“Helbest, peyva razmend a ziman e”

“Helbest, peyva razmend a ziman e”

Letîf Epozdemîr

Helbest şaxeke edebîyetê ye. Helbest reqsa peyvan e. Lewra em dikarin bêjin ku helbest bi zayîna ziman re xwe daye nîşan, însan helbestê bi keşfa ziman re nas kirîye. Bêguman ji roja ewil ve gelek lêkolîner xwestine ku danasîneke mayenda ji bo helbestê biafirînin.

Mirov dikare li ser xasyet û taybetîyên helbestê gelek tiştan bibêje. Pêwendîya helbestê bi bikaranîna ziman, xweşkêşîya ziman re, pêwendîya helbestê û ziman, pêwendîya helbestê bi bi deng û sewt û awazan re, pêwendîya helbestê bi aheng û mûsîqê, têkilîya helbestê a bi bedewî û estetîkê re heye.

Dîroka derketina helbestê, digihêje dewra têgihiştina dengê xwe a mirov. Helbet helbest ziman xûrt û karîger kirîye. Bi nasandin û bikaranîna helbestê re, ziman dewlemend û rengîn bûye.

Mirovayetî bi hevnasîna zimanê helbestê û virde, digel zimanê dan û sitendinê a rojane, bi sewt û dengên xwezayê bi razeke nû re hevnas bû. Ev raza nu, zimanekî nu jî peyda kir. Ango zimanê helbestê anî holê. Ev zimanekî ritmik (tekildar, tevgermend) e. Ev teqil û rîtma helbestê bêguman zimanê rojane û zimanê helbestê bi raza xwe, ji hev cuda dike.

Eflatûn ji bo helbestê dibêje: ”Helbest, peyva razmend a ziman e.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev