîya hikûmeta federal a Bexdayê rizgar bikin, serî li îradeya miletê xwe dan. Parlementoya federe a Kurdistanê, biryara referandûma serxwebûnê girt û di 25.09.2017an de çû referandûmê.

Di roja tesbît kirî de li herêma Kurdistanê referandûm bi hestek aşitîyane pêk hat. Her çiqa Tevgera Goran û YNK heta berî bi rojekê helwesta xwe a li henber referandûmê eşkere nekiribûn jî, PDK (Partî Demokratî Kurdistanê) bi tena serê xwe xebatên referandûmê meşand. Lê hin li dîyaspora û hin li herçar perçên Kurdistanê, piştgirîyek mezin ji vê biryarê re hat tomar kirin. Bi sedhezaran Kurd û kurdistanîyan pêşewazî li vê biryarê kirin û pişgirî danê. Van pêşandanan bandorek mezin li ser Tevgera Goran û YNK çêkir. Berî bi rojekê YNK û Tevgera Goran jî daxuyanîyên piştgirîya referandûmê dan.

Cara yekem, Kurd û Kurdistanîyan di dîrokê de îradeya xwe bi pileyek 92.7 eşkere kirin ku dewletek serbixwe dixwazin. Ev îrade, ya miletekî bû û divê her kurd û her hêz hurmet ji îradeya miletê xwe re bigirta.

Lê piştî netîceya referandûmê, dijminên Kurd û Kurdistanê ketin tevgerê. Îran, Tirkîye û Îraq, beşek ji tevgerên kurdan jî girtin cem xwe û dorpêçek mezin anîn ser herêma Kurdistanê. Kerkûk di nav de hemû deverên ku bi xwîna hezaran xwebexş û cangorîyan hatibû rizgar kirin, radestî Haşdî Şabî û artêşa Îraqê bû. PKK jî bi Haşdî Şabî re ket têkilîyê û bi milmilane Şingal jî carek din hat dagirkin. Ev heft sal e koçberên Şingalê, ji ber milmilaneya Haşdî Şabî û PKK nikarin herin ser mal û milkên xwe. Di qampên koçberan de dijîn.

Di asta federalîzmê de di navbera Bexdayê û Hewlêrê de nerîn û helwestên cûda hene. Şîeyên nijadperest yên heta niha li Bexdayê bûne desthilatdar, her çiqa di destûrê de Herêma Kurdistanê wek herêmek federe û xwedî îrade pejirandibin jî, di pratîkê de ev rastî qebûl nekirine. Ji ber wê jî hin projeyên destûrê avakirina herêmên federe yên wek navend û başûrê Îraqê (herêma federe a Basra) nehatin avakirin. Bexda wek dewletek federal û navendî, nehişt ku hêza desthilatê bi herêmên federe re parve bike. Dewleta federal a Îraqê wek dewletek ûniter (yekalî) tevdigerîya. Vê jî nakokîyên di navbera dewleta federal û herêma federe a Kurdistanê de her ku çû kûr kir. Helwesta ûnîterî ya Bexdayê bû sebebê nakokîyan di navbera herêma Necef, Besra û Bexdayê de jî.

Di 10.10.2021 an de li seranserê Îraqê hilbijartinên Meclîsa Federal a Îraqê heye. Kurd jî beşdarî van hilbijartinan dibin. Ji ber nakokîyên mafên destûrê ku derbasî jîyanê nebûne, di navbera hikûmeta Federal a Îraqê û herêma federe a Kurdistanê de pirsgirêkên mezin hene. Ev pirsgirêk jî destûra Îraqê dixe bin metirsîyê.

Modela Îraqê, wek projeyek nû a Rojhilata Neverast hatîye amade kirin. Lê hin dagirkerên Kurdistanê û hin jî aktorên herêmê astengan ji vê projeyê re derdixin ku nekeve jîyanê. Dewletên yekalî (ûnîter) naxwazin ev proje serkevtî bibe. Di eslê xwe de Destûr û modela Îraqê a nû mînakek balkêşe. Ji bona avakirina dewletek hevpar, piralî û xwedî maf, herêmên otonom yên etnîkî, mezhebî û olî girîng in.

Ji ber wê hilbijartinên Îraqê ji bona serkevtina vê modelê wek proje pir girîng e. Partîyên Kurdistanê jî bi hemû hêza xwe beşdarî vê hilbijartinê dibin, ji bona ku li hikûmeta Federal bandora xwe zêde bikin û mafên xwe yên destûrê bicîh bikin.

Kurd mecbûr in li Bexdayê sîyasetek hevpar, niştimanî û hevgirtî bimeşînin. Ne wek partî û grûban, lê wek nûnerên miletekî, hevgirtî mafê kurdistanîyan biparêzin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev