Berhemên kurdzanên me – 254

Berhemên kurdzanên me – 254

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa çaran bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA -4

Di destpêka nîsana 1979 da, civîna Şêwra bêqeziyabûna millî ku li pirsa di derheqa veqetandinxwestina Kurdan li rohilata welêt da dinihêrî bû (231, 6.4.1979). Şêwra bêqeziyabûna millî biryara xusûsî ku li gora wê qumandariya Tirkiyê dest pê kir dîsa esker bişîne navçeyên rohilata başûr û rohilatê, yên li ser sînorê Tirkiyê, qebûl kir. Ew pareskerên ku li ser sînorên rohilatê bûn di halê şervaniyê da bûn.

 

Girêdayî wê yekê, ferzendên bêqeziyabûnê yên zortir hatin pêk anîn ji bo ku nehêlin ku Kurd ji sînorên îran û Iraqê derbasî sînorê Tirkiyê bibin. Ji bo nimûnê, li navçeyên li ser sînor gelek paresker hatin berhev kirin. Ew eskerên peya bûn, lê li best û çolan pareskerên hêzên bi motor anîn. Wê demê şêwrdariya 14 waliyên wilayetên Tirkiyê yên rohilata başûr û rohilatê hate derbas kirin, di wê dema ku tê da mecal hatin qebûl kirin bona xurtkirina zordestiyên dijî tevrabûna Kurdan. Tevî wê yekê, gelek tevger hatin rêtin bona koordinasyonkirina karên hukûmetên Tirkiye û îranê, ji bo hincirandina tevayî ya tevrabûna Kurdan. Ewha, di nîveka pêşîn a meha nîsanê 1979 da, serokê barêgeha Tirkiyê yê artêşa sereke, Evren, çû Iraqê û li wira hevpeyvîn bona yekkirina tevgera bona “normalkirina” rewşê li Kurdistanê derbas kirin.

 

Di 26 nîsana wê salê da, hukûmeta Tirkiyê li 6 wilayetên Kurdan ên mayîn jî – Adiyaman, Diyarbekir, Hekkarî, Mêrdîn, Siirt û Tuncelî – halê eskeriyê da îlan kirin.

 

Hukûmeta Tirkiyê ku halê eskeriyê şirove dikir, dîsa di derheqa casûsiya li hundirê Kurdistana Tirkiyê û li derveyî wê da peyivî. Di nava biryara hukûmeta Tirkiyê ya di derheqa firehkirina agahdariyan li ser halê eskeriyê da dihate gotin ku “ewê mecalên berk di hindava wan yekîtiyên pêşekariyê (sendîka) û komelên ku ewê dijî halê eskeriyê derkevin da bên qebûl kirin” (198, 1979, No 7, r. S), û bi rastî jî dîwana eskerî wek berê wan kesên ku di nava casûsiyên usa da dihatin gunehkar kirin, ku dijî rejîma Tirkiyê bûn digirtin. Bi wê yekê va halê eskerî dîsa nemaze dijî sinifa karkeran, dijî hêzên

 

dêmokratîk ên pêşverû û dijî gelê kurd ku şerkariya xwe bona mafên gelî berdewam dikir bû. Di tîrmeha sala 1979 da dest bi weşana “Özgürlük”, ku peyhatîdûmayîka “Özgürlük Yolu” û “Roja welat” ku pey çileya pêşîn 1978 ra hatibûn qedexe kirin dihat hesab kirin, bû.

 

Rojnama “Özgürlük” ku rewşa li welêt tehlîl dikir, nîşan dida ku îlankirina halê eskeriyê, ku bona kara rêaksyona Tirkiyê bû, ewê alîkariya safîkirina pirsa ku li pêşiya welêt sekiniye neke. Rojname li ser wê bîr û baweriyê bû ku ew pirs dikare bê safî kirin, eger li welêt dêmokrasî pêş va here, ango : rêorma ziraî bê derbas kirin û xwelî bidin gundiyan, koopêratîvên malhebûna gundîtiyê bên saz kirin û paşmayînên fêodalîzmê bên hilanîn, miqalên mehkemekirinê yên 141 û 142an ên profaşîzmê bên hildan û rêxistinên faşîst bên qedexe kirin, mafên dêmokratîk û azayiyên rasteqîn bidin xebatkarên Tirkiyê, dev ji siyaseta nasyonalîzm û şovînîzmê ya di hindava Kurdan da berdin, dest ji zêrandina aborî ya Kurdistanê û gelên welêt ên biçûk bikişînin û destûr bidin Kurdan ku bi resmî bi zimanê xwe yê dê bipeyivin.

 

Rojname ku ber bi hemû hêzên welêt ên dêmokratîk dibe, bangî wan dike ku dest ji menfeetên xwe yên siyasî yên teng bikişînin û bibin yek bona ku derba cîwar bigihînin hêzên Tirkiyê yên rêaksyonêr (219, 15.6.1979). Hema wê demê bû ku şerkariya xebatkaran bona mafên xwe yên millî û civakî bi hêz dibû.

 

Di tebaxa 1979 da, xebatkarên Diyarbekirê yên malhebûna belediyê derketibûn mîtîngê û de’wa meaşê xwe ku êdî sê meh bû ku ne stendibû dikir. Serekbajarê Diyarbekirê îlan kir ku di wî zemanî da bajar ji hukûmeta merkezî fondên para xwe ne stendine.

 

Ji dema pêşîn xuya dibû ku xebathiştina li Diyarbekirê bi kêm tiş tî va ji xwepêşandinên xebatkaran ên li navçeyên welêt ên mayîn dihat cuda kirin. Lê bineciyên Diyarbekirê bi heqî li ser wê baweriyê bûn ku gelek bi hovîtî ber bi wan bûne, tenê bona ku ew ji milletekî cihê ne. Wek ku serokê konfêransa Tirkiyê yê Yekîtiyên Pêşekariyê yên Şoreşgeriyê (DISK) îlan kir, “Hukûmet dijî bineciyên Diyarbekirê şerr tev rakiriye, ji ber ku ew milletekî cihê ne” (252, 28.8.1979). DISK bona wê yekê hukûmet gunehkar kir ku ew “tu tiştekî nake bona kurtkirina dereca bêxebatiyê û betaliyê” li wê navçeya welêt. Weke 50% ji bineciyên Diyarbekirê (ji bineciyên wê 99% Kurd in) bê kar bûn. Hela li ser vê yekê jî cîgirê serekbajarê Diyarbekirê, Fehmi Cebar, digot ku “qe olka Kurdan tune”. Wî digot : “Em hemû Tirk in”, “me navê Kurd daniye ser wî gelê ku li vir dijî. Em wek mirovên humanîst navên usa datînin ser wan gelên ku li navçeyên cihê-cihê û di şertên hewa yên cihê-cihê da dijîn” (252, 28.8.1979). Dema hilbijartinên di organên dîwanê yên cî da, qewimandineke ku di derheqa şerkariya Kurdan a civakî û millî ku çiqas diçû pêş da diçû da şehadet dide bû. Hilbijartinên serokê belediyê yên bajarê Agirî bûn û di nava wan da munaqeşeke berk di navbera hêzên zordar û lêpokên wê di hêlekê da û di hêleke mayîn da jî hêzên pêşverû, welatparêz derbas bû. Çiqas jî dîwana Tirkiyê, rêaksyona hundirî û tevbûna ordî û polîs tevî wî karî dibûn ji bo ku bi ya xwe bikin, lê dîsa jî Kurdekî sosyalîst wek serekbajêr hate hilbijartin. Dîwana Tirkiyê Û alîgirên wê yên li bajêr nikaribû bi wê binketinê qayil bin. Pey hilbijartinê, wan li wilayetê têrora ku ji ruyê wê gelek niştimanperwer û dêmokrat hatin kuştin û birîndar kirin kir. Di nava birîndaran da usa jî serokê belediyê ku ji ser kar avêt û girt bû (221, 1982, N* 1, r. 7). Di şertên têrorê li wilayetên rohilatê da, wezîrê karên mexlûqetiyê, “parlementerê serbest” ê ji Mêrdînê, Şerafettîn Elçi, (bi milliyeta xwe Kurd bû) tevî enenekirina pirsa di derheqa dîsa dirêjkirina halê eskeriyê da ne bû û di nîveka duda ya meha tebaxê da ew çû rohilatê bona nasiya xwe bide wan qewimandinên ku li Kiziltepê (wilayeta Mêrdînê) dibûn. Wezîr hate ser wê baweriyê ku çendekî pêş da, pey kuştina polîsekî Kiziltepê, desteyên komandoyên ku ji heq-hesabên bineciyên am û tam hatine der şandine wira (216, 23.8.1979).

 

Bona derbaskirina te ftîşa li wilayetên rohilatê, di 21 tebax 1979 da serekê barêgeha sereke, Evren û qumandarê eskerên peya, Ersin, firîn çûn Diyarbekirê (209, 22.8.1979). Ew bona hişkbûna rewşê li Kurdistana Tirkiyê li ber diketin. Li dawiya tebaxa wê salê, wezîrê karên derve ya hukûmeta Ecevit, Hasan Fehmi Giineş, çû wilayetên rohilatê. Gava ew di 28 tebaxê da di gotebêja Erzurûmê da peyivî, got ku dîwana Tirkiyê her tiş tî kiriye ku hêzên veqetandinxwaz ji îran û Iraqê derbasî erdê Tirkiyê nebin (216, 29.8.1979).

 

Tevî wê yekê, pey vê seredanê, H. F. Giineş mecbûr bû xwe mukur bê ku gelê li rohilata welêt di nava rewşeke belengaz, feqîr da ye û ku rewşa bineciyan a aborî û çandî ya pîs tesîra xwe li ser wan qewimandinên ku li vira dibin dihêle (216, 4.9. 1979).

 

Divê ku em bidin nîşan dan ku wan deman hinek parlementer de’w dikir ku ne tenê dev ji têrora hundirê welêt di hindava Kurdan da berdin, lê usa jî de’w dikir ku siyaseta Xumeyniyê ku şerr dijî şerkariya Kurdan li Kurdistana îranê bona otonomiyê tev rakiribû rexne bikin. Ewha, anegorî agahdariyên weşana Tirkiyê “parlementerê serbest” ê ji Mêrdînê, Nureddin Yilmaz, ku bi gefxwarin dijî hukûmetê peyivî, de’w kir ku Ecevit siyaseta xwe ya di hindava Xumeynî da biguhêre. Tevî vê yekê, Yilmaz di nava agahdariya tevayî ku bi parlementerê PGK ê ji Diyarbekirê, Azizoglu, ra kiribû da siyaseta Xumeynî di hindava Kurdên îranê da berk rexne kir û ew siyaseta şovînîzmê hesab kir (205, 30.7.1979).

 

B. Ecevit ku bersîva agahdariya parlementerên ji PGK, Azizoglu û Yilmaz ku bi tevrabûna Kurdên îranê ra girêdayî bûn da, got ku hukûmet dicedîne ku Tirkiyê ji “karê helandin- pîrepîrekirinê” ya ji derve biparêze. Tirkiye tevî wan karên ku wek karê îranê yê hundirî hesab dibin nabe, wî îlan kir (209, 31.8.1979). Tiştekî hewaskar e ku hema xût wê demê di weşana Tirkiyê da agahdarî di derheqa wê yekê da ku li rohilata welêt ew kar tên xurt kirin, bona berhevkirina wan çekên ku wan dixwest bi dizî ji Kurdên îranê ra bişînin tên pêk anîn hat weşandin (205, 14.9.1979).

 

Di destpêka îlona sala 1979 da, cîgirê serekwezîrê Tirkiyê, C. Eyuboglu, îlan kir ku şerkariya Kurdan li wilayetên rohilata başûr û rohilatê qeziya ye bona tamtiya Tirkiyê û ku ew şerkarî ewê bêy pareskeran bê sekinandin (231, 7.9.1979). Li ser vê baweriyê bû hukûmeta Ecevit. Lê komên burjuwaziya Tirkiyê yên rastê, yên ku bona qebûlkirina mecalên hişktir di hindava şerkariya Kurdan a millî da pêş da dihatin, li ser baweriyeke mayîn bûn.

 

Di çileya pêşîn 1979 da, kovara Tirkiyê ya hefteyî, Yanki, gotareke rêaksyonêr çap kir û tê da xuya dibû ku Demirel dixwest ku rejîma halê eskeriyê, xwezma di hindava Kurdan da, berdewam bike û divê usa bi hovîtî, wek pey 12 adarê, be û divê di wî karî da hîç berxwarinek tu nebe. Lê di gotarê da dihat xuya kirin ku “ev hemû dikare di nava bineciyan da nerazîbûneke mezin pêş da bîne, xwezma dema ku gunehkarên têrorê dîsa neyên girtin. Wê demê ewê baweriyeke usa bê saz kirin ku ordî jî nikare borcdariyên xwe biqedîne û ev bawerî ewê gelek bi qeziya be”. Bi vî awayî, komên Tirkiyê yên rêaksyonêr helan dida ordiyê ku tevî hincirandina şerkariya Kurdan li welêt bibe (238, 10-16.12.1979). Tevî vê yekê, dîwana Tirkiyê di hindava zabitên bi eslê xwe va kurd bêtir şikber dibû (hindik zabitên kurd hela di ordiya Tirkiyê da qulix dikir). Wan ew di nava qulixkirinên dereca duda da bi kar dianî. Wan baweriya xwe bi eskerên kurd ne dianî ku qerewiltiya kîlerên cebirxanan bispêrin wan, ew nemaze li ser xebata paqijkirinê bi kar dianîn. Dîwana Tirkiyê dest pê kir Kurd gunehkar bike bona wê yekê ku ew di organên polîsiyê da bi siyasetê va mijûl dibûn. Wan dest pê kir Kurdan li ser qulixkirina polîsiyê qebûl nekin. Ji bo nimûnê, ji wilayetên Tuncelî, Bingol û Wanê, di sala 1979 da tukesî qebûl ne kir ku di polîsiyê da qulix bike, ew jî dema ku wan intamên xwe bi serfirazî teslîm kiribûn (51, r. 15).

 

Tevî vê yekê, wezîrê ronkayiya millî li PGK dest pê kir wan mamosta-welatparêzên kurd ku niştimanperwer bûn ji dibistanan derxîne û ew dişandin wilayetên roavayê. Ji ruyê wê yekê, bi sedan mamostayên kurd şandin navçeyên Qers, Agirî, Bingol, Bitlis û Mêrdînê, hinek jî girtin (51, r. 15).

 

Xwezma Amerîkiyan wê demê li Tirkiyê aktîfbûn nîşan dida. Ewha, casûsên Serwertiya Casûsiyê ya merkezî, yên ku li Tirkiyê kar dikir, bi behana karkirina balyozxana Amerîka diçûn wilayetên rohilatê û dicedand bizanibin di kîjan derecê da qeziya şerkariya Kurdan bona kara Amerîkayê dihat.

 

Empêryalîzm û rêaksyona hundirî ku helan dida Kurdan ku rabin, bi wê yekê va dicedand ku şerkariya Kurdan bona mafên xwe yên gelî bihincirînin. Tevî vê yekê, empêryalîzma DYA rêaksyona Tirkiyê dehf dida bona ku li wan navçan halê eskeriyê îlan bike, ku li ser sînorên îran, Iraq û Sûriyê dicedand şertên baş saz bike bona ku bi awayê şerletaniyê bikeve nava karên welatên wê navçeya hundirî, bona ku Tirkiyê bike çek ji bo pêgkanîna planên xwe (198, 1979, No 7, r. 1).

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev