PKK li Şingalê bi dengên xelkê winda bû

PKK li Şingalê bi dengên xelkê winda bû

Nêrîn/Şirove

N. Firat

Li ser rewşa PKKê li başûrê Kurdistanê gelek nirxandin çêbûne. Bi kurtahî heyîna PKKê li başûr astengên mezin bo pêşveçûn û destkeftiyên Kurdistanê peyda dike.

Ji berî her tiştekî dewletên dagirker  PKKê ji bo armancên xwe bi kar tînin û bi destê çekdarên PKKê li başûrê Kurdistanê dibin tehdîtek li ser statûya li başûrê Kurdistanê heyî. Ji aliyek din ve Hêzên Kurdistanê û Iraqî jî piraniya cara PKKê wek kartekî li himber hev bi kar tînin. Dema di vê çerçovê de PKK bê nirxandin, gelek alî bêhtir dikarin rastiya xwe li himber PKKê bibînin û li gora wê jî tehdîta PKKê ya li ser destkeftiyên netewî dikarin kêmtir bikin, heta ji holê rakin. Yanî dîtina aliyên siyasî li başûrê Kurdistanê di derbarê PKKê de gelek girîng e û nirxandinek rasteqînî tenê dikare zirar û ziyana PKKê ku dide tevgera azadîxwaz a Kurdistanê kêm bike.

Li Iraqê û başûrê Kurdistanê hilbijartinên parlementoya Iraqê çebûn. PKKê li Şingalê ji bo parlementoya Iraqê kandîdatên xwe destnîşan kirin û tevlî hilbijartina bû. Li deverên din yên başûrê Kurdistanê jî piştgiriya hinek aliyên siyasî kir. Di encama hilbijartinan de hat diyarkirin ku PKK tu deng destve neanî û li Şingalê şikestinek mezin xwar. PKK li Şingalê bi piştgiriya Heşda Şeibî dimîne, miaşên xwe jî di bin navê Heşda Şeibî de ji hukumeta Iraqê werdigire û çekdarên PKK wek milîsên Heşda Şeibî ne. Eger heta wek vê gavê ev yek neyê dîtin û mayîna PKKê li başûr bê meşrukirin, ev yek tenê li gora daxwazên dewletên herêmê û hêzên dijî destkeftiyên netewî dikin tê kirin.

Di dema propagandeya hilbijartinan de ji bo provokasyonê çêkin, rê nedan ku kandîdatên PDKê bikevin nava Şingalê û propagandeya xwe bikin. Medya PKKê ev yek wek “berxwedana gel“ da nîşandan û bi roja dijî PDKê dezînformasyon belav kirin. Lê di encam de xelkê deverê bi dengên xwe bersiva PKKê da û ew aliyên ku PKKê piştgiriya wan dikirin jî di dîroka xwe de şikestina herî mezin xwerin.

Bê guman, gelemperî nirxandin û şiroveya hilbijartinên başûrê Kurdistanê mijarek girîng e. PDK serkeftinek berbiçav destve anî, lê ev serkeftin li himber aliyên din yên siyasî destve aniye. Gerek sedemên kêm beşdariya xelkê ya hilbijartina  baş bê nirxandin û PDK vê yekê wek kemasiyekê li dar bêxe û vê kemasîyê ji holê rake.

Îro li başûrê Kurdistanê PDK dewletbûna Kurda diparêze û ev riya pîroz ji xwe re kiriye armanc. PDK hêza sereke û desthilat e. Eger gazindeka xelkê ji desthilatê hebe, divê PDK vê yekê girîng binirxîne  û van gazindan ji holê rake. Ji ber ku di serî de PKK hinek aliyên siyasî dijîtiya PDKê û di kesayeta PDKê de dijîtiya destkeftiyên netewî û dewletbûna Kurda dikin. PDK hêza xwe ji xelkê Kurdistanê digre û nabe tu cara vî xelkî û daxwaziyên wan paşguh bike.

Di van hilbijartinan de rêjeya xelkê ku çûyî ser sendoka, kêm e. Pêwîst e lêkolînek taybet li ser vê bê kirin, stratejiya PDKê ya hilbijartinên pêşerojê ya Parlementoya Kurdistanê di vê çerçovê de bê diyar kirin.

PDK hilbijartinên parlementoya Iraqê de serkeftinek mezin destve anî û nabe ev serkeftin bibe sedemek ku PDK xwe bi awayek cidî berçav re derbas neke. PDK malê gel e û divê bi hemû awayî guh li gel û daxwazên wan be.

Heta ku PDK siyasetek rasteqînî rêve bibe, hêzên ku dijîtiya wê dikin dê her şikestinê bixwin.

Çavkanî: https://rojevakurd.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev