KERÊ MIN

KERÊ MIN

Hêvîya xwe ji Bakur nebirin, xort û keçên wek Memê Miksî

li welêt gelek in, ewana bingehê edebîyeta me qewîn û qedîm dikin.

Fermo, îzbat jî ev helbest e.

 

Memê Miksî

Yê ji bo berjewendî

Nêz dibe bi efendî

Lê hûr ke mil û zendî

Kerê min di telaqan

Yê zilm xweşê wî biçe

Enî jê neqirmiçe

Ew jî zûrî û kêç e

Kerê min di telaqan

Yê soz de cih neyîne

Xwe kerr ke çav neqîne

Bigir bipelixîne

Kerê min di telaqan

Yê ku bifen û durû

Yalan söyler bir sürü

Lêxin bi darek berû

Kerê min di teleqan

Yê qîma xwe da birîn

Vekir li dilan birîn

Yekser di dev da birrîn

Kerê min di telaqan

Yê bi devê zaliman

Dike waz û çaliman

Bila lal be ew ziman

Kerê min di telaqan

Yê ku qedrê avradê

Bigir li ser yê dadê

Dar ve bikin li qadê

Kerê min di telaqan

Yê bi saya serê bav

Meşûr dike li xwe nav

Ta bibore ji hinav

Kerê min di telaqan

Yê ku di berî feqîr

Niha bimilk û ‘eşîr

Ger esil bike jibîr

Kerê min di telaqan

Yê ku bike qenciyek

Behs bike li her ciyek

Bi du mislê zenciyek

Kerê min di telaqan

Yê mirov aciz dike

Karê wî kîn û rik e

Çi ewk e û çi çik e

Kerê min di telaqan

Yê ji malê feqîran

Dixwe goşt û mehîran

Nahêjite du sîran

Kerê min di telaqan

Yê tirrgir elbikvala

Naçite tu newala

Gorî rîxa sewala

Kerê min di telaqan

Yê ku cîran jê aciz

Bixwe nav gul û nêrgiz

Piştî xwar şekirên miz

Kerê min di telaqan

Yê hesûd û çavnebar

Her jê dest dide zirar

Wiha bi naz û kubar

Kerê min di telaqan

Yê bi saya milk û mal

Xwe dibîne bêzewal

Nabe qebrê yek şekal

Kerê min di telaqan

Yê ku li ser tehîlê

Dike hesabê hîlê

Rûreştir e ji qîlê

Kerê min di telaqan

Yê ji bo rabite text

Dest bavêje çek û rext

Kêra kes nayê tu wext

Kerê min di telaqan

Yê ku heqqê keda min

Xwar çû êdî neda min

Ma jê dibe reda min?

Kerê min di telaqan

Bes guhşuro tu westa

Hin biçêre li besta

Heta dizê helbesta

Got kerem ke telaqan.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev