Berhemên kurdzanên me – 253

Berhemên kurdzanên me – 253

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa sisîyan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA -3

Di sala 1978 da, kongreya PDKT a ku bemama nuh qebûl kir û navekî nuh danî ser partiya xwe – Partiya Pêşeng a Karkerên Kurdistanê (Kurdistan Işçi Partisi) hate derbas kirin (li 48 binihêre).

 

Wek ku di bemamê da dihat gotin, PPKK partiya karkerên Kurdistanê, ku bi Marksîzm-Lênînîzmê va tê serkarî kirin, ye. Armanca PPKK a sereke ew e ku hukmdarî, zêrandin û qûlîtî bên hildan, li Kurdistana yekbûyî mexlûqetiya bê zêrandin saz bike. Lê di merhela pêşîn da, PPKK dixwest ku şerkariyê bike bona avêtina hukumdariya zêrandçiyên Tirkiyê ji ser text, herweha wan derebegên Kurdan ku bi wan va girêdayî ne û empêryalîzmê, bona ku gelê kurd bigihîje xweqerarkirina millî.

 

Bi tomerî hildayî, piraniya endamên Partiya Pêşeng a Karkerên Kurdistanê ji burjuwaziya hûr bû û ew rêxistineke neteweyî ya ku di bin hukmê bîr-baweriyên sosyalîzmê û dîtinên wê da ye bû. Serokatiya partiyê mirovên ji malbatên Kurdan ên dewlemend, axa, beg û serekeşîr bû. Pey wergerandina dewletê ya eskerî ya sala 1980, di partiyê da dijîhevbûna ku bû sebebê perçebûna partiyê ya nuh bi hêz bû. Her du komikên pêşdahatî bi navê Partiya Pêşeng a Karkerên Kurdistanê pêş da dihatin. Ev hemû bûn sebeb ku gelek endamên wê jê derketin, partî gelek s ist bû. PPKK ji sala 1978 li Swêd kovara Armanc çap kir, lê xwediyê wê Komela Kurdan a Çandî û Hevkariyê ya Swêd dihat hesibandin.

 

Wê demê Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê (PSKT) aktîfbûneke mezin diyar dikir. Ew rêxistina “Özgurliik Yolu” bû û di sala 1974 da hatibû damezrandin. Diketin nava wê nûnerên rewşenbîrên Kurdan, û berî hertiştî ew ji rewşenbîrên Kurdan ên pêşverû, xwendekar, karker û palên mexlûqetiya Kurdan pêş da dihat.

 

Di nava bernama PSKT da dihat gotin ku armanca wê ya sereke ew e ku li Kurdistanê civaka sosyalîst saz bike. Armanca yekemîn ji bo partiyê ew bû ku ji kolonyalîzmê xelas bibin û azayiya millî bi de st bînin, hukmê derebegiyê bidin hildan û li welêt dêmokrasiyê testîq bikin (li 64 binihêre).

 

Tehlîlkirina xalên bemamê û karkirina PSKT nîşan didin ku ew partî bi prensîpên xwe yên idêolojîk bêtir nêzîkî sosyalîzma zanyarî sekiniye, ne wek partiyên Kurdan ên siyasî yên mayîn ku ulmê Marksîzm-Lênînîzmê diparêzin.

 

Li Kurdistana Tirkiyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ku jê ra Partiya Apociyan tê gotin, jî kar dikir. Ev partiya ku di sala 1977 da hatiye damezrandin tesîra mezin li ser xwendekarên dibistanên navîn û lîseyan, li ser xortan hiştiye. Ew bona pêwîstiya têrora şexsî, kuştina dijmin û neyaran, bi xusûsî polîs, casûs û şerletanan, pêş da tê. PKK dijî hemû partiyên Kurdan ên mayîn şerkarî dikir, û ew bû sebeb ku nûnerên rêxistinên Kurdan bi çekan rabin dijî hev. Ji ruyê wan pevçûnan, bi dehan û sedan welatparêz û niştimanperwerên kurd hatin kuştin û ew bû derbeke giran bona şerkariya Kurdan a azadariyê li Tirkiyê. Di 1978 da, PKK manîfêsta “Riya Şoreşa Kurdistanê” da weşandin û tê da ji tebiyên gelek çep pirsên jiyana siyasî ya hundirî û li derve dida tehlîl kirin (li 47 binihêre).

 

Bi tomerî hildayî, ra s t e, PKK bi gotina xwe Marksîzm- Lênînîzm girtibû, lê bi rastî piştgiriya komên çep ên radîka digirt û kêm hildida ser hesêb ewê rewşa têkoşîna li Kurdistanê di çi perhele de ye, dereca xwefehmdarî-xwehesîna prolêtarya Kurdan û gundiyan li ser çi bingehî ye.

 

Li Kurdistana Tirkiyê partiyeke mayîn jî hebû – KUK (Kurdistan Ulusal Kurtuluşçulan – Parêzkerên Kurdistanê yên millî). Ew rêxistin, ku ji perçebûna PPKK di kongreya 1979 da pêş da hat, bi tomerî hildayî hêviya xwe danîbû ser gundiyên niştimanperwer, Di oktobra 1979 da, wê pirtûkeke biçûk bi semivîsara “Şerr ji bo azayiya Kurdistanê” weşand (39, No 6).

 

Ew pirtûk nemaze bingeha bemama partiyê bÛ, ji ber ku di nava wê da di derheqa siyaseta wê ya di hindava pirsên tevgera Kurdan a cihê-cihê da, pirsên hundirî û derve, usa jî riyên şerkariya Kurdan bona azayiya millî dihatin lênihêrandin, dihat ronayî kirin.

 

KUK bona sazkirina partiya siyasî ya serbixwe li Kurdistana Tirkiyê pêş da dihat. Bi bîr û baweriya wê, tebiya wê usa bû, ne tenê bona ku Kurdistan di rewşa kolonî da bû, lê nemaze bona wê yekê ku şerkariya şoreşgeriyê li Tirkiye û Kurdistana Tirkiyê li ser derecên cihê-cihê bûn. Rêxistina KUK, ku li ser xebatên bingehvanên Marksîzm- Lênînîzmê hîm dibû, dicedand ku şerkariya Kurdan bona azayiya xwe mak bike, û bi baweriya wê divê li bendê nesekine ku prolêtarya Tirkiyê şoreşa civakî pêk bîne. Rêxistina KUK partiyên Tirkiyê yên çep ku, bi baweriya wê, dixwest Kurdistana Tirkiyê wek berê qûl bihêlin û ku dijî prensîpa lênînîzmê ya di derheqa bijartina millî bona xweqerarkirinê bûn rexne dikirin (39, No 6, r. 7, 9).

 

Tehlîla xalên bemamê û karkirina KUKê nîşan didin ku, ra s t e, KUK dicedand xwe wek partiya Marksîst-Lênînîst nîşan bide, lê di hêla gelek pirsan da ew li ser tebiya nasyonalîzmê bû. Bi tomerî hildayî, wê ras t dikir ku di pirsa Kurdan da rêxistinên Tirkiyê yên çep rexne dikirin, lê tevî wê yekê wê dicedand ku ji tebiyên nasyonalîzmê dereca şerkariya prolêtarya Tirkiyê ya şoreşgeriyê ya dijî empêryalîzmê kêm bike û bêy bingeh şerkariya li Kurdistana Tirkiyê bide bilind kirin, mezin kirin. Ew partî, bêy hesabhildana rewşa civakî-aborî û siyasî, bêy lihemberîhevkirina hêzan li rastiyê bikeve, bona sazkirina Kurdistana serbest pêş da dihat. Hela bi ser da, di nava karkirina xwe da KUK bi kêm tiştan va ji PPKK dihate cihê kirin û pê ra şerrekî bê prensîp ku ziyaneke mezin digihand tevgera Kurdan dikir.

 

Koma Rizgarî ku ji nûnerên rewşenbîrên Kurdan ên ku pey wergerandina eskerî ya 12 adar 1971, bona damezrandina Ocaxên Rohilatê yên Şoreşgeriyê yên Çandî (DDKD), hatibûn girtin hate saz kirin. Pey efuwa (baxşandin) nîveka salên 70, wan weşana Komele saz kir û dest pê kir ji sala 1976 de kovara Rizgarî çap bikin. Endamên komikê dixwest ku di wê kovara bi du zimanan (kurdî û tirkî) da “li dîroka têkoşîna Kurdan a millî û pêrspêktîvên pêşdaçûyîna wê amade bikin”: Wan dicedand ku hemû welatparêzan Û karmendên pêşverû li dora xwe bicivînin bona “belavkirina bîr-baweriyên Marksîzm- Lênînîzmê”.

 

Aktîvîstên Rizgarî wek parastvanên serbestiya her çar perçeyên Kurdistanê pêş da dihatin. Wan digot ku pêwîst e berî her tiş tî li Kurdistanê têkoşîna şoreşgeriyê bidin teşkîl kirin, lê paşê hemû Kurdan di nava “pêşeniya millî” da li ser hev bicivînin. Pêwîst e li Rohilata Nêzîk bi destê karkerên ereb, tirk û faris şoreşê bikin (254, 1980, No 318, r. 6).

 

Di sala 1979 da, ji ruyê nerazîbûnên mezin tevgera Rizgarî bû du perçeyên ku ew gihand ber kenarê hundabûn û pîrekirinê. Pey 12 îlon 1980, bawer bike hemû serokên Rizgarî hatin girtin û ew yek jî bi xerabkarî hukm li ser karkirina wê komikê kir. Koma Ala Rizgarî ku di sala 1979 da, ji ruyê perçebûna di nava Rizgarî da xuliqî, di sala 1980 da li Diyarbekirê pirtûka Ala Rizgarî weşand (186, 1980, No 4).

 

Wek ku ji weşana wê xuya dibû, Ala Rizgarî di şertên hişyarbûna millî ya salên 70 da mîtîng, û meşîn dan derbas kirin, bangên ku tê da zêrandina millî û zordestiyên li Kurdistana Tirkiyê derdixistin meydanê weşandin. Lê ji myê karkirina koma çep a di nava têkoşîna Kurdan da, ew bû sebebê pevçûyînên di navbera eşîrên Kurdan ên cihê-cihê da. Di van şertan da, koma Ala Rizgarî biryar kir ku tevî serhildana gelî bibe, serokatiyê lê bike, wê bike ya şoreşgeriyê.

 

Rast e, komika Ala Rizgarî PKK di nava êkstrêmîzma çep da gunehkar dikir, lê bixwe bi hindik tiş tî va ji wê dihat cuda kirin.

 

Dokumentên bernamê û yên mayîn, usa jî karkirina partiyên Kurdan di derheqa wê yekê da, şehadet dida ku piraniya wan bi resmî idêolojiya Marksîzm- Lênînîzmê qebûl dikir. Lê mirov nikare wan partiyan wek yên marksîst bihesibîne, ji ber ku di nava idêolojiya wan da hela gelek tiş tên burjuwanasyonalîst hebûn. Lê dîsa jî di nava aktîfbûna şerkariya Kurdan a salên 70 da, partiyên Kurdan ên siyasî û rêxistinên mexlûqetî yên ku êdî bi siyasî gelek gihîştibûn û gelek tiş t bona xwefehmdariya gelê kurd û bona xurtkirina şerkariya wî ya bo mafên xwe yên gelî li Tirkiyê kiribûn roleke mezin lîst.

 

Partiya Tirkiyê ya Komunîst jî pêşniyar dikir ku bi tebiyên Marksîst-Lênîsîzmê pirsa Kurdan bide safî kirin. Di derheqa wê yekê da bemama PKT ku di sibata 1975 da hatibû hazir kirin û li kongreya wê li Konyayê di behara 1977 da hatibû qebûl kirin dibêje.

 

PKT bona pêşîgirtina siyaseta helandina gelên biçûk ku bi zorê dihate kirin û bona dayîna hemû mafên wan ên dêmokratîk dihat. “Partiya Komunîst a Tirkiyê – di bernamê da dihate gotin – bi prensîpa lênîniyê ku li gora wê di her destûreke neteweyekî da heye ku bi xwe qederê xwe qirar bike bawer e. Bona wan milletên ku li welêt bi kitle dijîn (Kurd, Laz û yên mayîn), divê mafên wan ên dêmokratîk û destûrî bê gilî-gotin bên nas kirin, usa jî divê şert bên saz kirin bona pêşdaçûyîna çanda wan milletan”.

 

Di nava bemamê da xuya dibû ku mafê bona xweqerarkirinê nîşan nade ku pêwîst e herdem de’wê û propaganda bikin bona ku milletên biçûk bên cihê kirin. Di bin wê da em dikarin tê bigihîjin ku mafê her milletekî biçûk heye ku di sînorên dewleta dêmokratîk da bimîne û tevî wê hevrakarkirina aborî û siyasî ya xurt û kîp derbas bike. Komunîst divên ji milletên biçûk ku entêmasyonalîslênînvanên paşerojê ne ra propaganda bikin ku ew tevî karkerên temamiya welêt kar bikin. “Komunîstên welatê me – di nava bernamê da xuya dibû – bêy hesabhildana ku ji kîjan milletî ne, ji bo yekîtiya

karker û gundiyên tirk ên bira, tevî hemû xebatkarên milletên biçûk, şerkariyê dikin”.

 

PTK bona dijderketina zulma millî û rengçermiyê û bona pêwîstiya hildana wan zagon û biryarên ku nahêlin çand û zimanê gelên biçûk pêş va herin pêş da tê.

 

Ev bûn daxwaziyên bernama PKT yên bingehî yên di derheqa pirsa millî da, di derheqa pirsa Kurdan da.

 

Anegorî bernamê, organa komîta navbendî ya PKT rojnama Atihm di nîsana 1979 da bangên bona lê gulanê weşandin û tê da bi de’wkirinên dêmokratîk ên mayîn ra bang dikir ku dev ji zorlêkirina di hindava milletên biçûk da bidin, mafên wekhev bidin Kurdan û gelên biçûk ên mayîn, usa jî mafê gelan bona xweqerarkirina aza îlan kir. Tevî vê yekê, Komiteya Navbendî ya PKT bangî komunistan dikir, usa jî gazî sosyalîstan, niştimanperwerên ji partiya Gel a Komarî û dêmokratên kurd dikir ku têkoşîna xwe bidin hêz kirin bona yekîtiyê, bona sazkirina pêşeniya millî-dêmokratîk (189, 1979, No 4, r. 1).

 

3. Berdewamkirina pelixandinê li Kurdistana Tirkiyê û Ermenistana roava li dawiya salên 70

 

Girêdayî tevrabûna dijî empêryalîzmê, dijî Şahê Iranê û aktîfbûna têkoşîna Kurdan li Kurdistana Iraqê, dîwana Tirkiyê dest pê kir ferzendên berk dijî tevgera karkeran li Tirkiyê ku çiqas diçû zêde dibû qebûl bike, usa jî dijî şerkariya Kurdan bona mafên xwe yên gelî derket. Di dawiya meha sêptembrê 1978 da, hukûmeta Tirkiyê li 13 wilayetên welêt halê eskeriyê da îlan kirin. Ango li wilayetên Adana, Ankara, Elazîz, Bingol, Erzurûm, Erzincan, Gaziantep, Stembol, Kahramanşehir, Qers, Meletye, Sîvas û Urfê.

 

Behana bona îlankirina halê eskeriyê ew bû ku li Kahramanşehirê qewimandinên bi xwîn bûbûn û ji ruyê wan bi salixên resmî 100 kes hatibûn kuştin û çend sed mirov jî hatibûn birîndar kirin. Bilî Stembol û Ankarê, li wan wilayetên ku piraniya bineciyên wan Kurd bûn halê eskeriyê hatibû îlan kirin.

 

Wezîrê karên hundirî yê Tirkiyê, Özaydmli, ku di civîna parlementê ya her du sarayan da peyivî, pêwîstiya qebûlkirina ferzendên usa bi wê yekê va mak kir ku têror û zordestiya li welêt gihîştiye wê merhelê ku qeziya mezin jê tê. Wezîr herweha nîşan da ku êlêmentên dijminatiyê bi xusûsî li navçeya welêt a rohilata başûr bijartine bona pêdadanîna dijîtiya dînî-olî di nava qelfên bineciyan ên cihê-cihê da, herweha di navbera sunnî û şîiyan da. Bi gotinên serekwezîr B. Ecevit, hukûmet mecbûr bû biryarê qebûl bike bona îlankirina halê eskeriyê li çend wilayetên welêt, ji ber ku tê ro r û êrîşkirinên çekdarî pirr zêde bûne û yekîtiya dewletê û tambûna wê ketiye bin derbeke mezin.

 

Pevçûyînên bi xwîn li Kahramanşehirê ji aliyê komandoyên faşîst, terefdarên Partiya tevgera nasyonalîst a profaşîzmê ya A. Tiirkeş hatine tev rakirin. Rêaksyonvanan, ku dijîtiya di navbera sunnî û şîiyan da anîbû, dicedand ku derbeke xedar bigihînin şerkariya Kurdan, ji ber ku li wê navçê şîîzm (hîn ra s ttir, Elewîtî ku sêkteke şîî ye) ji aliyê Kurdan tê parastin. Nûnerên rêaksyonê dicedand ku sunnî û şîiyên musulman ku li Tirkiyê tim jî xwe hêla hêzên pêşverû digirin û li hilbijartinên parlementê yên dawîn yên sala 1977 da dengê xwe da bona Partiya Gel a Komarî ya çep, usa jî bona partiyên çep ên mayîn, berî hev bidin.

 

Em dikarin “pêşverûtiya” şîiyên elewî bi wê yekê va şirove bikin ku ew bi sed salan ji aliyê dîwana Tirkiyê ya navendî û cî bi olî û millî hatin zêrtandin. Anegorî weşana Tirkiyê, li dawiya salên 60 li Tirkiyê weke 10 milyon şîî diman (193, 13.6.1967). Li Anatolyê, hem Tirk, hem jî Kurd şîî tên hesab kirin. Para şîiyan a bingehî li wilayetên Maraş, Adiyaman, Sivas, Qers, Meletye, Elaziz, Hatay û Manis dijî (121, r. 227), ango li wan wilayetên ku pareke bineciyên wan Kurd in. Bêtir Kurdên Dersîmê bi dîn-hebandina xwe va elewî û kizilbaş in.

 

Dîwana Tirkiyê ji berê-paş da di navbera sunnî û şîiyan da dijminayî pêş da aniye. Ji wan gundên ku tê da ji wan her du dînên islamê bi hev ra dijîn gelek hindik mane. Destûra sunniyan tu nebû ku bi şîiyan ra bizewicin, usa jî şîî nikaribû bi sunnî ra bizewice. Û di salên 70 da şerrên çekdarî ku tê da qeimandinên Kahramanşehirê hebûn di navbera wan da qewimîn.

 

Rêaksyonêrên Tirkiyê, ku dijminayiya sunnî û şîiyan pêş da dianî, dicedand ku derbeke xedar bigihînin şerkariya Kurdan û di wê derecê da ew ferzend bi kar anî ku li wê navçeyê nemaze Kurdên ewelî diman.

 

Divê bê xuya kirin ku li Tirkiyê dîndarî bi tevayî, şîîzm jî pê ra, roleke usa giring, wek li îranê, nalîze.

 

Di destûra Komara Tirkiyê ya pêşîn a sala 1924 da miqaleke usa hebû ku digot ku islam dînê dewletê hesab dibe. Ev yek berdaxwerina Kemaliyaui a bi nav û deng bû li ber rûhaniya musulmaniyê ku wê demê tesîreke mezin li welêt dihişt û pevçûyînên wê pirr bûn. Lê, sala 1928 ew miqale hat hildan. Sala 1936, di destûra Tirkiyê da tevî 5 prensîpên mayîn prensîpa 6a jî ku tê da didît meçîtê ji dewletê bidin cihê kirin hat nivîsîn. Miqala duda ya destûra Tirkiyê ya sala 1961 jî ew prensîp qebûl kir (54, r. 9). Hela bi ser da, kodêksa Tirkiyê ya mehkema wan kesan gelek berk ên ku dîn û propaganda dîn bona armancên xwe yên siyasî bi kar tînin ceza dike. Anegorî wê kodêksê, gelek serokên Kurdan dû hincirandina serhildana salên 20-30 li Kurdistanê, usa jî pey şerr ra, hatin girtin.

 

Bi vî awayî, ji ruyê xeysetê Tirkiyê yê toriniyê (arîstokrat) karkirina dîndarî-olperestiyê li Tirkiya Komarî herdem jî bi zagonan dihat dahudûd kirin. Lê dîsa jî, partiyên welêt ên siyasî dicedand ku dîn bona kara xwe bidin xebatê. Ewha, partiya burjuwaziya hûr (Milli Selamet Partisi) eşkere piştgiriya dîn dikir û loma jî dîndarên bajar û gundan bi piraniya xwe va piştgiriya wê dikir. Serokê wê

 

partiyê, Necmettin Erbakan, û serokên wê yên mayîn eşkere henekên xwe bi serokên çend welatên musulmaniyê dikir, bona ku hem li welêt, hem jî li derveyî sînorên wî gelek sempatîzanan ji xwe ra peyda bikin. Lê dîsa jî Partiya “Milli Selamet Partisi” li hev ne hat ku di nava hilbijarvanan da bigihîje serfiraziyeke mezin û bi jimara ciyên parlementên li meclisa Tirkiyê ew a çaran bû. Lê pey wergerandina dewletê ya sala 1980, ew partî ji hev belav bû.

 

Divê bê xuya kirin ku dîwana Tirkiyê wek berê helan dida dijminayiya di nava eşîran da. Ewha, anegorî agahdariya weşana Tirkiyê, di destpêka îlona 1978 da, li gundekî wilayeta Wanê eşîrên Kurdan bi çekan rabûn dijî hev. Ji ruyê wê pevçûyînê du kes hatin kuştin, 15 saxesax li malên xwe şewitîn, 6 kes jî birîndar bûn.

 

Di destpêka adara 1979 da, ji ruyê bêkaretiya dîwanê, li ser sînorê wilayetên Diyarbekir -Urfayê eşîrên îzol û Nasumlu 4 roj bi hevdu ra şerrekî giran danî û ji ruyê wî çend deh kes hatin kuştin û birîndar kirin (193, 6.3.1979).

 

Di adara 1979 da, di şertên halê eskeriyê da qumandariya leşkerî çend bang dan weşandin, û li gora wan li wilayetên Adana, Kahramanşehir, Gaziantep û Urfayê ronayî dît, belavkirin û firotana ji 20 bêtir rojname û kovarên çep, usa jî weşanên kurdî, dihatin qedexe kirin (193, 7.3.1979). Ji bo nimûnê, dîwana Tirkiyê qedexe kir ku kovarên Rizgarî, Roja welat, Devrimci Demokratik Gençlik, ku bi zimanên tirkî û kurdî çap dibûn, ronayiyê bibînin (188, 1979, No 1, r. 12).

 

Wek ku weşana Tirkiyê di nîsana 1979 da îlan kiriye, “kirinên pîrepîrekirinê” ku li rohilata Tirkiyê hatin xurt kirin û agahdariyên gelek hewarze dihatin barêgeha sereke. Di nava bersîvdarên bona wî karî usa jî wezîrê karên mexlûqetiyê, Şerafettin Elçi (42), ku bona kurtkirina sînorên wî erdê ku lê halê eskeriyê hatibû îlan kirin, û usa jî dijî îlankirina halê eskeriyê li Diyarbekirê pêş da dihat, hebû (209, 19.6.1979).

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *