Doktor-profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan PDKê û birêz Masud Barzanî pîroz dike

Doktor-profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan PDKê û birêz Masud Barzanî pîroz dike

Ev serketina gelê kurd encama wê kedê ye, ku

Mela Mustefayê Barzanîyê Mezin

tovê wê reşandîye û bingeha wê a ji polayê danîye.

 

Serketina Partîya Demokrat a Kurdistanê û birêz Mesûd Barzanî di hilbijartinên Îraqê da dilê hemû kurdên cihanê baristan kir. Me – kurdên Qazaxistanê, yên çend hezar kîlometran dûrî Kurdistanê, ew kêfxweşîya dilgerm ya tevaya gelê kurd li ser xwe hîs kir. Me careke din texmîn kir, ku Kurdistan welatê me ye û birêz Mesûd Barzanî serokê me ye jî.

Ez pir kêfxweş im, ku min berî çend salan pirtûkeke bi zimanê rûsî ser Rêberê gelê kurd Mustefa Barzanî bi sernavê “Mirovê Efsaneyî” nivîsî, ku dû ra ew pirtûk bi kurdî jî çap bû û niha careke din hema li warê wî mezinê dewra me – li Kurdistana Başûr çap dibe.

Ev serketina gelê kurd encama wê kedê ye, ku Mela Mustefayê Barzanîyê Mezin tovê wê reşandîye û bingeha wê a ji polayê danîye.

Di vê hilbijartinê da herwiha gelek serketinên bi dilê hemû kurdên cihanê çê bûn. Xîreta Hewlêrê, Kerkûkê û Şengalê gihîştine hev! Neyarên Kurdistanê rûreş bûn.

Vê hilbijartinê wê bawerîya bi encama Referanduma bo Serxwebûna Kurdistanê xurttir kir, em zêdetir nêzîkî hevdu bûn, me pirtir ji hevdu hez kir, em xurttir bûn û bawerîya me bo paşerojeke geş û azad ronahîdar bû.

 

Ezîzê Zîyo Bedirxan

Profêsor, doktorê aborîyê

Serokê yekemîn yê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *