Ji nimûneyên zargotina me – 254

Ji nimûneyên zargotina me – 254

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûpêncîçaran me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Emê çend heftê dû hev beşa wê a bi sernavê ”Serpêhatîyên milet” raberî we bikin. Em îro beşa wê a pêşin çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Serpêhatîyên milet – 1

Misto, Qaso û Bedir axa

 

Wextekê gundê Sarayêda, bal şeherê Samsûnê, du gundî diman. Xwelîya Misto û cote gayê wî hebûn, yê din Qaso – xwelîya wî hebû, lê ga û cotê wî tunebûn, wekî xwelîya xwe rakira, ji xwera nan bavîta. Ew wî gundîda yê lapî kesîb bû.

Rojekê Qaso û jina xweva şêwr kirin, wekî çawa bikin ku wê salê zarêd wan bê nan nemînin. Ewana xeberdan, axirîyê hatin ser wê fikrê, wekî zevîya xwe newalê nîvekarî bidin cînarê xwe – Mistoyê Kelo. Ewana sibetirê çûn mala Misto pêra xeberdan, wekî wê salê ew xwelîya wana nîvekarî bavêje. Misto got:

-Qaso can, cînartîye, gerek em yole herin, ez jî xebatçîme, gerek em komekê bidin hevdu.

Misto jina xwera got:

-Nan bîne.

Jinikê nan anî, wana nanê xwe xwerin, rabûn xatirê xwe ji Misto xwestin û çûn mala xwe.

Çen rojêd dinê şûnda, îdî berf helîyabû, Misto cotê xwe girêda, têra toxim hilda, da ser pişta gakî xwe, cotê xwe da ser nîr û çû zevîya Qaso rake. Misto gihîşt ber serê zevîyê, cotê xwe girêda, ho-hoy ga kir û zevîya Qaso rakir.

Misto çend cara hat û çû, carekî jî hema orta zevîyêda gîsinê cotê wî li tiştekî hasê bû. Misto ga dan sekinandin, cot ji xetê derxist, dest pê kir li cîyê gîsnê wî cot lê hasê bûbû, veda û kûpekî dorgirtî derxist. Misto derê kûp vekir, lê nihêrî wê tijî zêre têda. Gelekî şa bû, kûzê zêra danî ber serê zevîyê, çend xetê xwe jî rakir, paşê gayê xwe da pêşîya xwe û çû mala xwe. Kûpê zêra danî ber jina xwe, got:

-Jinik, min îro eva kûpê zêra nav zevîyêda dît, têda çelkirîbû.

Jinik gelekî şa bû, got:

-Mêrik, em ji tengasîyê xilaz bûn.

Mêrik got:

-Na jinik, em van zêra gişka ji xwera hilnaynin, min zêr zevîya Qasoda dîtîye, zêrê wîne, emê bibin nîvî bidinê, bira ew jî şabe.

Jina Misto got:

-Na, zêr te dîtine, emê xwera hildin.

Misto gura jina xwe ne kir, ewî kûpê zêra hilda û çû mala Qaso, got:

-Qaso, min îro zevîya te radikir, min eva kûpê zêra ji xeteke cot derxist, ev zêrêd tene.

Qaso got:

-Na xêr, zêr yêd tene.

-Na, zêrêd tene,- Misto cav da,- çimkî min zêr zevîya teda dîtine.

-Na, zêrêd tene,- Qaso cav da,- çimkî zêr te dîtine.

Ewana gelekî xeberdan, axirîyê hatin ser wê nêtê, wekî herin bal axayê gund, çika axa çi dibêje.

Misto û Qaso kûpê zêra hildan, çûn oda Bedir axa. Temene kirin, axê cî nîşanî wan da, ewana rûniştin. Paşê axê pirsî, got:

-Ha, xêr be, bêjin çika hûn bona çi hatine?

Misto kûpê zêra bir û danî ber axê, ser kulavê xuresanî.

Çi gilî orta wanda hebû, axêra gotin, axa hevekî beşerxweş bû, got:

Xwelîya gund ya mine, ez niha bixwezim ezê xwelîyê ji we bistînim, ev zêrêd minin, haydê, derên herin, gelî heramzada.

Herdu gundî por û poşman ji odê derketin, çûn malêd xwe.

Axê derê kûp vekir, lê nihêrî merekî serê xwe derxist û xurûşî ser axê kir. Bedir axa ancax ji odê dertê û direve.

Bedir axa gazî Misto û Qaso dike, dibêje:

-Ezê serê we herda jî bidim lêxistin, werin rast bêjin, we eva mera kirîye kûp, yan na?

Misto û Qaso sond dixun, wekî wana tiştê usa ne kirîye. Axa dibêje:

-Werin hûn derê kûpê xwe vekin.

Qaso, Misto û Bedir axa diçin odê, Qaso diçe derê kûp vedike, dinihêre kûp tijî zêre, lê wexta Misto û Qaso ji kûp dûr dikevin, axa tê nêzîk dibe, dîsa mer serê xwe ji kûp derdixe, dike ji kûp derê, ewana gişk diçine derva.

Axa gazî Balûlê zane dike û jêra dibêje:

-Hal-hewalê min û van herdu gundîya bû ev. Eva kûpê hana anîne, wexta ez nêzîk dibim, merek jê dertê, lê wexta ew herdu tên bal kûp, derî vedikin, lê dinhêrin kûpda zêr hene. Ez tewaqe dikim, tu çawa merivekî ulmdar ji minra bêjî, çika ev çi hewale.

Balûlî zane fikirî, fikirî û got:

-Axa, tu dixwezî ez rastîyê bêjim?

-Belê.

-Ev zêrê hana Xwedê bona xebata wane helal, bona herdu gundîya jorda şandîye, bona ewana wextekê pê îdare kin. Ewana bi keda helal dijîn, lema jî kuda diçin rastî tiştê baş tên, zêra dibînin, lê tu ji kîsî xelqê dijî, bona wê yekê jî tiştê xirab rastî te tên.

Axa serê xwe kire ber xwe, hêdîka ji Balûlî zane dûr ket.

Balûlî zane zêra ser herdu gundîya parevedike. Gundî bi dilekî şa vedigerin malêd xwe.

 

Got: Ahmê Çolo, sala 1940î, li gundê Elegezê; nivîsî avtor.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev