Çend gotinên pêwist

Çend gotinên pêwist

Zimanê tirkî wek cinewirekî dirinde ye

Şemsettin Işıklı

 

Zimanê tirkî wek cinewirekî dirinde ye. Gava ku tu ketî nav lepê wî êdî ew dev ji te bernade. Tu çiqas nêzîkî wî bibî, bi wî re bijî, tu ewqas ji kesaniya xwe, nasnameya xwe û ji çanda xwe dûr dikevî. Û tu lê dixebitî ku neteweyê xwe jî bixî nav lepê wî cinewirê hov.

 

Ku tu nekarî xwe ji nav himbêza wî cinewirê wehşî rizgar bikî, tu çiqas gotinên qerese jî bikî, dê faydeya wê ji te re jî û ji tu kesî re jî tune be.

 

xxxxxxx 

Sîstema Serweriya Tirk wek vampîreke xwînmij e. Ku tu ketî nav lep û himbêza wê, ew tenê dizane xwîna te bimije, loma bi wê dijî. Ku tu xwe ji himbêza wî rizgar nekî û di nav wê sîstemê de bimînî, ew te dike wek xwe. Êdî tu çûyî, gotinên xwexapandinê bi kêrî tu tiştî nayên.

 

Lê ew cewher di te de heye ku tu xwe ji wê vampîra wehşî rizgar bikî, ev jî doza cudaxwazî û veqetîna ji sîstemê ye.

 

Tu hemû têkilî, hêvî û baweriyên xwe jê nebirî, tu hîç carî bi ser xwe ve nayê.

 

xxxxxxx

Tu yê tu carî nekarî ji nav neteweyê serdest dost, alîkar, heval û hogir peyda bikî. Loma ew tenê dost û hogirên netewe û dewleta xwe ne, ew peyayên sîstema xwe ya dagirker in. Lê tu dikarî ji bo wan bibî dost û hogir, lê dîsa jî ew te wek dost qebûl nakin. Tu tenê dibî xulam. 

xxxxxxx

Armanca stratejik ya dawî ya neteweperwerên cudaxwaz Kurdistaneke serbixwe ye. Lê tu carî jî destkeftiyên di navberê de red nakin. Li hemû destkeftiyan xwedî derdikevin. Ji bo menfeeta netewe û welatê xwe ji hemû gavên erênî re ‘erê’ dibêjin û ji bo wê jî têdikoşin.

Ew, çareserîyê di çarçoveyeke fireh û di demeke dûrûdirêj te dibînin.

Ka we çi bi dest xistiye neteweperweran red kiriye?

Reşkirina neteweperweriyê û neteweperwerên cudaxwaz tenê bi kêrî dijminên kurd û Kurdistanê tê.

Bijî Kurdistaneke Serbixwe û Yekgirtî!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev